Di cîhana nû de, pirsgirêkên darayî bûne yek ji pirsgirêkên hevpar ku bandorê li jîyana rojane ya gelek kesan dike. Newekhevîya di dabeşkirina dahatê de, guheztinên aborî û zêdebûna berdewam a lêçûnên jîyanê dibe sedem ku xelk rastî kêmasîya pereyên neqdî bên û heta dawîya mehê di birêvebirina dahata xwe de zehmetîyan bikişînin. Ev rewş ne bi tenê di asta takekesî de, di asta civakî û aborî de jî dikare encamên giran bi xwe re bîne.
Bandora Nebûna Pereyên Neqdî
Têgeha Bandora Nebûna pereyê neqdî (Cashless Effect) yekem car ji hêla teorîsyena bazar û aborîyê Elizabeth Hirschman ve di sala 1979 de hate destnîşankirin. Hirschman di sala 1979 de li ser xerîdarên zincîredikanekê lêkolînek kir. Li gorî vê yekê hate dîyarkirin ku mişterîyên herî zêde pere xerc kirîn kesên xwedîyê kartên kredîyê ne.
Lêbelê, xerîdarên firoşgehê yên ku bi kartên kredîyê danûstandinê dikin, li gorî yên bi pereye neqdî danûstandinê dikin ji bihayê wan zêdetir berê xwe didin kalîteya wan. Bi gotineke din, yên ku kartên kredîyê bi kar anîne kêmtir fikara xerckirina pereyan kirine û hêsantir pere xerc kirine. Kêmbûna fikara li ser xerckirina pereyan, dibû sedema nemana pereyan bo dawîya mehê. Bi gotineke din, ji ber bandora nebûna pereyen neqdî ku Hirschman wekî Cashless Effectê pênase dike, bikaranîna karta kredîye dibe sedema fikaran kê di xerckirinan de, xerckirina zêde û nema pereyan bo dawîya mehê.
Bêperebûn, rewşa nebûna pereyê neqdî ye ku têra hewcedarîyên kesek bike. Ev dikare bibe sedema serîlêdana deynên demkurt, zêde bikaranîna kartên kredîyê û zêdebûna barê deynan. Kêşeyên darayî dikare di kesekê de bibe sedema stres, fikar, bêxewî û depresyonê.
Gelek kes dema li hember serfkirinên rojane bêhêz dimînin ji alîyê aborî ve xwe bêçare hîs dikin. Ev dikare bibe sedema astengkirina biryargirtinê, çêkirina pîlansazîyên demdirêj dijwar bike û bawerîya kesan a pêşerojê xera bike. Wekî din, mirovên ku bi rêkûpêk rastî nebûna pereye neqdî tên, di xetereya lêçûnên ji nişkê ve de ne û fersenda xilaskirina ji bo rewşên awarte winda dikin.
Bandora nebûna pereyên neqdî rewşek e ku pir caran di jîyana rojane de tê dîtin û pêvajoyên psîkolojîk jî di derketina wê de pir bi bandor in. Mînak, bifikire ku hûn di firoşgehekê de rastî hilberekê tên ku ji budçeya we re ne guncan e. Bi xwezayî, ne gengaz e ku hûn wê hilberê bikirin ji ber ku budçeya we destûrê nade. Lêbelê, dema ku kartên kredîyê tevlê dibin, rewş diguhere. Ji ber ku hûn ê bi saya karta kredîyê çi pereyê fîzîkî winda nekin, meyla we ya kirîna hilberê pir zêde dibe.
Pere Têra Dawîya Mehê Nakin
Gelek kes, daha wan çi qas be jî di dawîya mehê de pirsgirêka nebûna pereye neqdî dibînin. Gelek sedemên sereke yên vê yekê hene:
Bêhevsengîya Dahatê: Dahata nebirêkûpêk lêçûnên sabît ên şexsan dijwar dike. Lêçûnên bingehîn ên wekî kirê, fatûre û markêt dikarin beşeka mezin ji dahatê bixwin.
Lerçûnên bêpîlankirî: Piranîya kesan dema ku budceya xwe bi têra xwe baş pîlan nekin an jî bo lêçûnên ji nişka ve ne amade bin, nikarin dahata xwe bi bandor bi rêv e bibin.
Lêçûna Zêde ya Jîyanê: Bihabûna lêçûnên jîyanê li bajarên mezin, nemaze lêçûnên sabît ên wekî kirê û çûnûhatinê, beşek mezin ji dahatê dixwin.
Penca Deynan: Deynên karta kredîyê û deynên din her ku dawîya mehê nêzîk dibe, erkên peredanê zêde dike û ev yek bandoreka nerênî li ser transfera pereyê kesan dike.
Pêşnîyazên Çareserîyê
Di dawîya mehê de nemana pereyan, dikare wekî pirsgirêkeka budçe û rêveberîya darayî were hesibandin. Gavên ku dikarin di vî warî de werin avêtin ev in:
Budçekirin: Bi baldarî şopandina dahat û lêçûnan, pîlansazkirina lêçûnan û cihêkirina di navbera daxwaz û hewcedarîyên de dikare alîkarîya kesan bike ku bigihîjin kontrola darayî ya bi bandor.
Fona Rewşa Awarte: Afirandina foneka bilez bi mîqdarên piçûk her meh, amadebûna darayî li hember lêçûnên nedîyar misoger dike.
Rêveberîya Kredîyê û Deynan: Kêmkirina deynên karta kredîyê, dûrketina ji kirîna bi bonoyan û heke gengaz be, serî li rêgezên deynkirinê yên kêm-faîz dikare veguhestina pereyan birêkûpêktir bike.
Teserûf û Edetên Veberhênanê: Pêşxistina adetên teserûfê yên piçûk û kanalîzekirina wan, teserûfê di veberhênanên demdirêj de dikare bibe alîkar ku bigihîje azadîya darayî.
Di emcamê de, nebûna pereyên neqdî û nemana heta dawîya mehê yek ji pirsgirêkên aborî yên giring ên jîyana nû ne. Lêbelê, çareserkirina van pirsgirêkan bi budçeya bi bandor û tedbîrên teserûfê yên ku di asta kesane de bêne girtin gengaz e. Di heman demê de jiholêrakirina hevsengîyên aborî û têkoşîna li dijî newekhevîya dahatê dikare çareserîyên mayîndetir di asta civakî de pêşkêş bike. Zêdekirina xwendewarîya darayî dê di demeka dirêj de bibe alîkar ku kes jîyaneka aborî ya tendurist bijîn. Çêkirina hişmendîyê û haydarkirina kesan ji van kêşeyên darayî dibe ku mifteya pêşerojeka aborîyê ya domdar be.