Filma Bîraxane li Festîvala Filmên Serbixwe ya Bostonê xelata baştirîn filme serbixwe wergirt. Bîraxane ku bi derhênerîya Bilal Korkut hatine girtin di xelata baştirîn filme serbixwe yê festîvala Bostinê wergirt. Taybet ew film beşdar dibin ew ên ne girêdayî dewletekê an jî bi navekê din filmên ku ji alîyê kesên bêdewlet ve têne girtin.
Di encama wergirtina vê xelatê de me li gel Bilal Korkut der barê xelat û serkeftinên wî de hevpeyivîn kir. Bilal Korkut pirsên me weha bersivand.
Der Barê Xelatê de
Bilal Korkut ji me re ragehand ku ew serbilind bûye ji ber u denge Arjen Arîyî li dinyayê belav dike. Korkut li ser beşdarbûna Bîraxaneyê bo vê Festîvalê fikir û hizir û raman û hêvîyên xwe weha bi lêv kirin:
“Festîvala Filmên Serbixwe ya Bostonê du roj berê bû. Me xelata baştirîn filmê serbixwe stand. Berî wê jî li çar pênç festîvalan me xelat standibû. Gelekî tiştekî baş hebû, ji ku me bi derfetên pûçiçik û helbesta me ya qewî çêkirî li dinyayê tê bihîstin. Gelek pirsa Arjen Arî dikin, dibêjin ma hatîye wergêrandin yan na, em çawa dikarin xwe bigihîninê? Ez bi wê gelekê serbilind im ku Arjen Arî dengê wî li dinyayê belav dibe. Her weka nîşaqên ku li Bîraxaneyê tê kirin, haya dinyayê ji me çêdibe, em çi diaxivin, meseleya me çi ye?”
Der Barê Bîraxaneyê de
Her weha Korkut anî zimên ku wî gelek zehmetî pê ve dîtîye bes niha kêfa wê derdixe û li ser Bîraxaneyê çend weha lê zêde kir:
“Bîraxane ji bo min panoramayeka welat bû, di cihekî teng da di şeş metrekareyan da em hinek fikrên xwe, ramanên xwe, derdên xwe bînin ser ziman. Gelekî zehmet bû ji bo min di serê pêşîyê da, dema min dinivîsand heta min çêkirî. Îro ez hinekê kêfa wê dijîm ya rastî. Ji ber ku di festîvalan de xelatan digirê, xelk li ser axavin, pirsên baş têne kirin. Cihê şanazîyê ye ji bo min.”
Pêşeroja Bîraxaneyê
Her wesa Bilal Korkut ji bo Pêşeroja Bîraxaneyê got em belkî bifiroşin platformekê û got:
“Wê sê çar mehên din ji bo min dewam bike heta 2024an jî em ê filmî dîse bişînin festîvalan. Pişt re gelek kes dipirsin em dikarin çawa temaşe bikin. Belkî em li ser platfromekê bifiroşin û li hemû deverên dinyayê bikare bê temaşekirin.”
Piştî Bîraxaneyê Filmê Xwemalî
Korkut ragehand ku ew dest bi filmek nû dibin bi navê Xwemalî ku ew tê de senarist û çeker e. Korkut ji bo piştî Bîraxaneyê der barê projeyên nû de weha anî dewam kir:
“Niha piştî Bîraxaneyê me çîrokek, kurtefilmek heye. Ez ê di wir de ne weke derhêner; weke çeker bim. Di çend projeyên dî de jî wisa wê xuya bike. Ez ê hinekê bazara sinemaya me geş bikim û bi tene em filmên xwe çekin, em bibine alîkar ku dost û hevalên me karibin filme xwe em bi hev re çêbikin, çend projeyên wisa hene. Niha di pêşîya me de ku du roj şûnda wê dest pê bike: Xwemalî. Derhênera me Rojda Oral e. Ez jî senarîst û çêkerê filmî me.”
Bîranxane, Heta Niha Beşdarî Çend Festîvalan Bûye û Çend Xelat Wergirtine?
- Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, Fîlma Herî Baş. 2023
- Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Blue Berry, Xelata Derhênerê Herî Baş. 2023
- Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Blue Berry, Xelata Posterê Fîlma Herî Serketî. 2023 (Qenjo Rami)
- 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê, Pêşbirka Taybetmendiyên Kurdî, Fînalîst. 2022
- 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê, Lîstikvanê Herî Serketî, 2022 (Hisen Hiseyn )
- Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê, Hilbijartina Taybet. 2023
- Festîvala Fîlman a Paradise, Hilbijartina Fermî. 2023.
- Xelatên Fîlmên Navneteweyî yên Ewropaya Rojhilat, Hilbijartina Fermî. 2023
- 4emîn Xelatên Fîlma Indie ya Chicago, Namzed, 2023
Bilal Korkut Kî ye?
Bilal Korkut di sala 1987an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Di sala 2009an de beşa Perwerdeya Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedandiye. Di sala 2015an de li Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê masterê wergirtiye. Derhêneriya gelek lîstikên wekî “Em cîranên hev in”, “Çîrokên jinan”, “Nene û Tilkî” û “Mîrê Piçûk” kirine. Di sala 2016an de li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînan a Stenbolê, Beşa Sînema û Televîzyonê dest bi xwendinê dike, lê dev ji bernameyê berdide û vedigere Mêrdînê û li Zanîngeha Artukluyê di Beşa Ragihandinê de beşdarî bernameya masterê dibe. Berî qedandina beşê biryar dide ku li Îngilîstanê bi cih bibe û niha li Manchesterê dijî. “Hole in the Wall” yekem fîlma wî ya dirêj e.