Roman ji alîyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatîye wergêrandin. Tevahî ji 20 beşan pêk tê û bi vegerana lehengî dest pê dike. Vegêr û karakterê sereke yê romanê Muzefferê Subhdem e. Vegêr digel xwendevan wek ku nîqaş dike û wek ku fikrên wî/ê dibihîze dîwan dike, bang li wan dike, pirsan liwan dike û hwd. Ev roman di nav xwe de çîrokên karakter û bûyerên cur bi cur dihewîne ku di beşên pêşîn de naveroka her beşê ji hev cuda ye lê di dawîya her beşê de vegêr dîyar dike ku ev karakter û ev bûyer hemû di dawîyê de bi hev tên girêdan.
Muzefferê Subhdem piştî 21 salan ji zindanê derdikeve û xwe li koşkekê dibîne. Ev koşk yê Yaqubê Sinewber e, hevalê Muzeffer yê zarokatîyê ye. Roman bi hevdîtina wan ya piştî 21 salan dest pê dike. Yaqubê Sinewber, Muzefferê Subh demî di koşka xwe de dîldigre, Muzeffer ji vê rewşê tiştek fehm nake ji ber ku Yaqubê Sinewber tekane kes e ku wextê Muzeffer di zindanê de bû bi wî re di têkilîyê de bû. Yaqubê Sinewber serokekî pêşmergeyan e, karakterekî xeyalperest, bihêz, dilhişk û bêxem e. 21 sal berê wextê Muzeffer hat girtin Yaqub jî li ba wî bû, di wê dema girtinê de divê yekî xwe fîda kiribaya û yek azad bûya. Muzeffer wisa difikirîya ku xelasîya wî yê ji zindanê ji yê Yaqub dê rehettir be loma tenê kurê xweyê çend rojane Seryasê Subhdem emanetê Yaqubê Sinewber dike û xwe fîda dike. Yaqub wê koşkê wek ku cihê pêkanîna şoreşê, xewn û xeyalên xwe û yên Muzeffer dipejirîne û ji Muzeffer daxwaz dike ku doza azadîyê neke, ji ber ku derveyê koşkê cihekê azad nîne, derveyê koşkê xirab û bitaluke ye. Yaqûb derveyê koşkê wek mirina reş dibîne. (r.33) Li gorî Yaqûb, Muzeffer pak e, dûrbûna ji jîyana derve ew pak hiştîye loma naxwaze wî berde.
Bextîyar Elî ji alîyê karakterîzasyonê ve bihêz e û serkeftî ye, nivîskarekî fîlozofîk e, ji felsefeyê hez dike û karakterên xwe jî bi vî awayî dide axivandin. Yaqûbê Sinewber yek ji wan karakteran e ku wextê ji Muzeffer re behsa derveyê koşkê dike tama felsefeyê dide xwendevan. Behsa şerê mirov ya bi jîyanê, dike û tekane rêya aramîyê dizane ku ew jî ji mirov û ji derveyê koşkê dûrketin e ku mirov tenê dikare bi vî awayî pak bimîne. Bi vî awayî Muzeffer ji payîzekê heta biharekê li koşkê wek dîl dimîne. Û rojekê ku pirsa Seryasê Subhdem ji Yaqûb dike û Yaqûb dibêje Seryasê Subhdem mirîye bi vî awayî çîrok û bûyerên din dest pê dikin. Îkramê Kêw tê koşkê û Muzefferî nas dike, jê re dibêje ku Muzefferê Subhdem yek ji şehîdên kevinên şoreşê ye. Ji ber ku Yaqûb ji her kesî re gotibû ku Muzeffer mirîye. Piştî hevnasîna wan Muzeffer daxwaza azadîyê ji Îkram dike û demek şûnda Îkram wî ji koşkê derdixe. (r.76)
