“Serê salê, Binê salê
Xwedê derdekî neke vê malê
Pîrê bike qurbana kalê
Kalê jî bike ya salê”
Wekî hemû civak û neteweyên dinyayê kurd jî xwedîyê gelek bîr û bawerî û kevneşopîyan in. Hin ji wan kevneşopîyan, mexsûsê demsalan in. Yanî bi tenê li hin demsalan pêk tên. Kevneşopîya Kosegerîyê jî ji yek wan kevneşopîyan e ku bi tenê li demsala zivistanê pêk tê.
Ev kevneşopî, bêguman li gelek deverên welêt bi şêwazên cur bi cur pêk tê. Hin dever berîya serê salê pêk tînin, hin dever tam di serê salê de pêk tînin, hin hefteyek du hefte ji meha çileyê hildidin paşê pêk tînin. Lê bi her awayî kevneşopîyeke zivîstanî ye. Ez ê ji we re behsa kosegerîya zarokatîya xwe ya li Serhedê bikim. Ka kosegerîya zarokatîya me çawa bû û me çi dikir.
“Me du kes wekî bûk û zava dixemilandin…”
Hemû beşdarên vê şahîya me ji zarên kurîn ango ji lawan pêk dihatin. Ji ber ku kesî destûr nedidan keçik tevê vê şahîyê bibin. Em xortên teze kamilbûyî li bêdereke gund kom dibûn. Me du kes wekî bûk û zava dixemilandin. Ji bo kes nizanibe kose, bûk û zava kî ne me hersê jî rûpoş dikirin; bûk bi xêlîyê zava jî bi ard… Yanî ew kesê bibûya zava me rûyê wî bi ard spî dikir, kesî ew nas nedikir. Jixwe me kose jî bi çawan (bendê ji gîya çêdibûn) serdanpê gire dida û rûyê wî jî bi tenîyê an jî bi ard rûpoş dikir.
Pişt re me dest bi gera nav gund dikir. Di gera nav gund de armanca me ya sereke berhevkirina şekir, ard û rûnî bû. Lê pere jî bidana ji bo me dibû kêfxweşîyeke mezin. Kêm malan em destevala ji ber derîyê xwe dişandin. Ji her sê zadan miheqeq tiştek didane me. Hin malan rûnd, hinan şekir, hinan jî ard dida. Carinan malên dewlemend her sê jî didan.
Di wê gerê de kesê kose xwedîyê xweserîyeke taybet bû. Li nava gund kî pêrgî me bihata kose dikaribû bi darê destê xwe ve lê bixista. Kesekê nikaribû bigota çima lê dixî. Ji ber ku gundîyan ev taybetmendî dizanibûn ji bo kutanê nexwin ji kose direvîyan.
“Carekê kose ez bûm…”
Carekê kose ez bûm. Pismamekî me yê gelek ji me mezintir kete pêşîya min, hema bi daran lê rast bûm, min da ber daran. Ji ber ku rûyê min girtî bû nizanibû yê lêdixe ez im. Nexwe yê sê carê wê li min bida… Eger wexta em li nava gund digerîyan malbatekî soz neda me negota zadên we berhevkirî bînin li mala me çêbikin, em li mala gund ya dawî disekinîn.
Eger pere hatiba me li hev parve dikir. Rûn, şekir û ard jî radestî kevanîya malê dikir ku ji bo ku ji me re helawê çêbike. Kevanîya malê ji wan zadan têra me û merivên malê helawek çêdikir. Me ew helaw bi çayê re dixwar. Piştî wê kesên bixwestina bi kilam, qewlik û çîrokan rengekî didin didane şevbuhêrka me.
Wexta dikete derengîya şevê, em radibûn ji hev belav dibûn. Her kes diçû mala xwe. Em bi hêvî û dilekî xweş li benda kosegerîya sala bê disekinîn… Hefteyek an jî deh rojan jî wexta bi gotegotên kosegerîyê derbas dibû. Mînak kîjan malê zad kêm daye kîjan malê zad zêde daye û hwd.
“Me carinan ji ber van gotinan şer dikir…”
Ji ber ku gundîyan nizanibû kose û bûk û zava kî ne, piştî ev eşkere bû henek û gotinên li ser wan jî didomîyan. Ji ber ku bûk jî kur bû zava jî kur bû gelek caran em diketin rikê wî kesê bûyî bûk, me digot êdî tu jina filankesê yî. Me carinan ji ber van gotinan şer dikir carinan jî em bi hev dikenîyan. Niha gava ew roj tên bîra min, hezar xwezî û keser li min dialin…