Wêne: Ceylan Amak
The Simpsons, yek ji rêzefîlmên anîmasyonê ên herî dirêj ên Amerîkî ye ku ji hêla Matt Groening ve hatîye çêkirin û ji sala 1989an ve li ser Fox Networkê tê weşandin. Malbata Simpsonan, ku li bajarokekê xeyalî yê Amerîkî yê bi navê Springfieldê dijî, ji Homer, Marge, Bart, Lisa û Maggie pêk tê. Homer bi gelemperî bavekî camêr û tembel e ku li santrala nukleerî dixebite; Marge stûna malê ye, dayikek xwedî sebir û şêrîn e; Bart lawikekî gemar û cirnexweş e; Lîza keçeka jîr û îdealîst e; û Maggie pitikekê lal û biaqil têne karakterîzekirin. Ev malbat, wekî rengvedana çanda Amerîkî, bûyerên civakî, sîyaset, dînamîkên malbatê û têkilîyên mirovî bi rengekî mîzahî ji xwe re dike mijar.
Ger Malbata Simpsonan Kurd bûya?
Eger malbata Simpsonan kurd bûya dê çawa bûya? Heger li bajarekî kurdan yê xeyalî bijîn dê nav û şêwaza jîyana wan çawa bihata guhertin? Ka em versîyona kurdî xîyal bikin.
Rol û Navên Kurdî yên Kesayetan
Homer Simpson – Hogir Smaîl Simko:
Hogir Smaîl barhelgireka (tır) wî heye, anku ew ajovan e. Ji Bakurê barî hildigire dibe Başurê, wate jê ji Eyntabê dibe Zaxoyê. Smaîl ji bilî van karan bi karê sîbermatîk û zanista robotîk re jî mijûl dibe. Di tarîxê de cara yekem ew zanista robotîkê ava dike û kesên wekî Laonardo Da Vincî bi xêra wî xebatên zanistî dikin.
Marge Simpson – Meryem Xan Simko:
Meryem Xan dayikeka kurd e û di pêjgeha kurdî ya kevneşop de, xelkê li xwe heyran dike bi şîyana xwe. Nanê tenûrê xweş li tenûrê dixe. Dema ew li ser tenûrê heger kesek derbaz bibe nane tenûrê dide wan. Ew nanê kel û germ ê ku bi sîrikê xweş li hev tên. Her weha di çalakîyên civakî yên taxê de jî aktîf e. Di karê destan de jî pir jêhatî ye. her weha ew stranbêje hêl e ku dengê yê zîz di radyoya Bexdayê de olan dide.
Bart Simpson – Bîrkar Simko:
Bîrkar, xortekê gemar e ku tim û tim dev ji dibistanê direve, li ser dîwaran grafîtîyan xêz dike û bi hevalên xwe re diçe serpêhatîyên biçûk. Gelek caran dikeve nav fikrên îdeolojîk û li kolanan dikeve çalakîyên mirovparêzîyê. Ew îdealîstek e ku bi berdewamî bi ramanan diafirîne ku li dijî neheqîyên li dora xwe şerî bike. Her weha meyla Bîrkarî li ser bîrkarîyê (matematîk) jî hebû. Heta di pêşerojê de Bîrkar Simko di qada bîrkarîyê de dê Xelata Nobelê û çend xelatên dî jî bistîne.
Lisa Simpson – Lîza Simko:
Lîza, keçeka ciwan e ku bi muzîk û dîlanên gelêrî yên herêmî re eleqedar. Ew govendên şêxanî, dugavî, sêgavî, babalekan, di cih de, kurmilo û gelek nimûneyên dîtir bi profesyoneli dike. Wekî beşek ji çanda kurdî rêzgirtina nirxên milet xwe dibe.
Maggie Simpson – Morî Simko:
Morî pitikeka delal e ku bi cewherê xwe yê bêdeng lê jîr, balê dikişîne. Di vî emrê xwe de gelek ji çayê hez dike. Dîya wê şûna şîrî bidê; çayê di memikê (tr: emzik) de dide.
Jîyana Rojane bi Taybetîya Çanda Kurdî
Malbata Simkoyê kurd di xanîyekê kevneşopîya kurdî de bi hewşek mezin, dîwarên kevirên spî û tijî kulîlkên rengîn de dijîn. Sibehan Meryem Xanê nanê tenûrê û penîrê sîrikê ji bo taştê amade dike, Hogir jî çaya sibê vedixwe û nûçeyên Nûhevê dixwîne. Gelek ji podcastên Nûhevê hes dike, bi taybetî jî ji dengê Mizgîn Xanê. Zarok amadekarîyên xwe yên dibistanê diqedînin.