Ji vir şûnda xwendevan ji devê Muzeffer çîroka sê seryasan, çîroka sêhinarên şûşeyî û çîroka Hinara Dawî ya Dinyayê dixwîne. Muzeffer piştî ku hat girtin û kurê xwe emanetê Yaqûb kir çend rojberîya wî du kurên Yaqûb yên ne ji jina wî jî hatibûn dinyayê. Ji ber ku ev rewşa bêyî zewacê xwedîbûna zarokekê nayê pejirandin û kesê dike tê şermezarkirin, Yaqûb nedixwest bikeve rewşeke wiha loma bêçare bû ku ew ê çi bi du kurên xwe bike, tenê rêyek hebû ji bo xilasîya wî ew jî ev bû ku bibêje her sê jî lawikên şehîdekê şoreşê ye. Loma wan her sê kurikan wek kurikên Muzeffer da nasîn û ji bo wan kete çareserîyê. Di wê dema ku Yaqûb di şoreşê de serokatî dikir (kîjan şoreş e nayête zanîn) zilamek di destê wî de bi sê hinarên şûşeyî hatibû ba Serok. Her sê kurên wî pêşmerge bûn û her tiştên wan bi hev re bûn, tim li rex hev bûn. Ji ber ku li gor qaîdeyê şerê divê her sê ji hev cuda bin, ji bavê xwe daxwaz kiribûn ku tiştekê ji wan re saz bike da li ku derê dinyayê jî bin, dema lê temaşe bikin hev bibîrbînin, hesta biratîyê di wan de bilivîne, tiştekê ku wan bi hev ve girê bide.
Bi vî awayî bavê wan sê hinarên şûşeyî çêdike. Lê heta wan hinaran bigehîne kurên xwe her sê jî şehîd dikevin. Ser vê xemgînîyê wan her sê hinaran dide serok ku bide sê kesan da wan bi hev re girê bide (r.316). Wê demê Yaqûb navê her sê kurikan dike Seryasê Subhdem û dibe ba Seyîd Celalê Şems, ji wî daxwaz dike ku van her sê zarokên şoreşê bişîne cihên ji hev cuda û van hinarên şûşeyî jî bide wan ku bila ti caran ji xwe dûr nekin û heta hetayê lê binêrin.
Bi vî awayî her sê Seryas hem bi wekhevbûna navên xwe û hem bi saya hinarên şûşeyî bi hev ve hatin girêdan û belavê cihên cuda cuda bûn. Ev roman li ser rêya Muzeffer ya ji bo gihîştina kurê xwe Seryasê Subhdem e ku di vê rêyê de gelek karakter û gelek bûyer tevlê çîrokên romanê dibin. Demek û mekanek dîyar tune ye. Vegêr, caran li ser dema bê û caran jî li ser dema borî bûyeran vedibêje.
Seryasê Subhdem, Seryasê Mezin, Profesorê Şevên Tarî, Marşalê Erebokan, Fîlosofê Şevên Tarî, Seryasê ewil e. Karaktereke xwîngerim û rûken e. Jixwe re dibêje feqîrtirîn mirovê dinyayê. Erebokeke wî ya bi navê Sînga Kejalê heye, li bazarê bi vê ereboka xwe sebze difiroşe. Daxwaza wî ew e bibe mirovekî mezin, û yan jî bibe xweşnivîsek yan jî kitêbfiroşek. Ji piçûkanîyê ve jîyanek xîzan dijî li gorî wî newxeştirîn jîyana dinyayê ye jîyana wî. Yek ji nêzîktirîn hevalê Seryasê Mezin Mihemedê Dilşûşe ye (Mihemed Silêman Hisên), karakterekî fîlozofîk e, ciwaneke xeyalperest e, di nav xeyalên xwe de dijî, kilîtên wî yên bi armancên cur bi cur hene û bawer dike û ev kilît hemû derîyan ji wî re vedike û nihênîyan ji holê radike. (r.41) Disa lêntarîyên şoreşê de ji dayîk bûye, her tim tirs, tarîtî û derîyên girtî di dinya ya wî de