Gelo gava em dibêjin Mîrektîyên Kurdan di eslê xwe em çi dibêjin, behsa ku derê dikin? Yanî gava em dibêjin mîrektîyên kurdan bo me hemû rêveberîyên kurdan heman tişt bûn? Gelo binyada van mîrektîyan çawa bû? Esas di vêrê de gava em berê xwe bidinê ne ku navê wan “Mîrektîyên Kurdan” bû, me ev nav paşê lê kirîye. Her çend em bêjin “Mîrektîyên Kurdan” jî esas navê wan ê wê demê di nav sîstema îdarî ya Osmanî de “Yurtluk Ocaklik” û “Hukumet Sancak” bû, bi du navan.
Mîrektî (Hukumet Sancak/Yurtluk Ocaklık) Çawa bûn?
Ev tişt ne ji bo kurdan tenê bû, li wan cihên dî jî hebû lê bi hin navên dî. Lê wekî sîstem ocaklik tê çi wateyê di lîteratura osmanîyan de? Di rêveberîya wan de ocaklik ew tişt e em bêjin ‘erdek heye an jî cihek heye debarek, dahatek jê tê. Ew dahat heger bo malbatekî bê dayîn yanî ew êdî yê malbatê be ew êdî dibe ocaklika wê malbatê. Yanî cihekê tu didî zumreyekî dahata cihekê tu didî komekê, kom jî axleb xanedan e. Yurtluk ocaklik jî tam tê wê wateyê, dîse heman tişt e dîse tu didî malbatekê. Her du jî ocaklik in her du jî sancak in, di nav di nav sîstema Osmanî de. Sancak jî girêdayî eyaletan e, eyalet navend e.
Her çend em bejin mîrektîyên kurdan jî qanûnên Osmanî hene gava behsa yurtluk ocaklikê tê kirin. Dibêje di dema fethan de alîkarîyên wan beg, malbat û xanedanan, ev erd yanî yurtluk ocaklik wekî xelat em didine wan. Yanî di vê derê de ne ku tiştekî jixwe yê te ye bila yê te be. Dibêje te alîkarîya min kirîye lê wekî mukafatekî vê derê didime te. Yanî hem yurtluk ocak hem hukumet ji ber alîkarîyên dema fethê tên dayîn
Ev sîstem piştî şerê Çaldiranê û Dedekarginê, yanî sefera Êranê têne avakirin. Halîl Înalcik dibêje; “Polîtîkaya Fethê ya Osmanî du qedeme ye, di qedemeya pêşî de Osmanî wê derê feth dike û bi malbatên xanedanan re parve dike. Paşê jî malbata xanedan jî hêdî hêdî ji holê radike. Yanî rêveberîyê ji destê wî derdixe, ew bi temamî dibe xwedîyê wê derê.” Bi vî şiklî yurtluk ocaklık/mîrektî dihatin avakirin.
Gelo Bo Kurdan Ev Çawa Çêbû?
Yurtluk ocaklik bo hukûmetên kurdan jî her wesa çêbû. Pêşî em bêjin Osmanî gava hatin Kurdistanê rasterast êrîş nebirin ser Kurdistanê, bi mîrên Kurdistanê re şer nekir lê dîse jî gava ku xwest Kurdistanê di bin hukmê xwe de bi cîh bike, ew mîrên kurdan, begên kurdan yanî malbatên xanedan, milkîyet an jî rêvebirina heqê erdê, ew cih dida mîran.
Di meseleya kurdan de em bêjin piştî Çaldiranê û em bêjin Îdrîsî Bidlîsî bi şeklekê kurd qane kirin an jî bi wan re axift, lihevkirinek çêbû hevpeymanek çêbû û rê hat dayîn ku kurd erdê xwe bi rê ve bibin. Gava Yavuz Sultan Selîm şerê Çaldiranê kar dike û heta Tebrîzê diçe, Êranê yanî Sefewîyan têk dibe lê Îranê fetih nake. Wê çaxê di artêşa Osmanî de yekgirtinek nebû, gelek kes ne razî bûn ji ber vê seferê. Yanî pişta Yavuz Sultan Selîm sedê sed ji artêşa wî ne saxlem bû. Ji ber wê bi tenê heftîyekê li Tebrîzê dimîne dibêje ez ê vekişim Amasyayê, li Amasyayê bimînim, piştî saleka dî, piştî tam min pişta xwe saxlem kir qewî kir ez ê berê bidim Êranê vê carê fetih bikim.
