Ed Dwight, ew kesekê çermreş e ku di sala 1961an de xwestibû bibe yekem astronotê reş, lê bele ev xiyala wî bi cih nehatibû. Îro her çend nebe yekem astronotê yekem jî xiyala wî ya çûyîna fezayê û bûyîna astronotîyê pêk tê.
Çûyîna wî bo fezayê 60 salan pêk nehat. Lê belê niha jê re derfet hate dayîn ku di firîna Blue Originê ya bê de yek ji 6 sivilan be ku biçe fezayê.
Ed Dwight di sala 1961an de hate bijartin ji bo perwerdeya astronotiyê ji layê serok John F. Kennedy ve bo Hêzên Hewayî ku wekî rêya fezayê tê zanîn. Rojnamevanê navneteweyî Jerica Duncan dibêje, dema pêşîkê min name li ser çûyîna wî standî min got qey dîn e.
Di sala 1963an de ed Dwight perwerdeya xwe temam kir û hate pêşniyazkirin ji bo beşdarbûna parleşkerîyê (îng: crops) bes nehat bijartin. Li ser vê yekê Ed Dwight jî vegerîya jîyana xwe ya civakî.
Ed Dwight Çawa Behsa Wan Rojan Dike?
Ed, da zanîn ku di dema perwerdeyê de xwe di nav hevalên xwe de gelek cihêkar hîs kirîye ku weha radigehîne: “ji ber ahtina min bo Edwarsê û ev fikra pozisyona ji layê serokî ve bo min hatî dayîn, hemû çermspî hemsalên min û ew mirov û serokatîyên dî yên namzetên astronotîyê gelek ecêbmayî bûn.”
Şirketa navenda Fezayê ya Blue Origin ji teref Jeff Bezos ve hatîye damezirandin ku heta niha 22 firînên ticarî pêk anîne. Di nav van firînên fezayê de wekî rêwî kesên navdar yên wekî Bezos bi xwe û Micheal Strahan jî cih digirin.
Ed, Dwight Dibe Mezintirîn Astronotê Fezayê
Di dema firîna yekem de Wally Funk a 82 salî bûbû salmezintirîn kes ku çûye fezayê. Bes niha Ed Dwight bi 90 salîya xwe çaverêyî şkandina vê rekorê ye.
Piştî ku Ed Dwight dev ji karê Hêzên Hewayî û perwerdeya wê veqetîyayî bere xwe da çêkirina peykerên figurên îkonîk li ser jîyana xwe. Berhemên xwe di nêzîkî 130 mûzeyan de pêşand û li cihên gel bi cih kir.
Malîyeta Çûyînê Çi Qas e?
Paldangekê firîna Blue Originê ku tê bawer kirin 250,000 dolar lêçûn e, ji hêla Space for Humanity tê piştgirîkirin ku bêqezenç alîkariya şandina welatiyan bo fezayê dike. Di heman demê de wan piştgirî da Katya Echazarreta-ya 26 salî, endezyarek elektrîkê ku bi eslê xwe ji Guadalajara, Meksîko ye, ku beşdarî mîsyona Blue Origin ya Hezîrana 2022an bû û bû yekem jina Amerîkî ya ji Meksîkî û yek ji jinên herî ciwan ku heya niha difire fezayê.
Keştîya Fezayê Çi Qas ji Dinyayê Dûr Dibe?
Rêwîtiya fezayê, sivîlan dibe nav atmosfera fezayê ku bi qasî 62 mîl dûrî Dinyayê dibe û ji bo çend kêliyên bêgiranî û dîmenên fezayê û Erdê.
5 Kesên Dîtir Kî ne?
Pênc kesên din ên di firîna Blue Origin dahatû de sermayedar Mason Angel, damezrînerê kargeha bîrayê yê Frensî Sylvain Chiron, endezyar nivîsbarîyê Kenneth L. Hess, CPA-ya teqawît Carol Schaller û pîlot û balafirvan Gopi Thotakura ye