Pirtûka Franz Kafkayî ya bi navê “Letters to Milena” (Name ji bo Mîlenayê) cara ewilîn di sala 1952yê de hatiye weşandin. Pirtûk ji nameyên Kafkayî bo Milenayê nivîsîn ên ji sala 1920ê heta 1923yê pêk tê. Name, hema bêje her roj dihatine hinartin, heta carinan rojê çend caran jî… Lê di encamê de nagehin yek û navê wê dibe evîn. Kafka di sala 1924ê de di çil saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê dimire ku penceşêrê pişa wî girtibû.
Ji ber ku berhem ji nameyên Kafkayî pêk tê, bêhtir şexsiyet û fikr û derûniya Kafka xuya ye. Kafka di destpêkê de di sala 1920ê dema dest bi nameyan dike sih û şeş salî ye û di kargeheka dewletê de karmend e. Beriya wê sê caran bi keçên cuda re nîşanî kiriye lê dîse lê vebûye. Ew heyranê mirovên ji wî serkeftîtir û teybetmendtir e.
Kafka û Milena Çawa Hev Nas Dikin?
Derdora Kafkayî, hemû kesên nivîskar û wêjehes bûn ku komên wan hebûn û her roj di nav hev de li cihên wek weşanxane û Kafeyan dixebitîn. Wî bi zimanê Elmanî dinivîsî. Ji bo wergêrên nivîsên bo zimanê çekî Mîlena bi wî re dikeve têkiliyê ku Mîlena Pollak bi xwe şûkirî bû. Mîlena jî hem dinivîsî û hem jî wergêr dikirin. Hema bêje her roj bi Kafka re di nav danûstandina nameyan de bû.
Milena Kî ye?
Her çi qas nameyên Mîlenayê yên ji bo Kafkayî hinartîn, em nebînin jî di dawiya pirtûkê de ji nameyên wê yên di der heqê Kafka de ji bo Max Brod (hevalê Kafka) hinartîn, em wê baştir nas dikin. Mîlenaya 23 salî, ji gelek layan ve eynen şibî Kafka ye; nexweşiya wê heye; ew ji pişin xwe ve ketiye êşa zirav (werem). Mîlena Pollak, dilrehm e û dilnazik e, ji Kafkayî gelekê hes dike bes mixabinî Mîlena bi Ernst Pollak re Zewicandî ye. Lêbelê Mêrê Mîlenayê hejêkirinê nadite wê û wê dixapîne û têkiliyê bi keçikan re dideyne. Zordestiya wî li ser Mîlenayê heye û ev tişt jî wê diqehirîne.
Çîroka Evîna Wan Çawa ye?
Di destpêkê de ji bo hev nameyên di xîtika hevalîniyê de dişînin lê hêdî hêdî dikevine ber bayê evîniyê. Gelo jineka zewicandî bi kesekê dî re têkildar be, aşiq be di qanûnên mirovan de dikare ji xwe re çi bersivê bibîne? An jî di çarçoveya exlaq û etîk de ev yek dê çawa bê nirxandin? Xerab an jî baş? Bawer dikim dema mirov xwe berde nav çemê vê pirtûkê û biherike, heger mirov vê yekê baş nebînit; mirov xelet jî nabînit.
Dûmahiyê, roj bi roj evîn kûrtir dibe êşa wan girantir dibe. Dev ji nivîsandina nameyan berdidin lê bi vê yekê pir diêşin. Dûmahîkê jî Kafka di sala 1924ê de ji ber nexweşiya xwe dimire.
Kesayeta Kafkayî Çawa ye?
Bi her renge heyî, Kafka gelek dilpaqij e. Ew qas dilnizm e ku xwe kêm û zeîf dibîne. Ew nîşaneya kesekê bêguneh, bi tene, û bêqewet û goştnexwar e. Di heman katê de jî Kafka cihûyekê pir awarte ye. Tevgerên wî ne wek yên mirovên normal in. Carinan li ser meseleyên ne tiştik jî dikare zêde bifikire. Rewşeka weke gêjitiyê yan jî serêşiyê, wî ji tevgerên normal dûr dike. Li ser hisaba pereyan pir disekine û dema bi jinekê re diaxive ditirse, difikire. Di heman demê de jî tirsa wî ya li hember evîna Mîlenayê her û her mezintir dibe.
Estetîka Berhemê
Her wesa dema em berê xwe didin layenê estetîkî yê berhemê, tişta ecêb zimanê Kafka ye ku rast e rast peyvên wek “ji te hes dikim” û filan bêvan bi kar naîne bes zimanekê ciwankarî û xweşik dişixulîne. Di evîndariya Mîlenayê de Kafka, ji bo bangkirina Mîlenayê dikeve nav çûyînûhatina “tu” û “hûn”ê de. Her çend pirtûk nêzîkî 400 rûpelan jî bit, netirsin lewre zimanekê xwerû heye ku hemû kes bi hêsanî dikare jê fêm bike, bi şiklekê herikbar mirov daxilî vê evîna qedexe û veşartî dike.
Ev Name, Çawa Gehiştine Ber Destan?
Di van nameyan de ji bilî her dukan kesê sêyemîn yê navê wî derbas dibe hevalê Kafka, nivîskar û wergêrvan û bestekar Max Brod e. Kafka di sala 1924ê de dimire beriya wê wasiyeta sotina nivîs û berhemên xwe ji M. Brod kiriye lê piştî mirina wî Brod biryara hewcehiya danasîna berhemên wî ji cîhanê re daye û gotina wî nekiriye û wî wek “nivîskarê herî mezin yê heyama me” bi nav dike. Piştî wê salê Brod dest bi komkirin û sererastkirin û weşandina berhemên wî kiriye û biyagrafiya wî jî nivîsandiye.