Tê Amasyayê, tabî haya kurdan jî ji vê meseleyê heye. Îdrîsî Bidlîsî jî tê ji kurdan re behsavan tiştan dike û ji ber ku Safewî têk çûbûn kurdan hê berî Safewîyan jî hê berî Osmanîyan jî erdên ku ji alîyê wan ve ji alîyê malbatan ve dihate birêvebirin dîsa êrîşî wan deran dikin û kesên safewî kesên turkmen, rêvebirên turkmen ji wêrê diqewirînin û desthilatdarîyên xwe dîse dixin destê xwe. Tabî pişta wan ji Osmanî saxlem bû. Çunkî Yavuz Sultan Selîm bawerî dabû wan ku gotibû em ê alîkarîya we bikin, êdî safewî nayên em ê li van deran bin, hûn jî axa xwe bi rê ve bibin bi vî şeklî.
Gava wextek dibore, Nêzî salekê dem dibore, Yavuz Sultan Selîm hê jî li Amasyayê ye êrîşî safewîyan nake. Fukarek bi mîrên kurdan re çêdibe, diçin Amasyayê dibêjin me pişta xwe bi we saxlem kir û me berê da safewîyan û me ew ji axa xwe derxistin û me got hûn ê êrîşî wan bikin. Heger hûn êrîşî wan nekin û ew careka dî berê xwe bidine we em ê zerarê bibînin. Osmanî li wêrê pêbawerîyekê dide wan. Dibêje na, herin em ê alîkarîyê bidin we û em ê piştgirîyê bidin, hetta hinek artêşa xwe jî dişînin.
Di Şerê Osmanî û Safewîyan de Mîrektîyên Kurdan
Mesela Dîyarbekir ji alîyê Osmanî û leşkerên kurdan ve tê standin, piştî wê Ustajlu rêvebirê Safewîyan ji Dîyarbekir dertê, xwe dispêrin Mêrdînê li wêrê jî şerê Dedeqarginê çêdibe. Welhasilê kelam êdî bi şeklekê temamê Dîyarbekir û Mêrdîn û erdên kurdan li rojavayê Safewî û rojhilatê Osmanî dikeve destê mîrên kurdan. Tabî mîrektîya Erdelanê dikeve destê kurdan dîsa piştî wan çaxan lê girêdayî Safewîyan e. Yanî ev nayê wê wateyê ku piştî Çaldiran û Dedekarginê kurd hemû tev yekpare bûne alîgirê Osmanî. Hê jî wê çaxê hin alîgirên Osmanîyê bûn hin mîr jî alîgirên Sefewîyan hebûn. Mesela mîrên Urmîyê, Colemêrgê, Ûşnîyê, Erdelanê, Sineyê wê çaxê alîgirê sefewîyan bûn. Yanî kurd wê çaxê jî ne yekperçe bûn. Piştî van bi şeklekî mîrektîyên kurdan ava bûn.
Binyada Mîrektîyên Kurdan ya Birêvebirinê
Taybetmendîya duyem, ezil û neseb nîne. Ev tê çi wateyê? Mesele gava yek ji ciyekê ji peywirekê ji berpirsîyarîyekî tê ezilkirin çi dibe? Yanî ew ji wê derê tê stendin. Em bêjin rêvebirê hukumetê an jî yurtluk ocaklikê peywirê ji destê wî nastîne an jî ji rêveberîya wî dernaxe. Wate jê, em bêjin yurtluk ocaklikek bo begekê bê dayîn gava ew beg bimire kurê wî dikeve şûna wî. Eger kurekê wî tune be ji xanedanê, ji malbatê an jî eşîrê kesekê dî dikeve şûna wî. Eger tiştekê zêde dersiruştî nebe ew malbat ew xanedan wê derê bi rê ve dibe, Osmanî destê xwe nade wan rêvebiran.
