Em dizanin carinan hûn gazinan dikin ku çima ev qas dixebitin. Her çend fermana xebata sist bi rengekê ketîbe jîyana me, hîn jî exleb ji 9ê heta 5ê, 8 demjimêran fermana xebatê berdewam dike. Gelo fikra rojane xebata 8 saetan ji ku derê hat? Çi Xwedê ji me standîye em ev qas dixebitin? Çima 8 saet; ne 7 saet? an jî eger Xwedê neke! Me li şûna 9 saetan, 10 seetan kar bikira, wê çi bibûya?
Îro, demjimêrên xebatê ji hêla rêzikên qanûnî ve têne kontrolkirin, û hikûmet her tiştî ji demjimêrên xebatê yên heftane heta demên betlaneyê dîyar dikin. Bê guman, her çend ev yek were destnîşankirin jî, ji cihê kar bo cihê kar dikare guherîn werin dîtin. Ev ji ber peymanên kar e. Her karmendek berîya ku dest bi kar bike di peymanê de ku jê re hatîye dayîn li ser vê mijarê agehdar dibe û dema îmze dike jî qebûl dike. Her weha, îro li gelek welatên Ewrûpî êdî hefteyê çar rojan dixebitin.
Dîrok û Sedemên Nimûneya Rojane Xebata 8 Saetan
Rojane xebata 8 saetan, ku di pergala xebatê ya nûjen de bûye standard, îro ji bo gelek karmendan bûye norm. Destpêk û pêvajoya pêşketina vê fermanê ji nêz ve bi şoreşa pîşesazî û tevgerên mafên karkeran ve girêdayî ye. Karmend Robert Owen difikirî ku divê rojane xebat bibe sê par û divê karmend ji xwe re wextî veqetînin û birazin û hem jî bi kar re mijûl bibin. Bi vî awayî di sala 1817an de hevoka “8 saet kar, 8 saet xew û 8 saet bêhnvedan” destnîşan kir û ji bo hemû karmendan fermaneka 8 saetan da destpêkirin. Owen bi xwe jî kargeheka tekstîlê bi rê ve dibir.
Owenê ku zû bûyî xwedanê kargeha herî mezin û serkeftî ya Manchesterê, difikirî ku li pişt serkeftina wî awayê ew mijûlbûna wî bi karmendan re û felsefeya rêveberîya wî heye. Lê belê ev fikir bi hêsanî nehate qebûlkirin û bi ‘Qanûna Deh Saetan’ a sala 1847an, saetên xebatê yên rojane yên jin û karkerên ciwan ên di pîşesazîya tekstîlê de bi 10 saetan hate sînorkirin. Xweşbextane, ramanên ku bi mebesta kêmkirina demjimêrên xebatê yên rojane heta 8 demjimêran dest pê kirin li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Di heman demê de ev biryar bû destpêka 1’ê Gulanê Cejna Karkeran jî. Henry Ford jî li ser navê kedkaran gaveka giring avêt. Ford, di sala 1905an de rojane xebata 8 saetan li hemî kargehên xwe destnîşan kir. Henry Ford bi eşkere ragihand ku dahata wî bi vê pergala xebatê di du salên pêş de bûye çar qat. Dûv re, karkerên din xwenîşandanên curbecur li dar xistin û doza heman demjimêrên kar ên karmendên Fordî kirin. Bi vî awayî pergala rojane xebata 8 saetan kete jîyana me.
Pergala Xebatê Berî Şoreşa Pîşesazî
Berîya şoreşa pîşesazîyê, saetên xebatê yên kesên ku bi çandinî û dikandarîyê re mijûl dibûn, li gorî demsal û hewcedarîyan diguherî. Kar bi gelemperî li gorî demjimêrên rojê dihatin destnîşankirin, û di heyamên çandinîyê de carinan demjimêrên pir dirêj hewce dibûn bo xebatê. Lêbelê, di wê heyamê de standardek demjimêra xebatê ya hişk tune bû.
