Wexta ku meriv bîrefemê xwe dibe, kêm zedê pê derdixe ku yê gelek tişt neçine serî û netemam bimînin. Ev hîs bi tesîra xwe ve wek rêhevalekî li gel jîyana însan diherike, diçe. Êca bi zanîna vê rastiyê ve dilê însan piçekî hêniktir dibe û yeqîntir dike ku wê teqez hinek tişt qut bimînin. Jixwebawerîyeke qewîn ji vî rewşê difilite carinan, carinan jî êş û keder. Ji ber ku gelê me şaşikên xwe bi axê ve dane ser serê xwe, êdî wisa lê hatiye ku nîvcomayînên me gelek caran ji yên xelqê zêdetir bin. Carinan felekê qet nehîştiye bi firînê bikevin, carinan jî nehiştiye qet lihêfa li ser çavê xwe jî hil bidin û herin.
Ev romana ku wê niha bi van risteyan kurtenasînek û pêşbînîyekê bide xwînêran ji terefê Qaçaxê Miradî ve sala 1981an de li Rewana paytexta Êrmenistanê navê qelemlivandinê li ser xwe xistiye. Helbestvan, nivîskar, wergêr, leşker û rojnamevan di sala 1914an da li gundê Tendûrekê ji malekê êzidî ji dayik dibe, malbata wî ji ber şerê di sala 1918an da bi tevî gelek malen kurdên êzidî direve û derbasî aliyê din ê çemê Erezê dibe. Ew xwendina xwe ya pêşî li Tiblîsê di dibistaneke ûrisî da xilas dike. Pey ra ew diçe Înstîtûya pedagolojîyê ya Rewanê û beşa ziman û edebiyata rûsî xilas dike. Ew di sala 1939an de diçe leşkeriyê û di Şerê Cîhanê yê Duduyan da birîndar dibe. Di salên 1939−58an da di Artêşa Sor a Sovyetê da kar dike û digihîje heta payeya Kapîtanbûnê, bi medalyayên mezin tê xelatkirin.
Qaçaxê Mirad weke du salan di radyoya kurdî ya Rewanê da û ji 1960î heta mirina xwe di rojnameya ‘’Rya teze’’ da dixebite. Di berhemên wî da mijar bi piranî li ser mêrxasî, şer, xweza, evîndarî û jiyana kurdewariyê diçe û tê. Wî berhemên Pûşkîn, Lêrmantov, Tolstoy, Nêksarov, Şêvçenko, Gorkî, Mayakovskî û şoreşger-helbestvanê bi eslê xwe kurd Fêrîk Polatbêkov ji rûsî wergerandine kurmanciyê. Berhemên wî bi rûsî û gurcikî hatine wergerandin. Qaçaxê Mirad gelek nimûneyên folklora kurmancî ya gelerî bi cûreyê xwe veçêkiriye, kiriye destan. Gulperî, Mîrze Mehmûd, Qadirê Nêçîrvan, Dîwana Kulîlka, Gurganî Zindanî ji wana çendek in. Motîveya şerkeriya gelê kurd a azadîyê, xasma serhildana kurdên Başur bi serokatiya Barzaniyê mezin, Komara Mehabadê û her wesa jî Şerê Agiriyê û Îhsan Nûrî Paşa di nava berhemên wî da cî digirin.
Qaçaxê Şebabê Mirad 4ê dêkabirê di sala 1979an de li Rewanê wefat kiriye û gora wî li Nor-Gêxiyê (Çatqirana bere) ye. Ji bilî vê berhemê 4 pirtûkên wî yên helbestan hene(Şewq, Gulperî, Bahara teze, Gava çara). Amadekar û yê ku ji herfên kirîlî veguhastiye, Mistefa Kiliçaslan der barê jiyana nivîskarî da van agahîyan radigîhîne me. Ji ber ku emrê nivîskarî têrê nekiriye ku romana xwe biqedîne, ev roman jî tev li karwanê romanên nîvcomayî bûye.