Bi tenê dibêje di wextê seferê de hûn alîkarîya min bikin an jî alîkarîya nekin ez dikarim kesekê di li wê derê tayîn bikim. Yanî her rêvebirî di destê malbatê de ye. Em bêjin mîr bimire kurê wî dikeve şûnê. Heger kurên wî gelek bin serokeşîr dikevinê dewrê, ew rihspîyên eşîrê, rihspîyên mîrektîyê dikevine dewrê. Her mîrê ku eşîrên girêdayî wî mîrî hene, ew eşîr kom dibin yek ji wan dikin mîr.
Tehrîr Çi ye?
Mesela li Mêrdînê tehrîr hebe jê re “tahrir defterî” dihat gotin, defterên Mêrdînê tên girtin. Li Mêrdînê kî dijî, kîjan malbat dijîn, kî çi karî dike, kî bi çi re eleqedar e, li wêrê kîjan eşîr hene, li wêrê kîjan koçer hene, kîjan koçer in, kîjan niştecih in, çi qas nifûs heye çi qas erd heye filan bêvan. Ji vê yekê re tehrîr tê gotin. Di yurtluk ocaklikan de tehrîr hebû, lê li hukumet ocaklikan tehrîr nebû.
Tehrîr ji bo Çi Dihat Girtin?
Ev tehrîr ji bo wergirtina bacê dihat girtin. Em bêjin kesekê niştecih be dê ev qas bacê bide. Kesekê niştecih be û gayrîmuslim be dê ev qas bacê bide. Yanî ev tehrîr ji bo bacê tên girtin. Yanî kî çi qas bacê dê bide li vêrê dîyar e û kî çi qas bac daye ev jî dîyar e. Yanî Tehrîr li yurtluk ocaklikan tê girtin, çima tê girtin? Tehrîr hebe di heman demê de mar û ze‘amet jî heye. Yanî ew erd yê Osmanî ye, hesabê wê tê girtin û hesaba wê jî em bêjin baca wê jî ji bo paytexta Osmanî yan jî bi kîjan eyaletê ve girêdayî bin ji wê re tê şandin.
Yanî bac digehe Osmanî. Tabî di vê derê de dahatên malbata mîr hene bi tiştên dî. Erdên wan hene didin îcareyê, xulamên wan hene, mîqtarek ji wê bacê jî girêdayî vê malbatê ye. Lê pereyê xanedanê ji mîrektîyê dertê diçe Osmanî. Li vê derê tehrîr tune defter nayê girtin. Çima defter nayê girtin? Çunkî di hukumetê de tehrîr tune ye bac bo mîrektîyê ye. Yanî pere ji wêrê dernayê, pereyê ku ji vê hukumetê tê standin dîsa di nava vê hukumetê de dimîne.
Dîsa tiştekê dî li vêrê em bêjin leşker û memûrên Osmanî hene di yurtluk ocaklikê de. Lê di hukumet ocaklikê de leşker û memûrên Osmanî cîh nagirin. Bi tenê îstîsnayeka wê heye ew jî qadî ye. Mesela di her dukan de jî qadî jî Osmanî pêşandin, di her dukan de jî qadî û mîr bi hev re biryaran didin. Erka darizandinê di destê wan de ye. Memûrên Osmanî cîh nagirin. Dîsa leşker jixwe di yurtluk û ocaklikê de cîh digirin lê di hukumet ocaklikê de leşker nînin. Ordîgaha yanî artêşa mîr heye. Çima artêşa mîr heye? Ev malbatên xanedan jixwe berî Osmanî hê di dewra Aqqoyunlîyan de jî di dewra Moxolan de jî berê wan jî, piştî em bêjin hatina îslamîyetê, jixwe berê wî jî li vêrê bûn, ev xanedan li vêrê bûn. Erdê xwe bi şeklekî bi rê ve dibirin. Piştî Osmanîyan, ev piçekê sîstematîze bû.
Mîrektî di Şeran de
Bi du şeklan li hin cihan yurtluk ocaklik hin cihan hukumet ocaklik ava dibin. Yurtluk ocaklik jî hukumet ocaklik jî gava şer derbikeve berpirsîyar in ku alîkarîyê bidin dewleta împeretorîya Osmanî û leşkeran bidinê. Di yurtluk ocaklik de timarli spahîyên xwe dibin axleb, êdî girêdayî kîjan eyaletê bin. Yanî girêdayî eyaleta Wanê be diçe leşkerên xwe digehîne mîrê mîran ê Wanê. Yê hukumet ocaklikê jî heman şekil e, lê ji ber ku timarli spahî nînin, mîr artêşa xwe dihinêre. Ew jî dîsan kîjan eyalet be girêdayî wê.
