Mirov di kîjan temenê de bextewartir in? Dibe ku bersiv ne ew be ya ku hûn difikirin! Ger hûn bikarin heta dawîya jîyana xwe di temenekê xwe de bimînin, ew ê çend salî be? Temenê we yê herî bextewar çi kîjan bû? Ger derfeta we hebe ku hûn bivegerin berê, ew dê kîjan temen be?
Ev pirsên em dipirsin belkî ji xwendevanên me yên ciwan re zêde maqûl û watedar nebe. Lêbelê, gava em vê pirsê ji kesên di ser temenek diyarkirî re dikin, hûn hêvî dikin ku ew çi bersivê bidin? Heta dibe ku we jî ev pirs ji xwe kiribe.
Ma dibe ku temenê me yê herî bextewar dora 9 salîyê be, dema ku me hêj berpirsiyarîyên jîyanê yên bêzar negirtibûn ser milê xwe, lê li şûna wê me rojên xwe bi lîstokan li gel hevalên xwe û temrînên tabloyên pirjimarîyê derbas dikirin? Çêdibe ku dema me ya herî bextewar destpêka 20 salîyê be, ku wê demê em xwe li navenda cîhanê dibinin û bi hevalînî, rêwîtî û kêfê tijî ye.
Ecêb e, ne yek ji van e! Bi rastî, temenê me yê herî bextewar 36 sal e. Ne em, zanist vê yekê dibêje. Ev dane, li Amerîkayê di encama pirsnameya (anket) 2000 kesan de derket holê. Ji her 10 Amerîkayîyan çar kes naxwazin vegerin bîst salîya xwe, li hember vê dibêjin ku em dixwazin di 36 salîya xwe de bêne sekinandin. (Di vê hînê re divê em tekez bikin ku hejmara “36”ê ne xwedîyê taybetmendiyekê ye. Kesên beşdarî lêkolînê bûne diviya ji bo temenê herî bextewar yek ji hejmarên 9, 23 an 36 hilbijêrin. Bi gotineke din, ferqa bextewariyê di navbera 36 û 37 de tune.)
Mezinbûn Ne Yek Cure ye; Gelek Cure ye
Ger hûn niha di navbera 30 û 40 salîyê de bin, bi îhtîmalek mezin hûn di wê qonaxa jîyana xwe de ne, ya ku divê herî zêde hûn hewil bidin. Kirîna xaniyekê, zewic an ducabûn; bijartin an guhertina kariyeran, çêkirin zarokan an jî çênekirin. Ev hemî û zêdetir salên biryardayînê ne ku rastî 30-40 salîyê tên.
Her çend em mezinbûnê wekî tiştekê tenê difikirin jî, lêkolîner dê qala mezinbûna du serekujîyan bikin. Ev her du serekujî şêweya dîyarbûnê û şêweya mezinbûna kemilî dikin. Mezinbûn pêvajoyek e ku bi gelemperî navbera 18-25 salîyê vedihewîne. Di vê pêvajoyê de, mirov ji gelek aliyên cûda ve diguhere.
Gehiştîbûn serdemek e ku tê de girêdayîyên zaroktiyê nemane, lê berpirsiyarîyên mezinan bi tevahî nahatine girtin. Gehiştîbûn bi gelemperî serdemek xewnên mezin û hîskirina hêviyê ye. Di vê serdemê de mirov hewil dide nasnameya xwe bibîne û karaktera xwe diyar bike. Her çend xuya bibe ku ev salên herî bextewar in jî, ev bi rastî ne rast e.
Di navbera 30 û 45 salîyê de ji bo mirovî serdemek nû ya bi navê gehiştîbûna rûniştî dest pê dike. Di vê serdemê de, mirov êdî li ser têkilî û karên demdirêj disekine. Her çend divê mirov di gehiştîbûna rûniştî de li ser bifikire û berpirsiyarî zêde bibin jî, ev serdem jî ji ber zehmetîyan û xelatên wergirtî kapasîteyek heye ku bandorek kûr li ser mirov bike. Her çend jiyan di navbera 30 û 45 salî de dijwartir be jî, em hîn jî dixuye ku em dixwazin di pêşerojê de vegerin ser vî temenî.
Çima Salên Herî Bextewar Rastî Gehişîbûna Rûniştî Tên?
Di lêkolînê de ji bo dîtina salên herî bextewar, lêkolîneran xwestin encamên pirsnameyê biceribînin. Ji ber vê sedemê jî bi 600 kesên din ên ‘emrê wan di navbera 30-45’an de xistin pirsnameyê. Wekî ku her kes pê dizane, mezinên di vê rêza temenî de hewil didin ku di kariyerek taybetî de pêvekê hilkişin, di heman demê de bi stres û xebata ku mezinkirina zarokan, peydakirina hewcedarîyên hevjînên xwe û belkî lênihêrîna dêûbavên pîr re jî tê dikoşin.
Lêbelê, daneyan encameke balkêş derxiste holê. Erê, mirov bêzar bûbûn û digotin ku divê di demek pir hindik de pir zêde bixebitin. Lê ev hemû tiştên ku dibûn sedema stresê, di heman demê de wekî çavkaniyên kêfxweşîyê xuya dibûn. Piştî salên xebatê ji bo pêşvebirina kariyer û têkilîyên xwe, mirov radigihînin ku ew di vî temenî tam de gehiştine xaleke diyarkirî. Piraniya mezinên ku hatine lêkolînkirin dibêjin em di 30 saliya xwe de ji 20 saliya xwe pir bextewartir in.
Li gor vê xebatê rastîya ku mirov dixwaze vegere salên baliqbûnê an jî salên 20ê ne rast e; divê mirov salên 30ê bifikire û çêtir qedir û giringîyê bide van salan.