Peyva oksîmoron a bi esil fransizî tê maneya dijyekîya peyvên ku bi hev ra tên bikaranîn. Meriv dikare; ronahîya şevê, razberên şênber, gola bêav, pirtûkxaneya xalî bike mînak ku bê famkirin. Di edebîyatê da ji bona dansa li gel peyvan zehf tê bikaranîn û wateyê qewîntir dike. Peyvên wek; hevnegirtî, bêaheng, binakokî her çi qas ji alîyê wateyê ve nêzîkê vê peyvê bin jî yek bi yek li şûna peyva oksîmoronê nagirin lê peyvên tezadî û dijyekîyê ji wan zehftir xwe digihînin vê peyva ku wê bibe peyva serekî ya nivîsê.
Wextê ku meriv xwe li folklora kurmancî germ dike û je hez dike xebatinan pêk bîne dibîne ku xuyanga dawîyê nekifştir e û mijar pirtir in. Ev hest dibe ku tesîreke pozîtîf yan jî negatîf li meriv bike. Du payê xebatan barê xilaskirinê li ser xwe dixin û bi min ev yek tesîreke negatîf li ser nivîskar, berhevkar, amadekar û hwd dike.
Folklora kurdî merivî hênik dike û ji barê merivî ra dibe alîkar, sivik dike. Mijar û şaxên folklora kurdî bi zêdebûn û piralîbûna xwe ve vebijêrkên cuda cuda pêşkeş xebatkarên xwe dike. Xebatkar dibînin ku mijar gelek in û xebat kêm in xwe di serbestî û firaqetîyekî da hîs dikin. Ez dikarim bêjim xebata li ser peyv û biwêjên oksîmoron jî kêmek ji vê feraqetîyê welidî. Min seyra rêzefîlimekî Emerîkî yê bi navê shameless kir. Di sahneyekî filîmê da pêwîst bû ku gedeyekî spasî li birayê xwe bikira lê ne bi dilê wî bû radibû jê ra digot ‘fuck you very much’. Ez di kurmancî da jî tezatîyên bi vî rengî fikirîm. Ev kenehospasiya oksîmoron, anî bîra min ku di folklora me da mînakên bi vî rengî hene û kêm tên bikaranîn.
Meriv dikare van mînakên folkorîk ji bo şênkirinê bi kar bîne;
1) Elêkime Derbaz: Ev gotin ji mînakên me yên din kêmtir tê bikaranîn. Wate ew e ku kesê silavê werdigire bê dilê xwe werdigire û hez nake ew kesê silav dayî li wir bisekine. Yan jî nişan dide ku divê kesê silavdayî bi meseleya li wê derê tê xeberdan nehese. Peyva ku bi elekimê dest pê kirî her çi qas pozîtîf û bersiva silavê bixuyê jî peyva derbaz wê pozîtîfîyê jê distîne û dike rewşeke oksîmoron, an ku dijyek.
2) Gula li Ser Basmê: Di serî da ev peyv wekî peyveke pesnê û xweşikîyê eyan e lê di dawîyê da dîsa halê oksîmoronîyê li ser xwe dixe. Peyva basmê tê wateya rêx an jî bişkulên heywanan ku tê rastkirin, şikil tê dayîn, tê birîn û tê hildan. Pê şewata zivistanê dertê û di tenûrê da jî wek ardû tê bikaranîn. Gulên ku di nava basmê da şîn dibin li dijî gulê din ti rindbûnê nahewînin. Dema ku ev biwêj ji yekê ra were gotin meriv dizane ku armanç xweşdarî nîne.
3) Gorbaçov: Belê ew Gorbaçovê ku em nas dikin ew e. Serokê Sovyetê yê dawî ye ku pergala Sovyeta Sosyalîst bi wî diqede. Gelek caran meriv navê serok, rêvebir, qumandaran bi wêrekî, mezintî hwd tîne cem hev lê ev peyv di wateya gêj û ehmeqîyê da dirûv girtîye li Serhedê (min li Milazgira Mûşê bihîst). Çêdibe ji ber hilweşîna Sovyetê di serdema wî de bûbe sebeb ku alîgirên sosyalîzma sovyetê ew nav lê kiribin, ji wir jî hatibe nav kurdan.
4) Oxira Qolo (Oxira te oxira qolo be): Ev gotin, di verêkirin û xatirxwestinan da tê bilêvkirin. Kesê ku diçe nayê hezkirin û gotina “oxira te oxira qolo be” jê ra tê gotin. Di vir da qolo navê kuçikan e û xwestek ew e kesê ku diçe poşman bibe, dîsa bivegere. Kesê ku vê peyvê dibêje hez nake ku oxirîya wî baş be û pak derbaz bibe. Her çi qas wek peyveke xatirxwestinê be jî dijyekîyê li halê xwe yê heyî dike û kirasekî oksîmoron li xwe diceribîne.
5) Gûyans: Hemin me çend peyvên argo kirin nava nivîsa xwe em bînin ev peyva hevedudanî ya ku ji peyvên “gû” û “alyans”ê pêk tê jî lê zede bikin û nivîsa xwe bidin ser hev. Ev gotin jî ji halê xwe kifş e ku ji merivên hêja û biqedr ra tê gotin lê ku xirabî û kirêtîyek kiribe. Kesê biqedr û nirxbilind di bûyerekî da tiştekî xirab dike ku ew tevger li wî nayê û ev gotina ji alîyê kesê muxatab ve li wî tê kirin. Jê ra tê gotin “gûyans, ev li te nehat! û te bi wê başbûn û hêjabûna xwe ve şaşîyekî kir ku me ev tişt ji te hêvî nedikir”. Ev yek jî di peyv û wateyê da oksîmorontîyek çêkirîye ku dijyekîyeke zelal di gohê me da dijêne bi awayekî fonetikî jî.
Çend pirtûkên me yên bi vî rengî hene ku ji alîyê navên xwe ve oksîmorontîyê tînin bîra merivî. Yek ji wan pirtûka Helîm Yûsiv e a bi navê mêrê avis, ya din jî pirtûka helbestan a Ahmedê bilokî ye ku navê wê ava tî ye. Ava tî û mêrê avis jî ji teref navên xwe ve bêhneke giran a dijyekî û oksîmoronîyê li ser xwe dixin.