Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê bi çalakiyeke taybet dest bi xebatên xwe yên sala 2024an kir û di 23yê Kanûna Paşîn a 2024an de, bi profesorê Awistirî yê Kurdnas Thomas Schmidinger re, li ser Cihûyên Kurdistanê bernameyek pêk anî bi serenavê “Şopên Cihûyên Kurdistanê.”
Li Ser Mijara “Şopên Cihûyên Kurdistanê”
Thomas Schmidinger li zanîngeha Viyanayê di warê zanistên sîyasî de profesor e û bi xebatên xwe yên li ser Kurdan tê nasîn û her weha ev du heyam in li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê wekî mêvan dersan dide û li gorî wî gotî di demekê nêz de dê pirtûkeke wî ya li ser kurdan, li Rojava bi kurdî bê weşandin.
Çalakî taybet bû, çimkî vê carê berê wê ne tenê li kurdan bû lê her weha armanca wê ya ewil ew bû dengê xwe bigihîne welatê lê, ango Awistiryayê û ji ber vê yekê zimanê bernameyê bi Almanî bû û Thomas Schmidingerî di çarçoveya pirtûka xwe ya li ser Cihûyên Kurdistanê, ya hêj nehatî çapkirin, encamên lêkolînên xwe bi civaka awistirî û kurd re parve kir û gelek agahiyên nû pêşkêşî kesên hazir û guhdar, kirin. Him birêz Schmidingerî him jî rêveberiya enstîtûyê di vegotinên xwe de bal kişandin li ser dewlemendiya pêkve jiyanê ya li Kurdistanê û têkiliyên Kurdan yên bi cîranên xwe re.
Meraqeke mezin li ser mijarê hebû û salona ji bo bernameyê hatî veqetandin jî bi temamî tijî bû. Wekî dezgehên kurdî yên li welatên biyanî, sazkirina çalakiyên bi vî rengî watedar in û rê li ber xwe gihandina civaka biyanî hêsantir dikin û hêvî ew e çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin û helbet ji bo vê jî piştgiriya civakê bivênevê ye, wekî me gotî rewşa Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê ya aborî zêde ne baş e û bi şiyanên xwe di nava hewildanan de ye û divê guhê civakê jî lê be.
Pêvajoya Penaberîyê û Avakirina Enstîtûyên Kurdî
Em Kurd ji ber rewşa welatê xwe li her çar aliyê cîhanê belavela bûne û dema mirov berê xwe bide kîjan welat û bajarê cîhanê, bivênevê rastî kurdekê tê. Wekî Şîvan Perwer di straneke xwe de balê dikişîne ser, “birçîbûna welatê mirovî ji têrbûna welatê xelkê birûmettir e”. Helbet, lê rewşa welatê me gelek caran fersenda birçîbûnê jî nade me û me neçarî terka welatî dike.
Ev neçariya berê me dide war û welatê xelkê xerîb, helbet jiyanê di cih de li me xweş nake û ne hêsan e mirov di cih de dest bi jiyaneke xweş û aram jî bike. Jixwe mirov her çi qas hewil jî bide, welatê mirovî bi xwe re aniye û êşa wê destûrê nade mirovî da wê xweşiyê bijî. Anku her çi qas mirov ji warê xwe bibe û jê reviya be jî, ew war bi hemû hebûna xwe, bi mirovî re ye û cihê xwe yê li ba mirovî zû bi zû ji dest nade.
Îcar nexasim mirov dilsozê welatê xwe be û di bin nîrê mêtîngeriyê de têk neçûbe. Ew dûrî, mirovî di nava xwe de dikizirîne, mirovî dixe nav hewildana kirinên bo welatê xwe, li wê xerîbiyê. Li gelek welat û bajarên kurdan xwelêgirtî, bi saya van hewildanan gelek sazî û dezgehên Kurdî hatine avakirin û hewila van sazî û dezgehan ew e ku, li wan welatên lê bûne penaber, ango xwe lê girtine, bibin dengê kurdbûna xwe û dengê welatê xwe yê jê reviyayî.
Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê
Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê jî yek ji wan saziyan e ku li paytexta Awistiryayê Viyanayê di sala 2017an de hatiye avakirin. Li gorî danasîna enstîtûyê ya fermî: “Navê fermî bi Almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheka çanda Kurdî ya serbixwe ye. Enstîtû, di sala 2017an de ji alîyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên kurd ve li welatê Awistiryayê bi armanca parastina kelepûr û zimanê kurdî hatiye damezirandin. Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê kurdî bi xelkê Awistiryayê bide nasîn û têkilîyan di navbera welatîyên awistiryayê û kurdan de biafirîne û xurt bike.
Çalakîyên Enstîtuya Kurdî Çi ne?
Giringtirîn çalakîyên Enstîtuya Kurdî kûrsên fêrkirina zimanê Kurdî ji bo revenda kurdî li Awistiryayê û şagirtên kurd û yên bîyanî yên Zanîngehên Vîyanayê ne. Enstîtûya Çanda Kurdî ya Vîyanayê kûrsên zimên bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî pêşkêş dike. Kurmancî û Zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin. Ji bilî kûrsên fêrkirina ziman, Enstîtûya Kurdî çalakîyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wekî danasîna pirtûkên kurdî yên nû û birêvebirina gotûbêjan li ser wan.
Her weha enstîtuya navborî bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên kurd radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi kurdên dîyasporayê re parve bikin.”1 Dîsa enstîtû car caran bi çalakiyên taybet ên mûzîkê çalakiyan li dar dixe û her weke din rojên kurdî yên taybet jî, li gorî taybetiya wan rojan çalakiyên çandî û zimanî li dar dixe. Wekî mînak di Roja Zimanê Kurdî de li ser zimanê kurdî û di rojên Newrozê de jî pîrozkirina Newrozê bi çalakiyên çandî, hin ji van xebatan in.
Her wiha Enstîtûyê di sala 2021an de, di bin banê xwe de pirtûkxaneyeke kurdî ava kiriye û ev pirtûkxane ji hêla xwendekaran ve him wekî cihê xebatê û him jî wekî cihê pirtûkên kurdî tê bikaranîn. Ji ber ku derfetên enstîtûyê yên aborî zêde ne baş in, hewildana avakirina pirtûkxaneyekê gelekî watedar e û ger piştgirî lê bê kirin dê karên xweştir û berketîtir jî derbikevin holê.
Projeyên Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê yê heta niha weha ne:
- Kursên Zimanê Kurdî bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî
- Koma Xwendinêya Vîyanayê
- Şevên Helbesta Kurdî
- Projeya Kulîlk ya Zarokan
- Maseya Vîyanayê ji bo Diyaloga Civakî
- Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî
- Çalakiyên Çandî û Hunerî
- Pirtûkxaneya Kurdî li Taxa 12an, Vîyana
- Projeya Entegrasyonê ji bo Ciwanan
- Semîner û Danasîna pirtûkan
- Koma Wikipedia Kurdî li Aistiryayê
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî
Li aliyê din Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê ji bo qedirdana xebatên di warê zimanê kurdî de tên kirin, xelateke bi navê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” dide û bi vê xelatê rûmet û qedirşînasiyê li ked û karên kesên di warê zimanê kurdî de xebat kirîn nîşan dide.
Lîsteya kesên heta niha ev xelat standine weha ye: 1
- Sala 2018an birêz Prof. Celîlê Celîl
- Sala 2019an birêz Şahînê Bekirê Soreklî
- Sala 2020an birêz Konê Reş
- Sala 2021an birêz Jan Dost
- Sala 2022yan birêz Firat Cewerî
- Sala 2023yan birêz Deham Ebdilfetah
Çavkanî
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê