Gelo Amedspor ji bo kurdan nasnameyeke millî ye, rêya dengderxistinê ye, hevgirtina civaka kurd e, serîrakirin e?
Amedspor di lîga duyem de bû şampiyon û derbazî lîga jortir bû. Ev yek ji hêla gelek dam û destgehan ve hate pîrozkirin. Ne bi tenê li Amedê li gelek bajaran pîrozbahî hatine kirin. Gelek şaredaran, serokê şaredaran, tîma Duhokê, Wanê, Cizîrê, şexsîyetên muhîm û gelekên dîtir. Her maça Amedê fûl gîşe hat leyîstin, her maça wê li ser hesaba YouTube’ê ji alîyê hezaran kesan ve bi zindî hate tameşekirin. Heta kesên ji futbolê fêm nekin jî hewildana şopandina Amedsporê kirin û tevlî pîrozbahîyan bûn. Gelo Amedspor ji bo kurdan nasnameyeke millî ye, rêya dengderxistinê ye, hevgirtina civaka kurd e, serîrakirin e?
Aligirîya Futbolê li dor Xwedîbûnê
Gava mirov bala xwe dide werzişê û lîstikên di çarçoveya werzişê de tên lîstin, mirov dibîne ku futbol an jî bi navê kurdî “Talanê”, xwedî cih û hêzeke taybet e, ango xwedî hêzeke “girseyî” ye. Ji sitadên fitbolê yên mezin û bi hezaran mirovan cih dike bigirin, heya berbelaviya bazara wê ya navneteweyî û çalakiyên navneteweyî yên ji bo wê tên kirin, futbol di nava lîstikên werzişî de xwedî girseyeke mezin e.
Xwedîbûna vê hêza girseyî ya futbolê, bi taybetî xwe dispêre hesta pevgirêdanê ya mirovî, ku dike mirov xwe bi pê re girêdana mirov, kom û civakan re bibe xwedî cih û nasnavekê. Hêza futbolê ya girseyî, hêza wê ya alîgiriyê ye ku her tîmek di çarçoveya “alîgirî”yê de xwedî hêzekê ye û heya dikare bi saya vê alîgiriyê xwe bi rê ve bibe. Yanê mirovên ku dibin alîgirên tîmên fitbolê, bi wê alîgiriyê re ewil hewcehiya xwe ya pevgirêdanê tînin cih û di çarçoveya “alîgirbûn”a xwe de dibin xwedî cih û nasnavekî jî û xwedîlêderketina wan ya wî cih û nasnavî jî dike ku ew tîm meşa xwe bidomînin. Ango alîgirbûn bi xwe re “xwewekdîtin”ê tîne û mirovê ku dibe alîgir, bi rêya xwewekdîtina tîmê re dibe xwedî nasnava tîmê, ku bi alîgirên din re parve dike û nasnava civakî ya “alîgir”an e. Bi gotineke din: “Futbol şanoya wekdîtin/nasnavê (malbat, êl, bajar, netewe) ye”1
Aligirîya Futbolê li dor Nasnava Civakî
Ji aliyê nasnava civakî ve, alîgiriya tîman xwedî gelek dilkêşiyan e. Gava Nasnava tîmekê wekî nasnava civakî, ya ku pareke mezin ya ezitiya mirovî ye, hate pejirandin, kesê ku ew nasnav ji xwe re qebûl kirî û li ezitiya xwe zêde kirî, dikare bi serkeftinên tîma xwe re reng û nîşanên tîma xwe li xwe bike û nasnava xwe bi awayekî rengîn pêşkêşî “yên din” bike. Ev aliyê xuyanî yê nasnava tîmê ya wekî nasnaveke civakî, him alîgirên tîmê, ango “em/me” nêzîktirê hev û du dike û derfeta cudakirina “em”ê ya ji yên ne alîgirên tîmê, ango “ew”an dide alîgirên tîmê. Û helbet di serkeftinan de lixwekirina reng û nîşanên tîmê jî alîkariya bilindkirina xwegiramiya mirovî dike û li hêla din xwewekdîtinê jî xurttir dike.
