Du welatên piçûk ên Amerîkaya Navîn, El Salvador û Honduras, di sala 1969an de ne bi tenê ji ber nakokîyên li ser sînor û nerazîbûnên civakî, her weha ji ber pêşbirkeka futbolê (talanê) ketin ber şerekî giran ku cihê xwe di dîrokê de girt. Ev pevçûna bi navê “Şerê Futbolê” tê zanîn, bû mînekeka berbiçav ku furbol dikare çi qas bandorên kûr li ser civakê ava bike.
Paşperdeya Dîrokî
Alozîyên di navbera Honduras û El Salvadorê de ji ber pirsgirêkên civakî û aborî yên bi salan dihatin avakirin zêde dibûn. El Salvador welatek bû ku nifûsa wê pir zêde bû û axa wê têrê nadikir. Ji ber vê yekê, gelek karkerên Salvadorî ji bo lêgerîna kar û axê koçî welatê cîranên xwe Hondurasê kirin. Di sala 1969ê de, tê texmîn kirin ku nêzîkî 300,000 Salvadorî li Honduras dijîyan.
Lêbelê Hondûras ji vê pêla koçberan ne razî bû. Cotkarên xwecihî yên li welêt pê hesîyan ku koçberên Salvadorî derfetên kar ji destên xwe derdixin. Ev nerehetî bû sedem ku hikûmeta Hondurasê di sala 1969ê de li dijî koçberên Salvadorî sîyasetên tund bimeşîne û dest bi desteserkirina erdên wan bike. Ev yek bû sedema hêrseka mezin di nav koçberên Salvadorî de û xerabûna têkilîyên dîplomatîk ên di navbera hikûmeta Salvador û Hondurasê de.
Pêşbirka Futbolê: Çirûska Şerî
Di gel ku rageşîya di navbera her du welatan de jixwe zêde bû, biryar hate girtin ku sê pêşbirk werin lidarxistin di navbera Honduras û El Salvadorê de ji bo elemunasyona Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ku di sala 1969an de hatine kirin. Maça yekem di 8ê Hezîrana 1969an de li Tegucigalpaya paytexta Hondûrasê hat lîstin. Hondûras di vê pêşbirkê de 1-0 bi ser ket, lê piştî maçê lîstikvan û temaşevanên El Salvador rastî êrîşê hatin.
Piştî van bûyeran, di maça duyemîn de, ku di 15ê Hezîrana 1969an de li El Salvadorê hat lîstin, atmosfer pir dijwartir bû. El Salvador di vê pêşbirkê de 3-0 bi ser ket û vê carê lîstikvan û alîgirên Hondurasê rastî tundîyê hatin. Çapemenîya her du welatan jî ev rewş gur dikirin û hestên neteweperestîyê hişyar dikirin.
Maça sêyemîn û dawîn li Meksîkayê li cîhekê bêalî di 26 Hezîran 1969ê de hate lîstin. El Salvador bi 3-2 têkbirina Hondurasê gaveka mezin avêt ji bo bidestxistina Kûpaya Cîhanê. Lê belê vê serketinê krîza dîplomatîk hêj kûrtir kir. Piştî maçê di cih de, El Salvador hemû têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi Hondurasê re qut kirin.
Destpêk û Pêvajoya Şerî
Vê qutbûna dîplomatîk rageşîya di navbera her du welatan de gihand lûtkeyê û di 14ê Tîrmeha 1969an de El Salvador li dijî Hondurasê dest bi êrîşa leşkerî kir. Şer bi navê “Şerê 100 Seetî” jî tê zanîn ji ber ku bi tenê çar rojan berdewam kir. Artêşa Salvadorê bi lez ber bi Hondûrasê ve çû û nuqteyên stratejîk bi dest xist.
Lê ev şer ne serkeftineka leşkerî û ne jî çareserîyeka demdirêj bi xwe re anî. Şer di 18ê Tîrmehê de bi navbeynkarîya Rêxistina Dewletên Amerîkayê qedîya. Di navbera her du welatan de agirbest pêk hat û artêşa Salvadorê vekişîya. Di şer de nêzî 3.000 kesan jîyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn, her du welatan jî zirareka mezin a aborî dît.
Serdema Piştî Şerî
Piştî bidawîbûna şerî, têkilîyên di navbera El Salvador û Hondurasê de bi dehan salan baş nebû. Pirsgirêkên li ser sînor bi peymana aştîyê hatin çareserkirin a ku di sala 1980ê de hatî îmzekirin, Lê dijminatî û birînên civakî yên di navbera her du welatan de demeka dirêj berdewam kir.
Şerê Futbolê yê 1969an di dîrokê de cihê xwe girt û nîşan da ku futbol ne bi tenê werzîşek e, di heman demê de dikare bandoreka mezin li ser neteweperestî, pirsgirêkên civakî û têkilîyên navneteweyî jî çêbike. Vî şerî da xuyakirin ku futbol her tim nabe hêza yekgirtinê, berevajî wê carinan dikare bibe hêza dabeşker.
Di encamê de, Şerê Futbolê yê 1969an ji bo têgihîştina bandorên civakî yên futbolê û çawa ev bandor dikarin bibin sedema encamên trajîk bûyereka giring e. Ev şer nîşan dide ku bûyereka werzîşê çawa dikare wekî amûrekê ji bo bandorkirina nasnameyên neteweyî û gurkirina tansîyonên civakî were bikaranîn. Di gel ku futbol xwedî potansîyel e ku mirovan bîne cem hev, di heman demê de potansîyela wê heye ku mirovan ji hev cuda bike.