Çînê, sala borî ji dinyayê hemîyê pirtir enejîya tavê ava kir ku ev rêje ji rêjeya dinyayê hemîyê ya sala 2022an zêdetir e. Di rapora ku duh ji aliyê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IAA) ve hat weşandin de, hat ragihandin ku Çîn di warê enerjiya venûker de pêşeng e.
Di raporê de hat diyarkirin ku projeyên enerjiya tavê yên ku Çînê di sala 2023an de da destpêkirin ji hemû bernameyên ku di sala 2022an de li seranserê dinyayê hatine destpêkirin zêdetir in. Hat ragihandin ku projeyên enerjiya bayî ya rêveberiya Pekînê di sala 2023an de li gor ên sala 2022an ji sedî 66 zêde bûne.
Proje Çawa Hatibû Destpêkirin
Çînê di meha Nîsanê de li Çola Gobîyê gava yekem a projeya enerjiya tavê û bayî ya 450 gîgawatt avêtibû. Hat destnîşankirin ku bi van veberhênanan Çînê ji sedî 60ê kapasîteya enerjiya venûker heye, tê payîn ku heta sala 2028an li seranserê dinyayê bixebite.
Bazirganîya Çînê Di Warê Enerjîya Tavê de
Ji aliyê din ve Çîna ku di cîhanê de xwediyê duyemîn aboriya herî mezin e, di hilberîna panelên enerjiya tavê de jî pêşengiyê dike. Di raporê hate gotin, “Tevî ku Dewletên Yekbûyî û Hindistan hilberîna panelên tavê bi rêjeyek nedîtî zêde kirine jî, tê çaverêkirin ku Çîn ji sedî 80 û 95 para xwe di zincîra peydakirina gerdûnî de biparêze.”
Pirsgirêkên Wê di Bazara Navneteweyî de
Hat destnîşankirin ku Bankaya Navendî ya Çînê bi kêmkirina lêçûnên deynkirinê projeyên nû yên enerjiyê fînanse dike, lê ji ber faîzên zêde desteka ku ji projeyên bi vî rengî yên li Rojava tê dayîn paş ve diçe.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropî (YE) Ursula Von der Leyen, di daxuyaniya xwe ya meha Îlonê de, amaje bi wê yekê kir ku Çîn bi kiryarên bazirganî yên neheq hewil dide ku şirketên teknolojiya enerjiya tavê ya li Ewropayê ji bazarê derxîne. Serokê Komîsyonê ragihand ku gelek şîrketên li Ewrûpayê ji ber hevrikên çînî yên ku bi giranî piştgirî didin karsaziyê winda dikin.