Di lîga 1em a TFFyê de Amedspor dê îşev li mala xwe bi İstanbulsporê re bilîze. Amedspor ku di pêşbirka xwe ya ewil de pûanek ji Karagumrukê stendibû, dixwaze li mala xwe serkeftina xwe ya ewil bi dest bixe.
Amedspor sibê piştî 110 rojan li mala xwe û pêşberî temaşevanên xwe dê mêvandarîya İstanbulsporê bike. Pêşbirk, li stada Amedê wê seet di 21:00ê de dest pê bike.
Yanal ji bo Pêşbirka Îro Piştgirî ji Temaşevanan Xwest
Rahêner Ersun Yanal jî berîya maçê banga piştgirîyê li temaşevanan kir. Yanal da zanîn ku temaşevanên qeyda xwe li Passoligê çênekirine dikarin bi lez û bez bi rêya telefonê qeyd bikin bêyî ku li ber Amedstoreê bikevine di rêzê de.
Tê çaverêkirin ku ji bilî nêzî 30 hezar temaşevanan, Serokê TFF’ê Îbrahîm Hacîosmanoglû, Walîyê Amedê, Parlamenterên AK Partî, DEM û CHP’ê jî li maçê temaşe bikin.
Hacıosmanoglu ji bo Bicihanîna Soza Xwe Hate Amedê
Haciosmanogluyê ku berîya ku wek Serokê TFFê bê hilbijartin soz dabû ku dê pêşbirka ewil li Amedê pêşbirka Amedsporê temaşe bike, berîya maça İstanbulsporê hat bajêr. Serokê Federasyona Futbolê yê Tirkîyeyê (TFF) Îbrahîm Haciosmanoglu, duhî beşdarî xwarina tîma Amedsporê bû.
Welatîyan eleqeyeke mezin nîşanî Haciosmanoglu dan. Haciosmanoglu û heyeta pê re li gel Serokê Amedsporê Azîz Elaldi li navçeya Sûrê cihên dîrokî yên wekî Mizgefta Mezin, Minareya Çar Ling û Qesra Cemîl Paşayî zîyaret kirin.
Haciosmanoglu pişt re bi Seroka Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parêzgar Murat Zorluoglu û Serokê Amedsporê Azîz Elaldi re beşdarî xwarina galayê ya Amedsporê bû. Heyeta TFF’ê îro piştî hin serdanan li bajêr, dê maça Amedspor-İstanbulsporê temaşe bike.
Pêşbirka Amedsporê di Kîjan Kanalê de ye?
Pêşbirka Amedspor-İstanbulsporê dê li ser ekranên beIN SPORTS, MAX 1 û TRT Sporê zindî bê weşandin.
Kadroya Texmînî: Nurullah, Batuhan, Mehmet Yeşil, Uğur Adem Gezer, Alberk Koç, Cassubie, Nkoulou, Traore, Çekdar, Ömer Bayram, Assombalonga.
Serkeftin ji bo Amedsporê…