Şirketa Ispace’ê ku navenda wê li Tokyo ye, roja Pêncşemê ragihand ku wê xanîyekê swêdî yê sor ê piçûk ê pêlîstok bişîne ser Heyvê.
Çima? Ji ber ku me jixwe ew qas gemar avêtine ser Heyvê, çima ne xanîyek? Bi îhtimaleke mezin, The Register pereyan dihesibîne. Ispace îdîa dike ku ev huner e. Xema rêwîtîya ser Heyvê weha rave kir: “Xanîyê Heyvê, çîrokeka hunerî û epîk e ku Mikael [Genberg] ev 25 sal in xeyal dike. Çîroka Xanîyê Heyvê, xanîyekê sor ê piçûk li ser rûyê Heyvê, dê di dawîyê de bi cîh bibe û bibe sedema xebateka hunerî ya îkonîk, bi îmkan nû û ramanên nû” xema fezaya taybet rave kir.
Xeyal û Daxwaza Salane
Genberg got ev fikir ji 25 salan zêdetir bû, lê wî di sala 2002an de bi ciddîtir dest bi xebata li ser wê kirîye. “Ew hinekê zor e ku ew di dawîyê de diqewime. Zarokê min ê hundirîn 8 salî pir serfiraz e. Xweya min a mezin ji ber vê yekê aciztir e. Hemû zehmetîyên li pêş ji alîyê teknolojîya fezayê ve ne.”
Xanî dê siwarîyek ber bi Heyvê ve di bendera bargiranîya dakêşana Resilience de biçe ku li pêşîya geroka Tenacious’ê ve girêdayî ye. Di dawîyê de ew ê li ser rûyê heyvê were bicîhkirin. Tê payîn ku avêtin piştî Kanûna 2024an, wê li ser roketeka SpaceX Falcon 9 pêk were.
Pîlan û Projeyên Virkirina ser Heyvê
Hunermendê swêdî Mikael Genberg xerîdarê paşîn ê Ispace ye ji bo HAKUTO-R Mission 2. Tê çaverêkirin ku keştîya Heyvê Resilience û geroka piçûk a mîkro Tenacious bîne Mare Frigoris li nîvkada bakurê Heyvê – sîteya sereke ya bi tava rojê re rûbirû mayî- pêwendîyeka vekirî ye bi Cîhanê re.
Genberg di e-nameyekê de ji Reg’î re got: “Feza cîhekê tirsnak e. Heyv cîhekê tirsnak e. Ji bo demekê mayîna li wê derê belkî hesteka ji ya din xurtir bide we. Hesreta çûyîna malê. Dema ez wisa lê dinêrim, ez bi kesane Xanîyê Heyvê yekta wekî çavek ber bi gerstêrka xwe ya malê ve dibînin.”
Mînakên Genberg di Avakkirina van Projeyan de
Genberg ji bo afirandina strukturên mîmarî yên ecêb li cîhên neasayî tê zanîn. Mînak, otêleka daristanê li Vasterasa Swêdê, an otêlek di bin avê de, di heman demê de li Swêdê. Wî di sala 2009an de xanîyekê sor, mîna Xanîyê Heyvê, li nêzîkê jora Avicii Arena ya Stockholmê bi cîh kir û ev çend sal in dixwaze ku xebata li ser Heyvê dubare bike.
CEO ya ispace-Ewropa Julien-Alexandre Lamamy ragehand ku, “Xanîyê Heyvê, projeyeka fantastîk e û em pir kêfxweş in ku em di dawîyê de em pêk diînin. Vîzyona karê hunerî bi ya me re dibe yek: berfirehkirina gerstêrka xwe û paşeroja xwe û berfirehkirina qada jîyana mirovan li fezayê.”
Ispace-Europe dê berpirsîyarîya pêşxistina geroka mikro ya Tenacious’ê be ku yek ji şeş barkêşên li ser keştîya fezayê ye. Ji xeynî Xanîyê Heyvê û Tenacious, bargiran di nav xwe de amûrên elektrolyzera avê, modulek hilberîna xwarinê, sondayek tîrêjê ya cîhê kûr û plakaya alemê ya bîranînê hene.
CEO yê Ispace ya Tokyo Takeshi Hakamada eşkere kir ku kombûn û entegrasyona bejahîyê ya Resilience temam bûne û di bernameyê de ye. “Wekî ku me her dem gotî, pêşkeftin û plansazîya mîsyonê ya Mîsyona 2 li ser bingeha bertekên ji dersen têne destnîşankirin ku di dema Mîsyona 1’ê de fêr bûne.”
Mîsyona 1 ya HAKUTO-R armanc kir ku di Nîsana 2023an de daketineka nerm li ser Heyvê bi dest bixe, lê di şûna wê de lihevhatinek dilşikestî dît ku di encamê de têkilî winda bû. Armancên demdirêj ên bernameya HAKUTO-R damezrandina karûbarên veguhestina Heyvê ya bazirganî ye.