Şoreşa Pîşesazî û Saetên Dirêj ên Karan
Şoreşa pîşesazî, ku di dawîya sedsala 18an û destpêka sedsala 19an de pêk hat, pêvajoyên hilberînê û hêza kar bi awayekî radîkal guhert. Bi derketina kargehan re karker neçar man ku saetên dirêj, rojê 10-16 saetan bixebitin. Vê yekê bandoreka nerênî li ser tenduristî û rehetîya karkeran kir û bi demê re bû sedema bertekên civakî.
Tevgerên Mafên Karkeran û Daxwaza Rojane ya 8 Saetan Kar
Şert û mercên giran ên xebatê yên ku şoreşa pîşesazîyê derxistî holê, rê li ber derketina tevgerên mafên karkeran vekir. Li seranserê sedsala 19an, karkeran ji bo şert û mercên xebatê yên însanîtir û demên xebatê yên kurttir şer kirin. Pêngava yekem a giring bi daxwaza rojane xebata 8 demjimêran ji hêla Yekîtîya Karkerên Neteweyî ve hat ku di sala 1866an de li Amerîka hatibû damezrandin.
Pêşveçûneka din a giring Bûyera Haymarket e, ku di sala 1886an de li Chicago, DY’yê pêk hat. Xwepêşandana ku ji alîyê karkeran ve hatî organîzekirin û daxwaza rojane xebata 8 saetan kirin, veguherî tundîyê û bi navê “Komkujîya Haymarketê” kete dîrokê. Ev çalakî ji bo tevgera mafên karkeran bû xaleke veguhertinê û 1’ê Gulanê Cejna Karkeran da destpêkirin.
Fermîkirina Rojane Xebata 8 Saetan
Di destpêka sedsala 20an de, zextên tevgerên kedê û guhertinên civakî bûne sedem ku hikûmet demjimêrên karî birêkûpêk bikin. Di sala 1914an de, şirketa Ford Motor Company’yê pergala rojane xebata 8 seetî û dayîna mûçeyên zêde da destpêkirin. Vê biryarê zext li ser şîrketên din jî kir û bû sebeba belavbûna xebata 8 seetî.
Di dawîyê de, bi Qanûna Standardên Karker ên Adil ku di sala 1938an de li Dewletên Yekbûyî hate pejirandin, rojane xebata 8 demjimêran bû standardek qanûnî. Vê qanûnê hefteyê xebata 40 demjimêran wekî norm destnîşan kir, ku ji bo zêdekirina wextê pêdivî ye.
Sedemên Rojane Karê 8 Saetan: Helbet Alîyê vê yê Zanistî jî Heye…
Tenduristî û Refaha Karkeran: Demên dirêj ên xebatê bandorek nerênî li tenduristîya laşî û derûnî ya karkeran dikir. Rojane xebata 8 saetan, hişt ku karker bêhna xwe vedin û wextê xwe li ser jîyana xwe ya civakî derbaz bikin, ew bi tenduristî û hilberînertir kirin.
Berhemhênerî: Lêkolînan anî der ku demjimêrên kar ên zêde dirêj berhemdarîyê kêm dikin. Dema xebatê ya çêtirîn dihêle ku karker bêhtir baldar û hilberîner bin.
Aştîya Civakî: Zextên tevgerên karkeran û nerazîbûnên civakî hukûmet û kardêr neçar kirin ku şert û mercên xebatê yên însanîtir peyda bikin. Rojane xebata 8 saetan bû sedem ku aramî û nîzama civakî were parastin.
Faktorên Aborî: Hin karsazî yên wekî şirketa Ford Motor Company’yê, demjimêrên xebatê yên kurttir û mûçeyên zêdetir didin karkerên xwe, rêjeya cîroyê kêm dikin û karkerên jêhatîtir dikêşin xwe. Ev, weke stratejîyeka aborî ya saxlem dihat dîtin.
Di encama pêvajoyeka ku di serdema şoreşa pîşesazîyê de dest pê kirî û bi tevgerên mafên karkeran re pêş ketî, rojê 8 saetan dixebitin. Ev ferman ji ber sedemên cihêreng ên wekî tenduristîya karkeran, hilberandin, aştîya civakî û faktorên aborî hate piştgirîkirin. Îro, rojane xebata 8 saetan li gelek welatan wek standard tê qebûlkirin û bûye yek ji kevirên bingehîn ên jîyana xebatê.