Magnetîzma ji bo me mijareke gelekî giring e. Gelek amûrên ceyranî (elektrikî) bi saya magnetîzmê dixebitin. Wekî transformator, jenerator, motora ceyranî û hwd. Bêyî ku em bizanin magnetîzma çi ye, em nikarin karê ceyranê bikin, ceyranê çêbikin, bigîhinin cihekî an bi kar bînin.
Magnetîzma ji ber hereketa elektronên atoman çêdibe. Elektron dizivirin û ev zivirandina wan jî ji ber barê elektrîkê qada magnetîk çêdike. Her weha qadên magnetîk hêzên magnetîk derdixin holê. Ev hêzên magnetîk jî bi guherîna qadên magnetîk çêdibe.
Pêlên lazerê yên zêde dikarin werin bikaranîn da ku di pîvanên demeke pir kin de meyildarîya magnetîzasyona materyalê biguherînin. Bi gelemperî, bandorên weha ji hêla germê ve tê înduktekirin (induction), ji ber ku enerjîya lazerê ya ku tê hilanîn materyalê pir zû germ dike û dibe sedema birêkûpêkbûna magnetîkî zû xirab bibe.
Zanistvanên ji Enstîtuya Max Born (MBI) a bi tîmeke lêkolîner a navneteweyî re hevkarîyê dikin, ji bo çêkirina guhertinên magnetîzasyona mezin nêzîkatîyeke netermal a bibandor nîşan dane. Bi derxistina amêjena hesin-gadolînîyûmê ya ferrimagnetik li ber pêlên polarîzekirî yên çemberî yên tîrêjên ultravîyoleya tund (XUV), dikarin bersiveke magnetîkî ya bitaybet a bihêz li gorî prensîba teqîna ronahîya XUVê ya ku hatîye (polarîzasyona çemberî ya çep an rast) derxînin.
Mekanîzmaya bingehîn li ser bandora berevajî ya Faradayê ye. Xwe dispêre vegirtina ronahîyê lê têkilîyeke kêrhatî di navbera polarîzasyona wê û momentên magnetîkî yên di materyalê de peyda dike. Ev lêkolîn di Communications Physics de tê weşandin.
Dema derba lazerê ya tund li cihekî magnetîzekirî dikeve, bandora wê ya li ser magnetîzasyonê bi gelemperî dikare bi mîqdara enerjîya ku ji materyalê re tê guheztin ve bê girêdan. Ji alîyê mîkroskopîk ve, tê de elektron bilez ji hevsengîyê derdixin û dest bi belavbûna (scattering) hev û bi qûasîparîyên (quasiparticles) din dikin, spîna elektronê û momentên orbital diguherînin û ji ber vê yekê magnetîzasyona dirêj diguherînin.
Her çi qasî mekanîzmayên weha rê li ber curbicur dîyardeyên balkêş, wekî windabûna qada magnetîkî ya zêde bilez û guheztina magnetîzasyona bi lazerê vedikin, ev li ser hesaba barekî germê ya giring a li ser materyalê çêdibe û ev jî di rewşên rêjeyên ducarekirina bilez de (mînak. xwendin/qeydkirin di teknolojîyên hilanînê yên paşerojê de) îmkana teknolojîk sînordar dike.
Tîmeke lêkolînê ya navneteweyî ya ji alîyê zanistvanên MBI ve hatîye birêvekirin, niha bi ronahîyê lêkolîna rêyeke bitevahî cuda û netermal a manîpulasyona magnetîzmê kirîye. Nêzîkatîya wan ne li ser germkirina elektronîk ya ji alîyê vegirtina ronahîyê ve hatîye çêkirin, li ser fenomeneke opto-magnetîkî ye, xwe dispêre têkilîyeke rasterast, di navbera hevgirtina polarîzasyona ronahîyê û spinên elektronîkî de.
Mekanîzmaya bingehîn bandora Faraday a berevajî (IFE) ye, ku dibe sedema çêbûna momentên magnetîk ên di amûreke optîkî de ji alîyê tîrêjên polarîzekirî yên çemberî ve tê hişyarkirin, prensîba magnetîzasyonê bi vê yekê ve girêdayî ye, polarîzasyona çemberî çep e an rast e.
Lê belê ji ber ku taybetmendîyên metalî û pir vegirtina materyalên ferro- û antîferromagnetîkî bandorên netermal ên ku li jor hatine destnîşan kirin ditepisînin, hewce bû teknîkeke taybet were pêşvexistin da ku bersiveke opto-magnetîkî ya girîng were girtin.
Bi bikaranîna pêlên femtosekondî yên polarîzekirî yên tîrêjên ultraviole (XUV) yên ku li lazera elektronên azad (serbest) FERMÎyê tên çêkirin, zanistvanan karîbûn damezrandina magnetîzasyoneke taybet a bihêz a ku ji alîyê IFE ve hatîye çêkirin di amêjena hesin-gadolînîûm (FeGd) de metalî û ferîmagnetîk nîşan bidin.
Ev bi saya enerjîya fotonê ya bilind a tîrêjên XUV pêkan e ku dikare bi hişyarkirina birezonans a elektronên asta bingehîn ên bişidîyayî girêdayî ne; Ev elektron ji ber taybetmendîyên xwe yên hindirîn (bi taybet girêdaneke spîn-orbitê ya bihêz) çêbûna bandorên opto-magnetîk ên mezin hêsan dikin.
Bi vê nêzîkatîyê re, zanistvanên ev xebat dîtine, ji bo enerjîyên cihêreng ên fotonê XUV li dora rezonansa asta bingehîn a Fe M _3,2, magnetîzasyona ku ji hêla IFE ve hatî çêkirin bi ferqa di navbera xirabbûna magnetîkî ya zêde bilez de, di pêkhateyên helezonî yên dijber ên pêlên XUVê yên biçemberî polarkirî de pêk tê, hatîye pîvandin û dîtine, karîbûn nîşan bidin heta %20-30 ji magnetîzasyona bingehîn a amêjenê dikarin bigihîjin.
Van encamên ji bo çêkirina netermal a magnetîzasyona mezin a li ser pîvanên dema zêde bilez rêbazeke bibandor peyda dikin, wisa tê texmînkirin ji bo qadên magnetizmaya zêde bilez û spîntronîk (magnetîka bi bingeha spîn) û her weha ji bo zanista têkilîyên madeya tîrêjên X’ê yên nelîneer û kontrolkirina magnetîzma hevgirtî xwedî giringîyeke mezin bin.