Di roja me de, daristan ne bi tenê ji bo parastina çavkanîyên xwezayî ye, her weha ji bo civakeka zindewartir û pêşerojeka domdartir giring e. Bi taybetî li herêmên ku bandorên guherîna avhewayê yên wekî hişkahî û çolbûnê lê zêde dibin, tedbîrên ku ji hêla rêveberîyên herêmî ve têne girtin giringîyeka bingehîn e. Di naveroka îro de em ê li bajarên wekî Mêrdîn, Dîyarbekir, Êlih, Şirnex û Sêrtê ji bo têkoşîna li dijî hişkbûnê û çandina daran, li ser çareserî û pêşnîyarên nû birawestin.
Hişkahî û Çolbûn: Pirsgirêkeka Gerdûnî
Hişkahî û çolbûn pirsgirêkên hawirdorê yên li seranserê cîhanê ne û bi taybetî bandoreka kûr dike li ser civakên ku li herêmên hişk û nîv-hişk dijîn. Guherîna avhewayê van pirsgirêkan xirabtir dike, dibe sedem ku çavkanîyên avê kêm bibin, hilberîna çandinîyê kêm bibe û ekosîstem xirab bibe. Di vê çarçoveyê de plansazîya bi bandor a rêveberîya avê ya li bajaran û parastina ekosîstemên herêmî xwedî giringîyek mezin e.
Rola Rêveberîyên Herêmî û Tedbîrên Dikarin Bigirin
Teserûfkirina Avê û Bikaranîna Berhemdar: Divê hukûmetên herêmî ji bo karanîna bikêrhatî ya avê karpêkhênerîya binesazîyê bikin û karanîna teknolojîyên teserûfa avê teşwîq bikin. Mînak, pêkanînên wekî pergalên berhevkirina ava baranê û karanîna ava gewr dikarin werin berfireh kirin.
Teşwîqên Çandinîya Berdewam: Divê rêbazên çandinîya domdar li qadên çandinîyê yên li derdora bajaran bên teşwîqkirin û cotkar bên perwerdekirin. Girîng e ku ax li dijî erozyonê were parastin û awayên avdanê bên çêtirkirin.
Pêşxistina Binesazîya Kesk: Pêwîst e li bajêr qadên hêşîn bêne zêdekirin, park û baxçe bên çêkirin û ev qad ji bo tevkarîyê li çerxa avê were plankirin. Wekî din, kemberên kesk dikarin werin afirandin ku jîyana xwezayî biparêzin.
Stratejîyên Adaptasyona Guherîna Avhewayê: Divê planên demdirêj ji bo bajaran bêne çêkirin ku li gorî bandorên guheztina avhewa biguncînin. Divê di van planan de mijarên wekî rêvebirina çavkanîyên avê û kêmkirina xetereya karesatê hebin.
Em Dikarin Çi Bikin?
Bajarên me yên wek Mêrdîn, Dîyarbekir, Êlih, Şirnex, Riha, Sêrt xwedî taybetîyên erdnîgarî û çandî yên yekta ne û dikarin li dijî hişkahîyê nêzîkatîyên nû pêş bixin.
Yekbûna Zanista Kevneşopî û Teknolojîya Nûjen: Parastina cureyên nebatên xwecihî yên herêmê û pêşvebirina çandinîya teserûfa avê.
Beşdarbûn Civakî û Perwerde: Ragihandina gel li ser hişyarîya jîngehê û parastina çavkanîyên avê, misogerkirina beşdarîya çalak a gelê herêmê di projeyan de.
Nûbûn û Bikaranîna Teknolojîyê: Pêşxistin û bikaranîna teknolojîyên teserûfa avê li ser bingeha hilberên çandinîyê yên herêmî.
Gelo Daristan ji bo Civakek Zindewartir Tê Çi Wateyê?
