Nexweşîya gîyanewerî (zoonotic) tê pênase kirin wekî enfeksîyonên ku dikarin ji heywanan bigihin mirovan. Ev nexweşî dikarin rasterast an nerasterast ji ajalan bigihin mirovan û bibin sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristîyê. Nexweşîyên gîyanewerî di dîrokê de yek ji faktorên giring e ku tenduristîya mirovan tehdîd dike û tevî pêşkeftina dermanên nû hêj jî pirsgirêkeka tenduristîya giştî ya cîhanî ye.
Awayên veguhestina nexweşîyên gîyanewerî pir cihêreng in. Mirov, bi têkilî/destdana rasterast bi çerm, mû, tif, xwîn an jî rîxa ajalan dikare vê nexweşîyê vegire. Bo nimûne ajalê ku virûsa harbûnîyê lê heyî, bi rêya gezkirinê dikare veguhêze insanekê. Ji hêla din ve, vegirtina nerasterast dikare bi rêya ava qirêj, xwarinê an jîngehê pêk were. Mînakî, bakterîya Salmonella dikare di encama xwarinên qirêj de were vegirtin. Wekî din, vektorên wekî pêşî/mûr an jî kirnî di belavbûna hin nexweşîyên gîyanewerî de rolê dileyzin. Ev vektor dikarin nexweşîyê ji heywanek vegirtî hilgirin û bigehînin mirovan.
Celebên Enfeksîyonê di Nav Nexweşîya Gîyanewerîyê de
Di nav nexweşîya gîyanewerî de gelek celebên enfeksîyonan hene. Di nav de nexweşîyên vîrûs, bakterî, parazît û fungal hene. Nimûneyên nexweşîyên gîyanewerî ên viral nexweşîya harbûnê, vîrûsa Nîlê ya Rojava û COVID-19 hene, ku di van salên dawîyê de bandor li tevahîya cîhanê kirîye. COVID-19 celebekê koronavirûsê ye ku jê re SARS-CoV-2 tê gotin, îhtîmaleka mezin ji çekçekûlan/çevçevokan/çilêmilêyan derketîye û li nav mirovan belav bûye. Mînakên nexweşîya gîyanewerî yên bakterîyê, nexweşîya Lyme, Brucellosis û êşa zirav in. Nexweşîya Lyme nexweşîyek e ku bi taybetî bi rêya kêzikan digehe mirovan û dibe sedema êşa movikan û pirsgirêkên norolojîk ên giran.
Nimûneyên nexweşîya gîyanewerî yên parazît enfeksîyonên toxoplasmosis û kirmebarîke (tapeworm) ne. Toxoplasmosis nexweşîyek e ku bi taybetî bi gûyê pisîkê belav dibe û dibe sedema pirsgirêkên cidî li jinên ducanî û mirovên ku pergala wan a parastinê qels in. Enfeksîyonên tapeworm bi gelemperî bi rêya xwarinên qirêj têne veguhestin bo mirovan û dibe sedema nexweşîyên giran di rûvîyan de. Nexweşîya gîyanewrî yên ji ber kuvarkan çêdibin bi gelemperî bi rêya çerm têne veguhestin û dibin sedema enfeksîyonên çermî. Nimûneyek ji van nexweşîya Dermatophytosis e, ku pir caran di cotkaran de tê dîtin.
Metirsîya Belavbûna Nexweşîya Gîyanewerîyê
Metirsîya belavbûna nexweşîya gîyanewerî li deverên ku pêwendîya di navbera mirov û heywanan de dijwar e zêde dibe. Bi taybetî deverên gundewarî yên ku xebatên çandinî û sewalkarî lê zêde, cihên ku têkilîya rasterast bi heywanan re tê de hevpar. Wekî din, zêdebûna rêjeyên pejirandina heywanan faktorek e ku xetereya belavbûna nexweşîya gîyanewerî zêde dike. Ji ber ku heywanên kedîkirî bi endamên malbatê re di têkilîya nêzîk de ne, dema ku ew heywan nexwşîyekê vegirin dibe ku bê vegirtin bo wan mirovên wê malbatê.
Bergirîyên Nexweşîya Gîyanewerîyê
Bergirîyên ku ji bo parastina li hember nexweşîya gîyanewerî têne girtin, pir hêsan in lê gelek giring in. Berîya her tiştî, kesên ku bi heywanan re dikevin têkilîyê divê bala xwe bidin rêgezên paqijîyê, destên xwe bi rêkûpêk bişon û piştî têkilîya bi heywanan re rêbazên dezenfektekirinê yên guncan bi kar bînin. Wekî din, kontrolên birêkûpêk ên beytarîyê û derzîlêdanên bêkêmasî yên heywanên kedî di kêmkirina xetereya nexweşîya gîyanewerî de roleka giring dileyzin. Têkoşîna vektoran rêbazeka din a giring a parastinê ye. Mînak lixwekirina cil û bergên guncav û karanîna kêzikan dibe ku ji bo parastina li hember kêzikên pêşî û kirnîyan bandorker e.
Di encamnameyê de, ji ber vê yekê nexweşîya gîyanewerî hem ji bo tenduristîya mirovan û hem jî ji bo heywanan metirsîyeka cidî ye. Divê kes, pisporên tenduristîyê û rayedar ji bo pêşîlêgirtina li belavbûna van nexweşîyan hevkarîyê bikin. Rakirina hişyarîya gel li ser vê mijarê û girtina bergirîyên pêwîst ji bo kontrolkirina nexweşîya gîyanewerî giring e. Divê neyê jibîrkirin ku civakeka mirovî ya saxlem, bi civakeka saxlem a heywanan pêkan e.