Di pirtûkê da neh beş hene ku navê wan; Binetara Smolênskê, Sura Nemekê, Bişkok, Çawa Ewî Hînî Zimanê Tirkî Kirin, Gazinê kalê, Çawa Telo Bû Beşo, Kapûs, Tevê Xudê Nên Nexwe û Rev û Star e. Her heşt beşên serî weke çîrok û serpêhatî hatine nivîsîn. Beşa nehan a ku nîvco maye wek dem, di salên dîwana Sovyetê yê ewilîn da dest pê dike heta Şerê Yekem ê Cîhanê û xirecirên ber bi dawiya osmaniyê dewam dike ku ermenî û êzdî ji gundan dibin, tên sirgûnkirin. Roman bi devê kesê yekem tê vegêran û piranî li navbera Qers, Agirî, Îdir û gundêd derdora wan deveran diqewime.
Wexta ku piçekî zêdetir hizûr li wan deran hebûye li gel vê feraqetiyek jî ketiye nava xelqê. Li gundekî, wekî her gundê wê heremê bi xwezaya xwe ya bêhempabûn û antîkebûnê ve navdar e, rûspîyên gundê Sînegê bi kar û barên gund, çîrok, beyt, serhatî, qelîbotkan ve mijûl bûne û bi vî awayê kêfxewş wextê xwe bi zewq derbas kirine. Xortekî, ku piştê wexta wê bibe vegêrê romanê, bi van kalan ra navbeyna xwe tim xweş digire, ji wan ra rojnameyê dixwûne, titûnê tîne û bi awayekî xwe ji civata kalemêran mehrûm nake. Li gel ve yekê kalemêr zêde qedrê xorto nagirin û xorto her çi qas jî hewil bide ku bi meselokên xwe ve tevê xeberdanên wan bibe jî kalemêr tînin fitûyekî lê dikin ku qiseta xorto di gewrîyê da bimîne. Carinan mînakan ji çîrokekê, carinan jî folklorê, carinan jî bi honandinên xwe ve tînin ‘Ezîz (navê leheng) ji vegeranê bêpar dihêlin. Paşê ‘Ezîz bi ser rê û dirba dikeve ku bona xwendina xwe temam bike û piştî ku vedigere gund ji wan kalemêran kes nemaye ku wekî berê dîwanan bigerînin. Ev tenêtî her çi qas ‘ecizîyekê bide wî jî, dike ku bi kula dilê xwe romanê vegêre.
Qala gund, şexsên li gund, axayê gund û têkîlîyên wan û çend kesên derveyî gund dike ku yek ji wan jî axayê gund e karakterekî gilover e ku pişt ra diguhere. Wexta ku problem diqewimin di navbera Kolos axa, Eslan Beg, Şirînê kurê Eslan da û mêran ji hev dikujin, li hember axê li ber xwe nadin, bar dikin diçin aliyê Tendûrekê. Paşê li wê derê xwe li hin axayên din digirin û bi salan îdareya xwe dikin. Dema ku şer li cîhanê û heremê gur dibe haj pê çêdibin ku tirk di haziriya şer da ne ku wê bavêjine ser êrmenî û kurdên êzdî, hama pod-palasê xwe didine ser hev û ber bi Elegezê (berî çemê Erezê) ve diçin.
Tragediyekî wisa diqewime ku wexta ku di rê da diçin, hindik dimîne ku zarên wan bikevine destê leşkerê tirkan, ew kuştina zarên xwe didine ber çavên xwe û gule berdidine hespê ku zarên wan li ser in. Ji ber ku bavê zarokan dibêje; heta dikevine destê leşkerên tirkan û ez ê nizanibim wê çi serê wan da bê, hima bimirin ji wê yekê çêtir e. Destên wî jî naçe ser ku guleyan berde zarên xwe ji birayê xwe lava dike ku ew ji dêvila wî guleyan berde wan, her çi qasî di wê tarî û şevereşê da guleyan berdide jî li hespê dixe û yek ji wan zarokan di binê hespî da dimîne. Lê bi wê yekê şa dibin ku piştre leşker kêmekî vedikişin, dibinin ku kurê wan sax e. Ji bilî gelek eşq, şer û dozê mayîn ve ji vir şûn da ‘emrê nivîskar têrê nakê ku romana xwe derxe serî…
Min bi kêfxweşî xwend, spas, malîava.