Yek ji bobelatên mezin ên nukleerî di dîroka mirovahîyê de Bobelata Çernobîlê ye. Teqîna Santrala Nukleerî ya Çernobîlê, ku di nava sînorên Komara Sovyet a Sosyalîst ya Yekîtîya Sovyetê (Ûkrayna) de ye, di 26ê Nîsana 1986an de, weke yek ji mezintirîn felaketên nukleerî di dîrokê de cih girt. Bebolata Çernobîlê ne bi tenê ji bo Yekîtîya Sovyetê, lê ji bo tevahîya cîhanê bû xaleka veguherînê. Vê bûyerê hêza bêkontrol a enerjîya nukleerî û encamên trajîk ên xeletîya mirovan eşkere kir. Encamên vê karesatê ne bi tenê di warê jîngehê û tenduristîyê de, di alîyê sîyasî û civakî de jî bandoreka mezin çêkir.
Pêvajoya Bobelatê
Santrala Nukleerî ya Çernobîlê bi reaktorên cureya RBMK’ê dixebitî. Reaktorên RBMK hatin hilbijartin ji ber ku ew biha kêm bûn û dikarin zû hewcedarîyên enerjîyê yên Yekîtîya Sovyetê bi cîh bînin. Lêbelê, van reaktoran xwedan xeletîyeka sêwiranê ya mezin hebû, mekanîzmayên baş tune bûn ku di rewşên awarte de jî girtina bi ewle ya reaktoran misoger bikin.
Bobelat, xeletîya di testa raktorê çaremîn de hatî kirin pêk hat. Ev ceribandin bû sedem ku were dîtin ka dê reaktor di dema qutbûna elektrîkê de çawa bertekê nîşan bide. Lê di vê navberê de, operatorên reaktorê bi girtina hinek biryarên xelet protokolên ewlehîyê binpê kirin. Di encama van xeletîyan de teqîneka mezin di reaktorê de pêk hat û rêjeyeka zêde radyasyon ber bi atmosferê ve çû. Ji ber teqînê hem şewat derket û hem jî reaktor ji kontrolê derket.
Bandorên Jîngeh û Tenduristîyê yên Bobelatê
Piştî teqînê, maddeyên radyoaktîf li atmosferê li gel bayî belav bûyîn, ne bi tenê di nav sînorên Yekîtîya Sovyetê de man, di heman demê de gihîşt piranîya Ewropayê. Ev rewş bû sedem ku bobelat ber bi asta cîhanî ve biçe. Madeyên wekî îyota radyoaktîf û sezyûmê ku ji teqînê derdiketin bi taybetî di nav tevnên zindîyan de kom bûn û bûn sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristîyê.
Bandora herî eşkere ya Bobelata Çernobîlê zêdebûna bûyerên penceşêrê bû. Di bûyerên penceşêra tîrîdê de, nemaze di zarokan de, zêdebûneka berbiçav heye. Wekî din, nexweşîyên pergala parastinê, kêmasîyên jidayikbûnê û pirsgirêkên tenduristîyê yên din ên cidî hevpar bûn di nav mirovên ku li herêmên bandordar dijîn de.
Piştî karesatê herêm hat valakirin. Li derdora santrala Çernobîlê herêmeka ewlehîyê ya 30 kîlometreyî hate çêkirin û ev herêm demeka dirêj wekî “herêma mirî” dihat binavkirin. Ji ber gemarîya radyoaktîfê ketina vê herêmê qedexe ye. Lêbelê, piştî salan, hin niştecîh bi rengekî neqanûnî vegerîyan herêmê, lê pirê deverê hêj jî tehloke ye ji bo jîyanê.
Sîyaset û Bandorên Civakî
Bobelata Çernobîlê li Yekîtîya Sovyetê bû sedema nîqaşên sîyasî yên mezin. Piştî karesatê hikûmeta Sovyetê hewil da bûyerê biveşêre û ji ber hindê demeka dirêj raya giştî agahdar nekir. Lêbelê her ku ewrên radyoaktîf gihîştin welatên din, zexta navneteweyî zêde bû û Yekîtîya Sovyetê neçar ma ku rastîyê qebûl bike. Vê bûyerê nebûna zelalîya hukûmeta Sovyetê eşkere kir ku bi giranî bawerîya gelî bi rêveberîyê xera kir.
Di heman demê de Karesata Çernobîlê jî tê dîtin wekî yek ji faktorên ku beşdarî hilweşandina Yekîtîya Sovyetê bûyî. Di vê bûyerê de qelsîyên helwîsta dewletê ya ji bo teknolojî û rêveberîya enerjîyê derket holê. Sîyaseta Glasnost (vebûn) û Perestroika (jinûveavakirin/vesazkirin) ya rêberê Sovyetê Mîxaîl Gorbaçov di vê serdemê de geş bû û pêvajoya reformê ya ku dawî li Yekîtîya Sovyetê anî jî piştî vê bûyerê geş bû.
Nîqaşên Enerjîya Nukleerî
Bobelata Çernobîlê nîqaşên gerdûnî yên li ser ewlehîya enerjîya nukleerî ji nû ve gur kir. Gelek welatan, nemaze li Ewropayê, li ser santralên nukleerî dest bi fikarên cidî kirin. Piştî Çernobîlê, gelek welatan biryar da ku santralên xwe yên nukleerî yên heyî bigirin an jî projeyên nû birawestînin. Felaketê zexta gel a li dijî enerjîya nukleerî zêde kir û eleqeya li ser çavkanîyên enerjîyê yên nûjen zêde kir.
Lêbelê piştî Çernobîlê enerjîya nukleerî bi tevahî nehat berdan. Zêdebûna daxwazên enerjîyê, nemaze di sedsala 21an de û hewcedarîya çavkanîyên enerjîyê yên kêm-karbonê di tekoşîna li dijî guherîna avhewa de bû sedem ku enerjîya nukleer hêj jî wekî vebijarkek were dîtin. Lêbelê, standardên ewlehîyê di santralên nukleerî yên nûjen de pir hatine pêşxistin û gelek tedbîr hatine girtin da ku careka din qezayeka mîna Çernobîlê neqewime.
Di encamê de di dîroka mirovahîyê de Bobelata Çernobîlê weke xaleka zivirînê tê dîtin. Di vê karesatê de bikaranîna bêkontrol a pêşkeftina teknolojîk û encamên trajîk ên xeletîyên mirovî bi zelalî hatin dîtin. Bûyera Çernobîlê bandoreka kûr li têgihiştina gerdûnî ya der barê enerjîya nukleerî de kir. Bû sembola şêwedana paşeroj û pêşerojê.
Li ser tendurustî, hawirdor, sîyasî û civakî yên karesatê lêkolîn û nîqaşên îro jî berdewam dikin. Çernobîl, tîne bîra me ku divê rêz ji hêza xwezayê û teknolojîyê re were girtin.