Wekî me li jorê jî amaje pê kirî, futbol şanoya nasnavê ye û tîmek ji malbatê bigire heya neteweyê dikare mezin û fireh bibe. Ji maçên di navbera malbat û taxan bigire heya maçên di navbera dewletan de, ev şano bi awayekî girseyî tê lîstin, temaşekirin, şopandin û ya herî giring jî, tê pêşkêşkirin. Ji “pêşkêşkirin”ê mirov dikare pêşkêşkirina reng û nîşanan û bi vê re jî pêşkêşkirina nasnava civakî fêhm bike û ji ber vî aliyê “pêşkêşkirin”ê jî, tîmek dikare gelek caran ji tîmekê zêdetir be. Ango bi reng û nîşanên xwe û hêza pêşkêşkariya xwe, tîmek dikare bibe balhilgirê gelek tiştên din û xwedî gelek wateyên din jî.
Tîmek Dikare Bibe Qazidê Milletekê?
Ji vê hêla fitbolê ve, Barcelona mînakek e balkêş e. Barcelona tîmeke Katalanan e, ku Katalonya îro di bin nîrê mêtîngeriyê yê Spanyayê de ye û hewla serxwebûna xwe dide. Barcelona jî, her çi qas di bin navê Spanyayê de be û bi navê Spanyayê beşdarî çalakiyên navneteweyî bibe jî, xwe wekî tîmeke Spanî nabîne û wekî tîmeke Katalanî xwe pêşkêş dike û alîgirên wê di maçan de alên Katalonyayê li ba dikin û heya Barcelona xwe wekî balyozê ne fermî yê Katalonyayê dibîne.2 Loma ye di 2006an de serokê BFCyê Joan Laporta jî Barcelonayê wekî “tîmeke xwedî ruh” pênase dike2. Ruhê Barcelonayê ew qas Katalan e ku, di 2011an de biryar didin ku derfetên tîmê di rêya referandûma serxwebûna Katalonyayê ya ji Spanyayê de bi kar bînin û xwe, wekî “Tîma herî mezin ya Katalonyayê” pênase dikin2.
Amedspor…
Amed Sportif Faaliyetler, ango Amedspor jî mînakek e nêzîk e bo hêza nasnava civakî û hêza pêşkêşkirinê ya futbolê. Amedspor di sala 1972yan de bi navê Melikahmet Turansporê ava dibe û 1990an de Şaredariya Amedê wê radike bin banê xwe de û bi navên wekî Diyarbakirspor, Diyarbakir Belediyespor, Diyarbakir Büyükşehir Belediyespor û Diskispor rêya xwe didomîne.
2014an de, di kongreya xwe de biryara guherandina navê tîmê didin û biryarê li ser “Amedspor”ê didin lê TFF vî navî ji ber hêceta hebûna tîmeke din ya bi vî navî qebûl nake û loma di 2015an de navê xwe wekî “Amed Sportif Faaliyetler”ê diguherînin3. Li gorî rapora Kesk û Sor û Zerê ya Kurdish Studies Centerê li ser Amedsporê amade kirî, beriya navê tîmê wekî Amedsporê biguhere, tîm xwediyê girseyeke mezin ya alîgiran nebûye, maçên wê ji aliyê kêm kesan ve hatine şopandin lê piştî guherandina navî, berbelaviya girseya alîgirên wan ji sînorên bajêr derbaz bûye3. Ango gava navê tîmê wekî Amed SF tê guherandin, ji aliyê kurdan ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin û loma girseya alîgirên wê mezin dibe, heya parêzgarên Hewlêr û Duhokê jî kêfxweşiyên xwe yên der barê serkeftinên wî de tînin ziman.
Her wiha Amed SF di wê kongreyê de rengên xwe jî diguherîne û biryarê li ser rengên kesk û sor û zerê dide lê ev reng ji aliyê TFFyê ve nayên qebûlkirin û zor li tîmê tê kirin ku rengên din hilbijêrin û di dawiyê de biryar li ser rengên kesk û sor û spîyê tê dayîn.3 Wekî tê zanîn, rengên “kesk, sor û zer” rengên kurdan yên neteweyî ne û nepejirandina van rengan ya ji aliyê TFFyê ve jî dikare wekî nîşana hêza pêşkêşkirinê ya fitbolê bihête şirovekirin.
Li dû Nasnameya Millî Amedspor û Alîgirîyê “Me”
Amed SF, ango bi navê ji hêla alîgiran ve hatî pejirandin “Amedspor”, piştî guherandina navê xwe rastî gelek êrîş û cudakariyan tê û gelek ceza lê tên birin. Yanê piştî qebûlkirina navê Amedê, wateyeke din li Amedsporê tê barkirin û ev yek ne bi tenê ji hêla kurdan ve wekî alîgirbûnê lê tê barkirin, her weha ji hêla “yên din” ve, ango yên ne alîgir, lê “reqîb” ve jî tê barkirin. Kurd bi navê Amedê ruhekî kurdî li Amedsporê bar dikin û loma alîgiriya wan ji hêlekî ve alîgiriya tîmeke futbolê jî be, ji hêleke din ve, yanê ji hêla wateya li Amedsporê hatî barkirin ve jî, alîgiriyeke neteweyî ye. Ango Amedspor derfeta pêşkêşkirina nasnava neteweyî dide kurdan û loma kurdên hemû reng û nîşanên wan li wan hatî qedexekirin, bi vê derfeta Amedspor dide wan, hewil didin nasnava xwe pêşkêş bikin, bi rengên xwe bên dîtin. Ango Amedspor ji bo wan dibe “deng û reng.”4
Alîgiriya Amedsporê di wateya “deng û reng” bûnê de, lixwekirina kirasê civakê ye. Ger mirov di çarçoveya nasnava civakî ya takekesî de bixwîne: “Takekes kirasê civakê li xwe dike û bi vê lixwekirinê re, civakê di ser rengê xwe re disêwirîne û civak jî bi vê lixwekirina takekesî re, takekesî bi hebûna xwe ya li ser xwebûna takekesî re disêwirîne, ango bi pêçana xwebûna takekesî ya bi hebûna xwe re, rengê xwe li xwebûna takekesî zêde dike.5 Ango ew ruhê serokê Barcelonayê ji bo Barcelonayê behsê dikir, ruhê nasnava civakî ya Katalanbûnê, di çarçoveya “deng û reng”ê Amedsporê de, ango di çarçoveya nav û rengên Amedsporê de dibe xwedî wate, yanê Amed û kesk, sor û zer/spî.
Alîgiriya Amedsporê ji vê hêlê ve him xwedîlêderketina kurdbûna alîgiran xurt dike, çimkî tê de him xwe dibînin û him jî derfeta xwe pêşkêşkirinê dibînin. Him jî rê li ber bişaftina ji hêla tîmên tirkan ên mezin ve digire, çimkî tîmên tirkan jî rêxweşkerên mezin ên bişaftinê ne di nava kurdan de û alîgirbûna wan, mirovî ber bi nasnava civakî ya tirkbûnê ve kaş dike; mirov bi hêsanî dikare ji bo parastina wan tîman xwe di nava parastina tirkbûnê de jî bibîne. Loma şampiyoniya Amedsporê û derketina wî ya lîga tîmên mezin, him rê li ber xuyanîbûna wî vedike û hêza wî ya pêşkêşkirinê zêde dike, him jî ji bo kurdan dibe “deng û reng” li hemberî tîmên tirkan. Her weha serkeftinên W/Vanspor, Batman Petrolspor, Cizrespor û tîma jinan ya Gever/Yüksekovasporê jî dikare di vê çarçoveya xuyanîbûn û pêşkêşkirinê de bên xwendin, ku hemû jî tîmên kurdan û bajarên kurdan in û kurd bêyî ku cudahiya bajaran bikin alîgiriya wan dikin.
Çavkanî:
1- url: https://doi.org/10.33468/sbsebd.81
2- C. Garcia. Nationalism, Identity, and Fan Relationship Building in Barcelona Football Club. International Journal of Sport Communication, 2012, 5, 1-15.
5- Ezîtî û Xwe(dî)bûna Nasnavî – Nûhev Co. %100 Kurdî (nuhev.com)