Her dîse tiştekê dî heye. Mesela piştî Yavuzî, eyaleta Dîyarbekirê ava bû, em bêjin Cizîrê, Êgil, Palû, Gênc û Tercîl wekî hukumet girêdayî Dîyarbekirê bûn. Piştî Kanûnî Baxda û piştî Yavuz jî Wan çêbû. Mesela hukumeta Bidlîsê li ser Wanê bû. Em bêjin Baban girêdayî Bexdayê bû, Amêdîye girêdayî Bexdayê bû. Bi vî şeklî wekî hukumet girêdayî wan eyaletan bûn. Yanî hemû eyaletên ku hukumet kurdan, ne girêdayî eyaletekê bûn. Eyaletên Dîyarbekirê, Wanê û Bexdayê zêdetir kurd eleqedar dikirin. Çi ku hukumetên kurdan girêdayî van deran bûn.
Çawa ku mirov bifikire yanî mîrên kurdan rasterast ne girêdayî padîşahî bûn, di navberê de mîrê mîran hebû, yanî serokê eyaletê beylerbeyî hebû. Hetta di salên 1810an de Abdurrahman Paşayê Babanî serî hildide, sedema serhildana xwe dibêje ez rasterast dixwazim bi sultanî ve bême girêdan, bila di navê de Bexda nebe ez naxwazim bi Bexdayê ve bêm girêdan, walîyê Bexdayê ji min berpirsîyar be. Ev tam sîstemeka federatîf e, sîstemeka eyaletî ye, xweser e, otonom ji sedê sed. Heta di destpêkê de ji bo van hukumetan eyalet jî dihat gotin.
Gelo Kîjan Hikûmet in; Kîjan Yurtluk Ocaklık in?
Yên Dîyarbekirî; Em di serê sala 1526-1527an heta 1733-1785an de dikarin vê meseleyê bişopînin. Yên girêdayî Dîyarbekirê; mesela Çermîk yurtluk ocaklik e. Di serî de ji xwe ne wekî hukumet wekî eyalet behsa wan dikirin, paşê derbazî hukumetê dibe. Heta dawîya sedsala şazdehem jî dîsa zêdetir bikaranîna eyaletê belav e. Êgil hukumet e, Cizîr hukumet dimîn heta dawîyê jî, Palû hukumet e, Gênc hukumet e, Hezo hukumet e. Tercîl yurtluk ocaklik e dawîyê de wekî hukumetê dewam dike. Sêrt di wan çaxên serî de nîne, paşê dibe yurtluk ocaklik. Hin cihên dî, Meya Farqîn dibe ocaklik, Ahakîs û Gorgul dibe ocaklik, Meya Farqîn di dawîya dawî de dibe hukumet, Savûr dibe hukumet, Xanî dibe yurtluk. Yanî ji van cihan em fêm dikin ku ew cihên li ser Dîyarbekirê ne 5 heb sancakên hukumetan hene, Egîl, Palo, Hezo, Cizîr û Genc heta 1830 wan çaxan jî wekî hukumet xwe bi rê ve birine. Ev li ser Dîyarbekirê ne.
Yên Wanê; Dîsa heman tişt ji 1558an heta 1740an. Bidlîsê hukumet e. Pêşî eyaleta Dîyarbekirê paşê ya Wanê paşê ya Bexdayê û yên dîtir tên avakirin. Heta eyaleta Wanê ava dibe li ser Dîyarbekirê ye. Heta Îmadîye di serî de ser eyaleta Bexdayê ye lê dawîyê dawîyê em dibînin yekem car bi eyaleta Dîyarbekirê ve tê girêdan. Çunkî Dîyarbekir heye, anku heta Îmadîyeyê jî standine wextekÊ, lê paşê hatîye ser Bexdayê piştî sefera Kanûnî ji sefera Bexdayê vegerîyeye wê çaxê eyaleta Bexdayê ava dibe û hin hukumetên kurdan bi vê derê ve têne girêdan. Yên Wanê; Bidlîs, Hîzan, Espayirt, Mehmûdî, Hekkarî, Xoy ku li Îranê ye, demekî demek wek bin banê împeretorîya Osmanî de jî maye. Çar heb hukumet jî li Wanê hene, du heb jî li Bexdayê hene Îmadîye û Baban jî li vir in. Her weha li Erziromê û Çildirê jî yurtluk ocaklik çêbûne.
