Ji bo jîyaneke hêsan û ji alozîyê dûr, hewcehîya polînkirinê ji bo mirovî bivênevê ye. Çawa ku mirov bi polînkirinê re hewla hêsankirina xweza û cîhana fîzîkî didin, her weha hewla hêsankirina cîhana civakî jî didin û vê yekê jî bi rêya polînkirin û jihevveqetandina kom û civakan dikin.
Jihevveqetandina xwe û koma xwe ya ji kes û komên derveyî xwe, ango jihevveqetandina koma navxweyî û ya derveyî, derfeta nasîna dorhêla civakî dide mirovî û ev yek jî hewcehîya mirovî ya ewlehîyê dabîn dike. Yanê mirovên ji xwe û ji civaka li dor xwe piştrast, bê hestên tirs û gumanê dikarin jîyana xwe bi awayekî aram bidomînin. Loma yek ji sedemên polînkirina civakî jî, bi hesta xwemalîbûnê re, hewcehîya ewlehîya civakî ye. Lê helbet di polînkirina civakî de mirov bi hewla jihevveqetandina xwe û koma xwe ya ji kes û komên din re dibe sedemê avabûna sînorên civakî yên di navbera xwe û yên din de. Loma polînkirin û jihevveqetandina civakî, ji ber civakîbûna mirovî bi xwe, bi kartêkerîya xwe ya erênî re xwedî hin karîgerîyên nerênî ye jî.
Mirovê ji xwe dest bi polînkirina civakê dike, di derba ewil de, bi xwepolînkirinê re xwe ji civakê vediqetîne. Mirov dikare vê xwepolînkirinê ji hêla xwenasînê ve wekî reftareke erênî pênase bike û bala xwe bide karîgerîya vê xwepolînkirinê ya li ser encama asta xwenasînê, ango mirov dikare pirsa kartêkerîya xwepolînkirinê ya li ser nasnava mirovî, ji hêla xwenasînê ve, binirxîne.
Ji hêleke din ve, polînkirin û xwepolînkirina civakî dikare xwedî hin bandorên xwe yên nerênî li ser civakê hebin. Yanê gava mirovî ewilîn xwe û dû re kom û civaka endamê wê ye, ji kes, kom û civakên din veqetand û bi kategorîzekirinê re di navbera “ez û tu; em û hûn”ê de sînorên civakî avakir, hingî dest bi bergerîna berjewendîyên xwe û koma xwe jî dike.
Muzaffer Sherif di der bareyê civakîbûna mirovî û karîgerîya civakê ya li ser mirovî de yek ji wan ezmûnên qadî yên ewil sazkirî, di der barê mirovî û civakîbûna wî de weha dibêje: “Mirov nikare bi tu awayî takekesî ji temamîya dinyayê îzolekirî binirxîne; bereksê wê, ew bi tevahîya dinyayê re di nava pêwendîyeke beramber de ye. Wisa ku takekes “ne bi tenê bigirê karîgerîyên çandecivakî ye, bereksê wê di bertekên li hemberî karîgerîyên çandecivakî bên nişandan de beşdarekî çalak e.” Ango li gorî Sherif, mirov parçeyeke civakê ye û di nava civakê de jî xwedî deng e. Ji bo têgehiştina karîgerîya civakî ya li ser takekesî, Sherif bi zarokan re hin ezmûnên qadî bi rê ve dibe û bi wan ezmûnan re guherînên civakî û kartêkerîya wan a li ser civakê radixe li ber çavan.
Sherif van ezmûnan di navbera salên 1949-1954an de saz dike û ezmûnên wî ji sê qonaxan pêk tên: 1- Avabûna koma navxweyî, 2- Alozîya navkomî, 3- Kêmkirina alozîya navkomî. Ezmûner zarok in û di dawîya lêkolînên bi hûrgilî hatîne kirin de hatine hilbijartin û ji hêla bîolojîk, çînî û civakî ve zarokên normal in û haya wan ji wê yekê tune ku ew parçeyeke ezmûnên Sherif in û ev yek jî ezmûnan ji hêla zanistî ve qewîtir dike û ji bandorên derveyî diparêze. Cihê ezmûnên Sherif qampên havînê yên zarokan in û zarok wekî ku derketibine qampeke havînê hatine qanehkirin.
Armanca Sherif, a bi qonaxa ewil re, fêmkirina çawanîya avabûna koman û rolên takekesan e û loma vê yekê bi du awayên cuda diceribîne, ango di her du ezmûnên ewil de, di destpêkê de destûrê dide zarokan ku hev û du nas bikin û bi hev re hevaltîyê bikin û dû re bi awayekî sîstematîk wan kategorîze dike û dabeşî komên cuda dike, bi vê re jî ew zarokên di serî de bi hev re hevaltî kirîn jî ji hev tên veqetandin. Di ezmûna sêyem de qonaxa 1ê nayê sazkirin û zarok rasterast wekî du komên cuda tên kategorîzekirin û li hêlên cuda yên qampê, bêyî ku haya wan ji hev hebe, tên bicihkirin.
Sherif di qonaxa ewil de geşedana koman û rolên takekesan ên di komê de darîçav dike û dibîne ka komek bi çi awayî geşe dide û çi rolan li endamên xwe dike, ango takekes di nava koman de bi kîjan rolan û bi çi awayî radibin. Ji bo vê yekê, ango ji bo avabûna koma navxweyî, Sherif piştî dabeşkirina zarokan ya li koman, hin peywiran dide wan û dixwaze bibîne ka dê pêwendîyeke navxweyî ava bibe yan û ger ava bibe jî dê bi çi awayî pêk bê. Di vê qonaxê de Sherif dibîne ku zarok li gorî peywîra li wan hatî dayîn di nava xwe de pêwendîyeke xurt ava dikin û takekesan li gorî şîyana wan erkdar dikin, ango rolekê didin wan û hin rêzikên komê diafirînin. Ev yek jî şêweyê avabûna koman û avabûna normên komî/civakî zelal dike.
Di qonaxa duyem de Sherif dixwaze geşedana pêwendîyên navkomî bibîne û li gorî wî ger du komên cuda di nava hevberîyê de bin, dê di navbera wan de pêwendîyên nerênî yên wekî pêşdarazî û stereotîp û cudakarîyê rû bidin. Sherif di vê qonaxê de hin peywiran dide koman ku di navbera komên di qonaxa 1em de hatîne avakirin de rikeberîyê ava bikin û kom jî ji bo bicihanîna van peywiran ya bi awayekî baş, bi hev re dikin nava hevberîyê. Sherif û hevalên wî di vê qonaxê de dibînin ku pêşdîtinên wan ên di der bareyê alozîya navkomî de rast derdikevin û gava du komên ji hev cuda ji bo xelat an jî berjewendîyan bikevin di nava hevberîyê de, ev hevberî çawa ku hevgirîya koma navxweyî qewî dike, her weha bi xwe re pêşdarazî, stereotîp û cudakarîya li hemberî koma derveyî jî diafirîne.
Ezmûna seyem ya wekî şikefta dizan tê binavkirin de Sherif qonaxa 1em saz nake û rasterast ji qonaxa duyem dest pê dike û komên hatî avakirin ji hev dûr in û di serî de haya wan ji hebûna komên din tune. Sherif di vê ezmûna şikefta dizan de dibîne ku, bêyî ku hevberîyek di navbera koman de hebe, ango ji bo bi destxistina tiştekî hewcehîya qayîşkêşana bi komeke din re hebe jî, gava pêkanîya hebûna komeke derveyî hebe, pêkan e ku hest, helwestên nerênî yên wekî pêşdarazî û stereotîpan rû bidin. Di ezmûna şikefta dizan de ezmûnerên Sherif gava pê dihesin ku ji wan dûr komeke din jî heye, bêyî ku di nava pêwendîyeke rikeberîyê de bin, hest û helwestên pêşdarazî û stereotîpî nîşan didin û gava ku rastî hev tên û dikevin nava hevberîyê de, tevgerên wan ên cudakarîyê jî xurt in.
Di qonaxa duyem ya her sê ezmûnan de jî tê darîçavkirin ka pêşdarazî, stereotîp û cudakarîyê rengên çawa hene û di şertên cuda cuda de çawa teşe digirin. Ji bo vekolîna vê yekê jî, di rewşa aramîyê de Sherif hin pîvangên helwestan li zarokan dide tijîkirin û li wir jî tê dîtin ku her çi qas rewşa aramîyê jî li dar be, helwestên nerênî yên li hemberî koma derveyî û endamên wê hebûna xwe didomînin.
Qonaxa 3yem ya ezmûnan qonaxa kêmkirina alozîya navkomî ye û Sherif û hevalên wî dixwazin wê yekê bibînin ka dê temasa koman a bê hevberîyê helwest û reftarên wan ên nerênî yên li hemberî hev û du kêm bike, yan temaseke xwerû dê alozîyê geştir bike. Her li dû vê yekê di encama vê nêzîkbûna normal de ya tê dîtin ew e ku, ev yek cihê ku alozîya navkomî kêm bike yan jî vemirîne, wê gurrtir û geştir dike. Yanê ew temas tenê dibe fersendeke din ya nîşandana helwest û tevgerên nerênî yên li hemberî hev û du. Piştî dîtina vê rewşê, Sherif û hevalên wî hin peywîrên ji bo pêkanîna wan hewcehîya her du koman bi hev heyî dide koman û gava her du kom ji bo bicihanîna peywîreke hevpar dikevin nava têkilî û pêwendîyên hevpar, helwest û tevgerên wan yên nerênî cihê xwe ji helwest û tevgerên erênî re dihêlin û sînorên hatî avakirin bi van pêwendîyan re ji holê radibin.
Ezmûnên Sherif ên avabûna koman û normên komî û rolên takekesan ên di nava koman de ji xwe re dikin mijara lêkolînê, bi awayekî xwezayî vê yekê darîçav dikin û him hewla fêmkirina avabûna koman dide, him jî hewla fêmkirina sedemên normên civakî û hest, helwest û reftarên nerênî yên wekî pêşdarazî, stereotîp û cudakarîyê dide û her weha ji bo jiholêrakirina van helwestên nerênî rêyekê pêşkêşî civakê dike: hewildana bi hev re ya ji bo kar û berjewendîyên hevpar, pêkan e van hest, helwest û reftarên nerênî yên di navbera kom û civakan de ji holê rake, ango ev cure pêwendî dikarin sînorên civakî ji holê rakin. Lê divê ev jî neyê jibîrkirin ku, divê ev kom an jî civak wekî hev an jî di ast û rêza hev de bin; di şert û mercên serdestî û bindestîyê de pêwendîyeke bi vî awayî ne pêkan e û bi tenê kêr bişaftina yê bindest dike.
Çavkanî
Smith, J. R. and Haslam, S. A. (2016) Sosyal Psikoloji – Klasik Çalışmaları Yeniden Değerlendirmek- (1. Baskı), (Çev. Ed: Çoker, Ç., Yurtdaş, G. T., Cesur, S.), Nobel Akademik Yayıncılık, Ankara. (tê de).