Îngilîstanê der barê firotina çixareyan de biryareke nû da. Li Îngilistanê pêşnûmeya qedexekîrîna çîxareyan heta hetayê lî nîfşê nû, li meclîsê hate qebûlkirin. Di çarçoveya însîyatîfa avakirina “nifşê bêçixare” de li Îngilistanê, firotina çixareyan ji bo kesên piştî 1ê Çileya 2009an ji dayik bûyîn, bi tevahî hate qedexekirin.
Bi qanûna ku êvara sêşemê hatî qebûlkirin, zarokên ku îsal 15 salî û dî bîn 15 salîyê de ne, di tevahîya jîyana xwe de nikarin çixareyan bikirin. Ev sînorê qedexeyê jî her sal wê rabe, bo nîmûne sala bê wê bibe 2010.
Ev Pêşnûma jî Alîyê 383 Parlementeran ve Hate Qebûlkirîn
Pêşnûme bi erêkirina 383 parlementeran li Meclisa Gelan hate qebûlkirin, 67 parlementer jî li dijî pêşnûmeyê derketin. Vê qanûnê di nava Partîya Muhafezekar a desthilatdar de nakokî çêkiribû. Hin parlamenterên Partîya Muhafazakarê gotibûn em piştgirîyê nadin vê qanûnê. Partîya desthilatdar tekezî li ser wê yekê kir ku parlamenterên wan dê di dema dengdana parlamentoyê de azad bin çi dengî bidin. Lî hemberî vê, dihat çaverêkirin ku qanûn bi dengên parlamenterên Partîya Karker û Partîya Lîberal Demokrat a mûxalefetê were qebûlkirin.
100 £ Siza Tê Birîn
Qanûn ne kişandina çixareyê, lê firotina berhemên cixareyê qedexe dike. Li Îngilistanê bikaranîna tûtinê sedema sereke ya mirinê ye ku dikare pêşî lê bê girtin. Ji bikarhênerên demdirêj ji 3 baran 2 bar dimirin, ku salê 80 hezar mirin pêk tê.
Hema hema her deqeyekê, kesek ji ber sedemên têkildarî cixarekêşanê yên wekî krîza dilî, şehtbûn û penceşêra pişikê tê rakirin bo nexweşxaneyê. Wezîra Tenduristîyê Victoria Atkins amaje kir ku qanûn dê bi hezaran jîyanan xilas bike û zexta li ser pergala tenduristîyê ya li Îngilistanê kêm bike.
Atkins got; “Rastî ev e ku asteke ewle ya bikaranîna tûtinê tune. Ew bi rastî pir zirardar e û ji ber vê yekê em vê gavê ji bo parastina nifşên pêşerojê diavêjin.”
Ev zagon destûrê dide rayedarên ku dê kontrolên meydanî dikin, dikarin tavilê 100 £ cezayê pereyan li wan bibirin, ew kesên li bazaran titûn an cixareyên elektronîkî difîroşin zarokan. Dahata ku ji van cezayan bê, dê ji bo bihêzkirina fonksîyona vê qanûnê were bikaranîn. Ev zagon armanc dike ku çixareya elektronîkî kêmtir balkêş bike.
Vexwarina Çixareyê li Îngilistanê
Ofîsa Îstatîstîkên Neteweyî ya Brîtanî texmîn dike ku dora 6.4 mîlyon kesan li Brîtanyayê di sala 2022an de çixare vexwarine, ku ji sedî 13ê nifûsa mezinan pêk tîne. Li gorî hejmarên OECD, ev ji welatên din ên Ewropî yên wekî Îtalytalya, Elmanya û Fransayê pir kêmtir e ku ji sedî 18 û 23 mezinan cixareyê dikişînin.
Pisporên pizîşkî û tenduristîyê û xêrxwaz bi tundî piştgirîyê didin vê qedexeyê û dibêjin ku çixare dibe sedema mirina 80 hezar kesan li Brîtanyayê û her sal zêdetirî 8 milyon mirinan li seranserê cîhanê. Her weha gelek nexweşîyên din ên bi cixareyê re têkildar jî hene.