Navendîbûna Dewleta Osmanîyan
Li van cihê yurtluk ocaklik lê heyîn tev cihên dûr in, ev der îstîsna, anî Bolu, Qers, Şam, Riqa ev der tev cihê ji bo Osmanî dûr in. Yanî em fêm dikin ku cihê ji navendê dûr Osmanlî zêdetir li wan cihan rêvebirtîya xwe bi malbatên xanedanan re parve dike. Bolu tenê nêzîk bû. Heta sedsala nozdehem ev mîrektî dewam dikin û paşê ji holê radibin. Ev jî bi çi ve girêdayî ye? ne ku Osmanî hemû fikir û zikirê wan ew bû mîrektîyên kurdan ji holê rakin. Na ev perçeye sîstema wan a wê rojê bû. Çunkî împeretorîyên dinyayê ber bi navendîbûne ve diçûn, sîstema dewletên nû ava dibû û Osmanî jî ber bi navendîbûnê ve diçû û mîrêktîyên kurdan, hukumetên kurdan, yurtluk ocaklikên kurdan li ber wê navendîbûnê pirsgirêk bûn, ji bo wê jî ev hildidan.
Tabî nerihet bû hema wesa carekê hildin, kurdan jî li ber wê li ber xwe da, serhildan çêbûn. Jixwe em bêjin serhildana Mîr Bedirxan, Mîrê Rewanduzê, Şêx Ubeydulah û Şêx Seîd. Esasên ya ku heta îro jî dewam dikin ev in. Yanî ew parvekirina rêvebirîyê ye. Yanî di sedsala XIXem de ji salên 1830î dest pê dike heta 1847an kêm zêde hemû mîrektî û hukumetên kurdan ji holê radibin.
Li Wanê, Hekkarî, Bidlîs, Hîzan, Xoşab, Mehmûd berdewam in. Li Wanê Bargirî wekî yurtluk, dîsa Palû wekî hukumet, Cizîr, Êgil, Hezo, Tercîl, Sawûr dewam e. Atak wekî yurtluk dewam e, Xanî wekî yurtluk dewam e. 1821an de êdî hema bêje yurtluk û ocaklikên kurdan bi temamî ji holê radibin. Cihên xwe li ser lingan girtine bi tenê hukumetên kurdan e. Ferq çi bû? em bêjin hukumetê perê xwe nedida ji der ve, çunkî ekonomîyek êdî kêm zêde li wêrê çêbûbû. Bac nedida derve û leşkerên xwe hebû. Yanî hêza eskerî û malî, jixwe îdare di destê wan de bû. Ji ber wê xwe li ser pîyan girtibûn. lê yurtluk ocaklik ber bi dawîya sedsala hejdehem ve têk diçûn. Jixwe di nîvê sedsala nozdehem de hemî mîrektî têk diçin. Mîrektîya herî dawî têk çûyî ya Botanê ye di sala 1847an de.
Çavkanî:
Nîşeyên ji dersên İbrahîm Tarduş li Zanîngeha Mardin Artukluyê.
Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar, ç. 3, 2015.
Hakan Özoğlu, Dewleta Osmanî û Neteweperwerên Kurd, wer: Ali Karadeniz, Kitap yayınevi, Stenbol, 2012.
İbrahîm Tarduş, İngiliz Seyyahların Gözüyle Ondokuzuncu Yüzyılda Kürtler, Avesta, Stnebol, 2022.
Mehmet Emin Zeki Beg, Kürtler ve Kürdistan Tarihi, Nûbihar, ç.2, Stenbol, 2011.
Murad Ciwan, Çaldıran Osmanlılar Safeviler ve Kürtler, Avesta, Diyarbakir, 2015.