Daristan ji bo civakeka zindewartir hêmaneka pir giring e. Daristan hem ji gelek alîyan ve sûdmend in hem jî li ser jîngeh, aborî û jîyana civakî bandorên erênî çêdike. Ger li erdnîgarîya ku em lê dijîn daristanî, ekosîstema kesk û nifûsa zindewarîyan qels be, her tişt giringîya xwe winda dike û windabûn dest pê dike. Kes û civakên ku giringîyê didin daristanan, maf û qadên jîyanê yên nifşên paşerojê diparêzin û li gorî civakên din jîyanek rojane ya jêhatîtir û aramtir dimeşînin. Ji ber vê yekê, gelo daristan ji bo me Kurdan tê çi wateyê?
Feydeyên Jîngehê
Kalîteya hewayê: Daristan bi girtina karbondîoksîtê û hilberîna oksîjenê mîqdara karbonê ya li atmosferê kêm dike. Bi vî rengî, kalîteya hewayê çêtir dibe.
Parastina Çavkanîyên Avê: Daristan çerxa avê bi hilgirtina ava baranê û hevsengkirina asta avên binê erdê bi rê ve dibin. Ew, alîkarîya parastina çavkanîyên avê dikin.
Pêşîlêgirtina Erozyona Axê: Rehên daristanan bi girtina axê pêşîyê li erozyonê digirin. Ev ji bo parastina zevî û jîngehên çandinîyê dibe alîkar.
Pirrengîya Bîyolojîk: Di daristanan de gelek cureyên nebat û heywanan dijîn. Ev giring e ji bo ekosîstema ku saxlem bimîne.
Feydeyên Aborî
Daristanî û Derfetên Karan: Daristan bi dabînkirina dar û berhemên din ên daristanê piştgirîyê dide sektora daristanîyê û di vî warî de derfetên karan peyda dike.
Tûrîzm û Rekreasyon: Daristan ji bo tûrîzma xwezayê cihên balkêş diafirîne û alîkarîya aborîya herêmî dike.
Feydeyên Civakî
Tenduristî û Dilxweşî: Têkilîya bi xwezayê re bandoreka erênî li tenduristîya derûnî û laşî ya mirovan dike. Daristan stresê kêm dike û tenduristîya giştî piştgirî dike.
Perwerde û Lêkolîn: Daristan ji bo lêkolîna li ser cihêrengîya bîyolojîk û dînamîkên ekosîstemê wekî laboratûwareka giring xizmetê dike. Ji bo perwerdeya xwezayê jî cihên îdeal in.
Giringîya Global
Daristan di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de rolek giring dilîze. Ew bi kapasîteya xwe ya vegirtina karbondîoksîtê û birêkûpêkkirina gazên serayê yên di atmosferê de dibin alîkar ku bandorên germbûna gerdûnî kêm bikin. Daristan ne bi tenê çandina daran e, ji bo zêdekirina jîngehparêzî, aborî û rihetîya civakî ya civakê stratejîyeka berfireh û nêzîkatîyeka demdirêj hewce dike. Parastina daristanan û afirandina qadên daristanî yên nû yek ji kilîdên pêşkeftina domdar û cîhaneka zindewartir e.
Di encamnameyê de;
Têkoşîna li dijî hişkbûnê ne bi tenê berpirsîyarîya rêveberîyên herêmî an kesan e ye, pêvajoyek e ku hewildaneka cîhanî hewce dike. Lêbelê, gavên giring ji hêla rêveberîyên herêmî ve dikarin bêne avêtin ku rola pêşengîyê bigirin û piştgirîya civakê bikin. Bajarên wekî Mêrdîn, Amed, Êlih, Riha, Şirnex, Sêrt dikarin çareserîyên nû derxin holê ku ne bi tenê ji bo hawirdora xwe, di asta neteweyî û navneteweyî de jî bibin mînak. Ev çareserî dê nehêlin ku ne bi tenê nifşên îroyîn, her weha nifşên paşerojê jî di hawirdoreka saxlem û zindî de mezin bibin. Ji bo ku em bigihîjin armancên daristanî û pêşveçûna domdar, divê em zanîn, teknolojî û hevkarîya civakî di asta herî bilind de bi kar bînin.