Çalakî û Festîvalên Civakî
Jîyana malbata Simko Kurd têr û tijî ye ji cejnên herêmî û bûyerên civakî. Newroz, yek ji wan demên xweş e ku her sal bi coşeka mezin tê pîrozkirin. Hogir ji bo pêxistina agirê Newrozê amadekarîyên mezin dike, Meryem Xan û jinên cîran li hewşa malê xwarinên kevneşop çêdikin. Lîza li tembûrê dixe û dibe sergovend. Dayik dibêje, keç dilîze. Bîrkar bi hevalên xwe re li dora agirî kêfê dike, xwe di ser re diavêje.
Roja Dijwar a Hogirî
Rojekê Hogir di karî de xeletîyeka mezin dike û ji alîyê ajovanekê dîtir ve tê hişyarkirin. Dema êvarê vedigere malê, Mizgîn ji bo ku dile wî xweş bike xwarineka germ jê re çêdike. Hogir giringîya xebat û berpirsyarîyê ji zarokên xwe re dibêje, Lîza piştgirîya bavê xwe dike û sozê dide ku di pêşerojê de karê wî sivik bike. Ev bûyer nîşan dide ku têkilîyên malbatî çi qas xurt in û di demên dijwar de jî çawa piştgirîyê didin hev.
Serpêhatîya Lîzayê
Rojekê Lîza ji dibistanê direve û bi hevalên xwe re li wêranîyeka terkbûyî digere. Di vê serpêhatîyê de ji alîyê yek ji giregirên bajêr ve tê girtin û malbata wê tê agahdarkirin. Hogir her çi qas ji keça xwe hêrs bibe jî hewil dide ruhê maceraperest yê Lîzayê fam bike. Bîrkar dema ku ji wê re giringîya berpirsyarîyê û cihêkirina heq û nerastîyê dibêje, hîn dibe ku hurmeta malbatê çi qas giring e.
Têkoşîna Bîrkarî
Bîrkar, li dijî neheqîya li bajêr dest bi kampanyayê dike. Ew dibêje, divê pirtûk û materyalên nû ji dibistanê re bêne peydakirin da ku zarokên li taxê bikarin perwerdeyeka çêtir bibînin. Hogir û Meryem Xan piştgirîyê didine hewildana kurê xwe û malbatên din ên taxê jî razî dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin. Ev dibe mînakek mezin ji dildarîya Bîrkarî ya ji bo edaleta civakî û çawa malbata wê ku li pişta wê digirin.
Mêhvanperwerîya Kurdî
Meryem Xan, gelek caran cîranên xwe vedixwîne çayê, ku mêvanperwerîya kevneşopîya kurdan nîşan dide. Cîran li malê kom dibin û li ser çayê sohbetên kûr û dûr dikin. Di van hevdîtinan de têkilîyên civakî tên xurtkirin, behsa gotegot û bûyerên rojane yên li taxê tê kirin, em naxwazin bejin fesadî lê we fêm kir. Bi taybetî di Newrozê de malbat mala xwe ji bo mêvandarîya komeke mezin a mêvanan amade dike. Meryem Xan di mitbaxê de hunereka mezin diafirîne, Hogir li mêvanên xwe xwedî derdikeve.
Perwerde û Pêşeroj
Lîza, bi saya eleqeya xwe ya li ser Ziman û Edebîyata Kurdî, di rojnameyeka herêmî de dest bi qunciknivîsan dike. Li alîyê din, Bîrkar piştî dibistanê bi alîkarîya bavê xwe li Başur di dikanekê vedike ku di temenê biçûk de fêrî zehmetîyên jîyana bazirganîyê dibe û hem jî li ser bîrkarîyê xebatên xwe berdewam dike. Ji alîyê din ve Morî, her dem di nav malbatê de wekî çavkanîya şahîya malê ye. Hogir û Meryem Xan ji bo siberoja zarokên xwe her tiştî bikin amade ne û ji bo piştgirîkirina xeyalên wan dixebitin.
Wekî encam malbata Simko bi çanda kurdî re jîyaneka germ, dostane û bikêf dijîn. Têkilîyên malbatî yên xurt, xwarina kevneşop, mêvanperwerî û dewlemendîya çandî ya kurdan jîyana rojane ya malbata Simko ava dike. Ev senaryoya xeyalî temaya gerdûnî ya The Simpsonan bi cîhana rengîn û cihêreng a çanda kurdî re dike yek û nêrîneka cuda pêşkêşî temaşevanan dike. Çi tembelîya Hogirî be, çi fesadîya Lîzayê be, çi jî îdealîzma Bîrkarî be, ev karakter bi taybetmendîyên xwe yên gerdûnî tên naskirin û heskirin. Lê dîtina wan di nava çanda kurdî de serpêhatîyeka nû û naskirî peyda dike û fersendê dide temaşevanan ku wekhevî û cudahîyên navçandî bikolin.