Piştî çar salan yekem car li Amedê 10emîn pêşangeha pirtûkan tê lidarxistin li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamyayê. Pêşangeh, bi beşdarîya teqrîbî 200 weşanxane û 300 nivîskaran di nav 16-24 mehê de pêk tê ku bi tevahî 9 roj in.
Der barê Pêşangehê de
Pêşangeh dê 9 rojan dewam bike ku di dawîya pêşangehê de bi tevhaî dê başdarîya nêzîkî 120 weşanxane û 250 nivîskaran biqede. Ku ji van, 27 weşanxane yên kurdî ne. Bi temamîya 9 rojan de, teqrîbî dê bi 100 panel, hevpeyvîn, seminer û çalakîyên dîtir biqede.
Xwîner û nivîskar digehin hev. Xwîner pirtûkan dikirin û hema li wê derê ji nivîskarî bi xwe îmzayê distînin. Her weha bi rêya panel û semîneran mecala pirs û pirsîyaran dikeve destê xwîneran.
Pêşangeh ji Alîyê Kê ve tê Lidarxistin?
Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi hevkarîya Jûra Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê û Eylul Fuarcilikê li Navenda Kongre û Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir.
Çima 4 Sal Navber Hate Dayîn?
Ji ber sedemên pandemîyê, erdhejê, qeyrana ekonomîk û tiştên dîtir ew çar sal bûn pêşangeha pirtûkan nedihate kirin.
Kî Beşdar Dibin?
Çendîn nivîskarên kurd beşdarî vê pêşangehê dibin. Hinek ji wan ev in: Bahoz Baran, Suleyman Çevîk, Berken Bereh, Kenanê Nado, Ayhan Geverî, Abdurrahman Adak, Perwîz Cîhanî, Hayrullah Acar, Şehmus Kurt, Fexrîya Adsay, Ergîn Opengîn, M. Malmisanij, M. Xalid Sadinî, Recep Dildar, Muhsîn Özdemîr û çendîn nivîskarên dîtir.
Her weha civat û rewşenbîr û enetelektuelîya kurdî jî pêşangehê bi tene nahêlin û li cihê wê dişopînin.
Qismek ji Bernameya Pêşangehên bi Kurdî Weha ye:
16 Kanûn: 16.00 – Şi’ra Berken Bereh û Cihê wî li Şi’ra Serbest (Weşanxaneya Avesta)
18 Kanûn: 14.00 – Di helbestê de Evîn û Netewperwerî (Weşanxaneya Payîzê)
20 Kanûn: 15.00 – Hişpêl (Kîrdkî/Zazakî) (Weşanxaneya J&J)
22 Kanûn: 18.00 – Dîwana Muzîkê-Danasîna Pirtûka ‘Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî’ (Ma Muzîk)
23: Kanûn 12.00 – Ziman, Perwerdehî û Wêje (Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê)
23 Kanûn: 13.00 – Siltanê Kurd Selahadîn Eyûbî (Weşanxaneya Lîsê)
23 Kanûn: 15.00 – Di Xebatên Zimanî û Rewşenbîrî de Girîngiya Sazîbûyînê/Rêxistinbûyînê (Pena Kurd)
23 Kanûn: 17.00 – Xebatên Qeydkirin û Arşîvkirina Mûzîka Kurdî di Sedsala Dawî da (Weqfa Mezopotamyayê)
24 Kanûn 15:00 – Rola Dayika Niştiman di Şanoya Kurdî de (Weşanxaneya Na)