Împlanta herî baş hate çêkirin. Împlanta ku nû hatî çêkirin, axaftinên di mejî de bi awayê herî rast û dirust vediguhezîne. Împlanta mêjî ya ku ji hêla lêkolînerên Enstîtuya Teknolojîyê ya Kalîfornîyayê (Caltech) a Dewletên Yekbûyî ve hatî çêkirin, heta niha bi tenê li ser du kesan hatîye ceribandin. Du mirovên bi tevahî felç ên 33 û 39 salî, beşdarî lêkolînê bûn ku di kovara peer-reviewed Nature Human Behavior de hate weşandin.
Xebata Ceribandina Duristîya Împalantê Çawa Hate Kirin?
Têkilîya mejî-makîneyê (BMI) bi 6 peyvên rast (qada şerî, kowboy, pîton, kevçî, melevanî, telefon) û du peyvên çêkirî (nifzig, bindip) hate perwerdekirin. Ev peyv hate gotin ji beşdarên ku împlant di sere wan re hatîn kirin û her weha di hema katê de li ser ekranên li pêşberî wan jî hatine nivîsîn. Dûv re ji beşdaran hat xwestin ku 1,5 çirkeyan xeyal bikin ka dê çawa heman peyvê bibêjin. Paşê ji wan hat xwestin ku wan peyvan bi dengekî bilind bibêjin.
Bi saya implantê, dema ku beşdar ew peyv difikirîn, zanyaran çalakîya mejîyê wan şopandin. Sarah Wandelt, yek ji nivîskarên lêkolînê, got axaftina di dilê beşdarekê ji sedî 79 rast hat ragihandin. Ji bo beşdarê din, rêje ji sedî 23 bû. Lêkolîn bala xwe da ser herêma gyrus ya supramargînal (SMG), ku di lêkolîna berê ya BMI de nehatibû lêkolînkirin. SMG di beşa partalê ya mejîyê mirovî de ye, ku berpirsîyarê fonksîyonên wekî mekanîzma, têgihîştina tahman û hestên êş û destdanê ye. SMG bi taybetî ji bo têgihîştin û pêvajoyên zimên berpirsîyar e.
Pîlanên Geşedana Împalanta Mejîyî Çi ne?
Ji Enstîtuya Neuroscience ya Grenoble ya Fransayê Blaise Yvert dîyar kir ku di vê lêkolînê de cara ewil çalakîya li herêma SMG’ê bi rêjeyeke bilind hatîye xwendin. Her weha lekolînvanan got ku ew pîlan dikin ku lêkolînek mezin bi perwerdekirina BMI-yê bi peyvan zêdetir bikin û hejmara beşdaran zêde bikin.
Herî dawî di teknolojîya çîpê mêjî de jî serkeftinên şîrketa Elon Musk Neuralink di rojevê de bû. Şîrketê di 29ê Çileyê de ragihandibû ku çîpek cara ewil bi awayekî serkeftî di mejîyê mirovan de hatîye bicihkirin. Lêbelê, şirketê di daxuyanîya xwe ya 8ê Gulanê de dîyar kir ku çend hefte piştî operasyonê, hin kabloyên di implanta mejîyî de qut bûn û hin dane winda bûn. Dûv re, bi çêkirina wan pirsgirêk hate çareserkirin.
Piştî vê yekê, hate ragihandin ku Neuralinkê destûr wergirtîye ku çîpa mejî li ser kesê duyemîn biceribîne. Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal roja Duşemê di nûçeya xwe de ragihand ku şîrketê erêkirin ji Rêveberîya Xurek û Dermanan a Amerîkî wergirtîye.
Împlanta Mejîyî Çi ye?
Implantên ku di mejî de têne danîn amûrên elektronîkî ne ku di dermankirina nexweşiyên neurolojîk de têne bikaranîn. Nîşanan kêm dike, kalîteya jiyanê baştir dike, bi jîngehê re têkilî peyda dike. Li hember vê yekê enfeksiyon, xwînjêhatin, zirara mejî û xirabiya amûrê jî dikarin derbikevin holê. Li vê derê celebên sereke û karanîna wan hene:
Stimulasyona Mejiyê Kûr (DBS): Di tedawiya nexweşiya Parkinsonê û nexweşiyên tevgerê yên din de tê bikaranîn.
Împlantên Kortîkal: Armanc dike ku fonksiyonên hestî yên wekî korbûnê çêtir bike.
Navberên Mejî-Komputer (BCI): Destûrê dide nexweşên şeht (felc) ku bi komputeran an jî derdora xwe re têkilî daynin.
İmplantên Epidural/Subdural: Di tedawiya nexweşiyên wek epîlepsiyê de li ser rûyê mejî têne danîn.
Amûrên Neuromodulasyonê: Di tedawiya epîlepsî û depresyonê de şaneyên hêrsê hişyar dike.