Gelo lîstina bi kûçikan re an jî temaşekirina vîdyoyên wan ên xweşik bêhna we fireh dike? Heger bersiva we erê be, her du guhên xwe vekin. Li gorî lêkolîna ku roja çarşemê di kovara PLOS One de hatî weşandin, têkiliya bi kûçikan re dikare pêlên mejiyê mirovan ên ku bi bêhnvedan û rihetbûnê ve girêdayî xurt bike.
Gelek lêkolînan ji danûstendina bi heywanan re, nemaze bi kûçikan re feydeyên hestyarî, fîzyolojîk û hişî (wekî zêdebûna enerjiyê, zêdekirina hestên erênî, an kêmbûna xetera windabûna bîranînan) destnîşan kirine. Nivîskarên lêkolînê dibêjin, ji ber vê yekê ye ku destwerdanên tenduristiyê yên bi alîkariya heywanan her ku diçe di warên cihêreng de zêdetir têne bikaranîn.
Nivîskarê lêkolînê yê yekem, Onyoo Yoo, xwendekarekê doktorayê ye di beşa lihevhatina biyo û dermankirinê de li dibistana lisansa bilind ya Zanîngeha Konkukê, ragehand ku lêkolînên berê bi gelemperî “nêzîkbûnek tevdevanî dihate girtin ku berawirdkirina hestên mirovan an asta hormonên berî û piştî ku wextê xwe bi kûçikî re derbas bikin.” Di vê lêkolîna nû de, Yoo û hevkarên xwe, hem bi pîvana çalakîya mejî hem jî bi pirskirina hestên subjektîf ên beşdaran armanc kirin ku ji xeynî têkilîya giştî ya bi kûçikan re fê bibin ka ji çalakîyên dîyarkirî çawa bandorê li halê rewanî dike.
Lêkolîn Çawa Hate Kirin?
Lêkolîn di navbera Gulan û Hezîrana 2022an de li ser 30 kesên mezin ên tendurist, bi temenek navînî li dora 28 salan, ji salonên heywananên kedî û dibistaneke paqijkirina kûçikan li Seongnam a Koreya Başûr hate kirin.
Li jûreyek exweş û bêdeng li akademiyeke paqijkirinê ya herêmî, her beşdarvanek heşt çalakiyan bi keçikek standard ên 4 salî û başperwerdekirî pêk anî ku xwediyê nivîskarê sereke yê lêkolînê ye. Di nav çalakiyan de bi kûçikî re hevdîtin, lîstin, xwarin, masajkirina, paqijkirin, girtina wêneyan, hembêzkirin û bi hev re gerîn hebûn.
Berî ku çalakî dest pê bikin, beşdar rûniştin û sê deqeyan li dîwêr mêze kirin da ku her teşwîqeka ku dikare encaman tawîz bike kêm bike. Nivîskaran pêlên mejiyê beşdaran bi karanîna testên elektroencefalogram, an EEGs, di her çalakiyê de sê xulekan pîvandin.
Têkilîya bi kûçikan re Bandoreke Çawa li Mejîyî Dike?
Yoo got; “Her çend hemî beşdaran heywanên aydê xwe bi we nebûn jî, “hezkirina wan a ji heywanan re dibe ku dilxwaziya wan a beşdarbûna ceribandinê motîve bike û bi potansiyel encam derzist holê. Terapiya bi alîkariya heywanan dikare ji bo kesên ku kêfa wan ji heywanan re tê pir kêrhatî be.”
Profesorê Neurolojiyê yê Malbata Holtom-Garrett, Dr. Tiffany Braley got: “Ji bilî guheztinên di çalakiya mêjî de ku di lêkolînê de hatine dîtin, ev lêkolîn nehatiye sêwirandin ku diyar bike ka kîjan mekanîzmayên dibe ku danûstendinên heywanan bi guheztinên dîtbar ên çalakiya mêjî ve bê girêdan.
Lêbelê, Braley lê zêde kir: Korteksa pêşîn ku yek ji hêlên mejîyî ye di vê lêkolînê de hatine lêkolîn, “tê fikirîn ku di pêvajoyek hestyarî û civakî de têkildar e, îhtîmala girêdana hestyarî an civakî bi heywanan re dikare bandorê li çalakiya vê hela mejîyî bike. Her weha li gel vê yekê, lêkolînên berê destnîşan kirin ku kêmkirina asta cortisol û zêdekirina oksîtosîn dikare roleke mezin bilîze di guhorînên fîzyolojîkî yên ku bi danûstendinên mirov-ajelan re têkildar.”
Tetbîqkirina Lêkolîna Kûçikan di Jîyana Xwe de
Her çend bêtir lêkolîn hewce bin jî, pisporan dibêjin bêtir delîl hene ku piştgirî bidin danûstendina bi heywanê xwe re, heke jixwe we kûçikek hebe. Dell got piraniya van çalakiyan belkî bi kêfa kûçikê we jî be, lê li ser tiştên ku ew jê hez nake baldar bin; Mînak, hin kûçik ji hembêzkirinê hez nakin.
Hekî hûn bixwazin kûçikekê xwudan bikin, çend tişt hene ku divêt hûn hay jê hebin. Qet nebe hewcehîya we dê bi pereyekê zêdetir hebe ji bo lênêrîna ajelê kedîkirî, mehzemeyên ajelî, pêdivîyên tenduristîyê, pêlîstok û xwarin; ev hemî her sal dikare bi sedan an bi hezar dolaran zêde bibe. Heke hûn kuçikekê xweyî bikin, hewce ye were perwerdekirin û her heywanek nû yê kedî çend salî be ne giring e, zehmet e bielime cihekê nû. Di heman demê de hewcehîya kûçikî bi demen birêkûpêk heye.