Silav ji Te re Sala Nû, Oxir Be Sala Çûyî
Carinan bi xweşî, carinan bi reşî, carinan bi ken û coşî, carinan bi xem û girî, bi çûyinên bêveger, bi lêvegerînên bêxeber… Belê ji emrê me saleke din çû û qedîya. “Tişta çû, nede dû” gotine pêşiyên me lê mixabin ji ber daxwazên me yên pêknehatî, hêvîyên me yên nîvco mayî, çavek tim li paş dimîne. Lê divê em berê xwe tim bidine pêş, nedine paş.
Gelo Em ji bo Sala Nû Çi Difikirin ?
Bendemayînên me ji sala nû çi ye? Di sala nû de di jiyana xwe û di cîhanê de em dikarin çi biguherînin? Ka em demeke kurt çavên xwe bigirin û bersiva van pirsan di serê xwe de zindî bikin. Dema min çavên xwe girtin di nava cîhanek şên û avî de dengê kenê zarokên bextewar û azad hat guhê min.
Belê em hemî mirov xêr û xweşî û qencîyê dixwazin. Em hemî him pere û him jî aramîyê dixwazin, serkeftinên cur bi cur û hêzên bêdawî dixwazin. Em tim dixwazin û hey dixwazin… Lê em ji bo vê çi dikin? Hilbet ne mimkun e em hemî erkên xwe bi dest bixin lê ji bo bi destxistina wan em çi qas li ber xwe didin ?
Bendemayîna Te ji Sala Nû Çi ye ?
Çavên xwe bigire û bersivê bîne ber çavên xwe, bi hemî baweriya xwe ji xwe re vê hevokê dubare bike. “Ez ji bo vê tişta dixwazim li ber xwe bidim. Çi ji destê min were ez ê bikim û ez ê bi ser bikevim.”
Motivasyon û bawerî hêza herî bandorker a di pêvajoya jiyanê de ye. Bi destpêka sala nû xwe ji wan mirovên negatîf azad bikin ên ku motîvasyona te dikişînin jêrê û bi hebûna xwe tiştekî li te zêde nakin. Wan ji jiyana xwe derxin.
Belkî piçekê zor be, piçek jî biêş be lê di vê sala nû de birûnin û bifikirin û hemî rastiyan li rûyê xwe bixin û wan rastiyan yek bi yek qebûl bikin. Ji şaşiyên xwe bivegerin lê qet ji wan poşman nebin. Ger me ew şaşî nekira em ê çawa pêrgî rastiyên xwe bihatana.
Ez Îsal Dikarim ji bo Xwe Çi bikim ?
Pêşî ji xwe hez bikin. Axx xwezî min berî zanîba ku “Pêşî hezkirina xwe, pêşî hezkirina hebûna xwe” çi qas tiştek bibandor e di jiyanê de. Lê mixabin ez jî di nava wan kesan de me ên ku vê dereng fêm dikin.
Em tim qîmetê pêşî didin mirovên li hember xwe, nadin xwe. Em tim pêşî ji wan hez dikin, pê re ger ew ji me hez bikin em jixwe hez dikin. Tim pêşî wan bextewar dikin, pê re bi bextewariya wan xwe bextewar dikin. Yanî tim pêşî ew, pê re em.
Lê bawer bikin tu tişt û tu kes nikara bi qasî vê xeletiyê zirarê bide me û jiyana me. Ev xeletî jî mixabin ji malbata me derbasî me û derûnîya me bûye. Jixwe di bingeha gelek travma û bertekên me yên hişk de malbat û hwd cîhê herî mezin digire.
Derûnnas Mark Wolynn di pirtuka xwe ya bi navê “Bi te re Dest pê nekir” de dibêje; “Malbat hemî travma, tirs, anksiyeteyên xwe weka nexweşiyeke genetîk digihînin me û ger em wan pirsgirêkan nebînin, tedawî û çareser nekin, mixabin em jî weka mîrasekê wan pirsgirêk, trawma, anksiyeteyan digihînin zarok û pêşerojên xwe. Yanî ew tişt xwe di me de nîşan nedin jî dibe ku di zarokên me de bi bertekên cur bi cur derbikevin holê. Lewma tim li hemî mirovan pêşniyar dikim û dibêjim, pêwîst be an jî ne pêwîst be, her demekê carekê ji derûnnasekê alîkariyê bigirin.
Ka pênûs û lênûska xwe bigirin destên xwe û hemî bendemayîn û erkên xwe li ser lênûskê binivîsînin. Ji dil bawer bikin û ji xwe re bêjin “Ezê bi ser bikevim, ez ê ji bo erkên xwe hîn zêdetir bixebitim û ez ê ti carî nabime mirovek zilimkar û ez ê heqê tu kesê nexwim” û bi nêrînek nû dest bi sala nû bikin
Hêvî dikim wê îsal ji hemî salên borî hîn xweştir, hîn bibereket û hîn geştir derbas bibe. Sala nû ya 2024an li we pîroz be. Ev sal wê sala we be…