Li Amerikayê li ser qedexekirina platforma medyaya civakî ya TikTokê ku xwedîyê wê şirketa Çînê ya bi navê ByteDanxe ye, di encama dengdana li Meclîsa Nûneran hatî kirin pêşnûma hate qebûlkirin ku eger mal û milken wê yên Amerîkayê neyên firotin bo şirketeke din, wê bê qedexekirin.
Pêşnûma bi 360 Dengan li Dengên 58 Dijber Hate Qebûlkirin.
Şerê Amerîkayê bi TikTokê re berdewam dike. Li Meclisa Nûneran li ser platforma medyaya civakî TikTokê dengdan hate kirin. Di dengdana ku li Meclîsê hat kirin de pêşnûmaya ku dê platforma medyaya civakî ya TikTok a şîrketa Çînî ByteDance ya li welêt qedexe bike ku eger mal û milkên wê yên Amerîkayê neyên firotin bo şirketeke din, bi 360 dengan erênî li hemberî 58 dengan nerênî hate qebûlkirin.
Pêşnûmaya ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hatî qebûlkirin, piştî dengdayîna li Senatoyê wê ji bo erêkirinê bo Bidenî bê pêşkêşkirin. Her weha li gorî qanûnê, ByteDance ji 6 mehan heta salekê wext heye ku TikTokê ji dest derbêxe. Di pêşnûmayê de her weha hate gotin ku ger Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden diyar bike ku di firotanê de pêşkeftinek çêbûye, dema firotanê dikare 90 rojên din were dirêjkirin.
Bidenî Gotibû “Ez ê Erê Bikim”
Serokê DYA’yê Biden di daxuyaniya xwe ya meha borî de gotibû, “Eger pêşnûma bê qebûlkirin ez jî dê erê bikim.” Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneran Michael McCaul piştî dengdanê di daxuyaniyekê de got: “Ev pêşnûma Amerîkiyan û bi taybetî zarokên Amerîkî ji bandora xirab a propagandaya Çînê li ser sepana TikTokê diparêze Ev sepan li ser têlefonên Amerîkîyan bilbilek sîxurî ye.
Di daxuyaniya ku ji hêla TikTok ve di destpêka vê hefteyê de hate dayîn de hate dîyarkirin ku ev biryar, azadîya derbirîna 170 milyon Amerîkîyan binpê dike, zirarê dide 7 milyon xebatxaneyan û platformeke welê tê girtin ku salê 24 milyar dolaran feydeyî dide ekonomîya Amerîkayê. Ji bo vê pêşnûmeqanûnê jî bi qalikê alîkarîya mirovan û giringîyên derve tê peçinandin, ev yek rewşeke bêbextane ye.
TikTok Bê Girtin Zerara Wê Çi ye?
CEOyê TikTokê li ser medyaya civakî ji fenomenên TikTokê yên Amerîkî re weha axifî: “Ger ev pêkanîn bibe qanûnek, dibe ku bibe tevgerek ku bandorê li şirketên medyaya civakî yên din jî bike. Her weha dê bi milyar dolaran dahata ji karsazên piçûk û afirîneran bistîne. Ger TikTok li welatê we were astengkirin, bêhtirî 300 hezar kes dê bê kar bimînin, li ber xwe bidin.”
Gelo Gava Qebûl Bû TikTok Wê Bê Girtin?
Piştî Biden pêşnûma erê kir, divê ByteDance di şeş mehan de TikTokê bigire. Ger ByteDance di vê heyamê de kiryarekê bibîne, qedexe dê nekeve fealîyetê. Lêbelê, heke neyê dîtin, hingê firotgehên serîlêdanê û şirketên înternetê destûr nadin ku TikTok li Dewletên Yekbûyî were daxistin.
Pêvajoya Jidestderxistina TikTokê Dikare Çawa Pêk Were?
Pêvajoya derxistina TikTokê dikare bi vê yekê ve girêdayî be ku gelo şirketa Çînê ByteDance amade ye ku tevahiya hebûna gerdûnî ya TikTokê an bi tenê karûbarên wê yên Dewletên Yekbûyî veguhezîne. Di pêşnûmaya de ku ji aliyê Meclisa Nûneran a Amerîkayê ve hate qebûlkirin, tê diyarkirin ku piştî firotinê çi têkiliya van her du şîrketan namîne. Ger TikTok li Dewletên Yekbûyî hewce bike ku bigihîje algorîtmayên şirketê ên bingehîn an guhertoyên din ên sepanê, rewşê tevlihev dike.