hebûye. Zarokatîya xwe di himbêza dayikeke tirsîyayî de derbas kiriye. Tirsa wan ev bûye ku dewlet rojekê wan bigre û bişîne biyabanên başûr. Û xwîşkên menevîyên Seryasê Mezin Şaderya ya Spî û Lavlavka Spî, her du karakterên jinên vê romanê ne. Xwîşkên spî du jinên ciwan û bihêz in. Ji ber ku şev tena serê xwe dikevin kolanan û sitranan dibêjin. Ev yek ji alîyê civakê hatîye pejirandin. Li peymangeha mamosteyan xwendekar in ku ew ê dû re li gundekê bakur dest pê mamostetîyê bikin. Ev xwîşk xwedîyê du peymanên mohrkirî ne yek ew ê heta dawîya emrê xwe nezewicin, ti caran porên xwe kur nekin, her tim kincên spî li xwe bikin û ti caran bêyî hev sitran nebêjin. Peymana din jî ew e ku Seryasê Mezin heta hetayê birayê wan e. Wan her du peyman danîn bin dara hinarê. Û hevalek din ya Seryasê Mezin Nedîmê Şehzade ye ku bi saya Nedîmê Şehzade hevnasîna Seryasê Mezin bi Hinara Dawî ya Dinyayê pêk tê.
Ji demên ku civak di rewşek baş de nîn e, gund tên valakirin, tên şewitandin. Rojekê bibaran ku hêzên komarî ji bo wêran û kuştinê tên gundê Nedîmê Şehzade, Seryasê Subhdem û Mihemedê Dilşûşe. Di vê rojê de Seryas bêxem e ji bo ku malbateke wî ya ji dest bide tune ye. Tenê di destê wî de hinareke şûşeyî heye ku jê ra hatîye gotin heta hetayê divê wê jixwe dûr neke û li wî baş binêre. Mihemedê Dilşûşe di destê xwe de bikilît û madelyonan bêxem e. Di nav baranê de dikene û sitranan dibêje. Nedîmê Şehzade wê rojê tirsnak e ji ber ku jê re gotine ku hêzên komarî kesên kor dikuje. Nedîm kor e. Û di wê roja gengeşî û baranê de hawar dike ji bo alîkarîyê ku xwe bigihîne bin dareke hinarê li ser lûtkeya çiyayekî nêzîk, hinareke ku divê dibinî de razê û çavên wî baş bibin. Di vê beşê de vegêr dîyar dike ku ev dar dareke efsaneyî ye. Seryas û Mihememd alîkarîya Nedîm dikin ku xwe bigihîne bin wê darê.
Nesîmê Şehzade bavê Nedîmê Şehzade vê darê çar salan berîya wê şevê di havîneke zozanê de ji Nedîmî re çandîye. Nedîm, Seryas û Mihemed xwe digihînin bin wê darê û Nedîm bin wê darê radizê. Ji bo Nedîm ev dar dareke mimbarek e. Ji ber ku her carê radikeve aramî dikeve dilê wî û di xewna xwe de bavê xwe dibîne. Nasîna van hevalan bi Seryasê Duyem bi vî awayî pêk hat: Rojekê wextê Mihemed li radyoyê guhdar dike li wir kesekê bi navê Seryasê Subhdem daxwaza stranekê dike ji bo çend kesayet û ji bo hemû pêşmergeyên hêza 21. Ji ber ku Mihemed ciwaneke ji xeynî şikandina tarîtîyê û hêvîyeke wî ya din nîn e. Ji Seryasê Mezin re meseleyê dibêje û dikevin pê Seryasê Duyem. Zarokekî spîçolkî û çavhingîv e. û digel wî jî hinareke şûşeyî heye. Ji zarokatîyê ve bi wî re ye. Û fehm nake ka ya xweşî yan bextreşîyê ye. Serê her duyan jî tevlihev dibe. Seryasê Mezin û Mihemed li ser mijarê kur difikirin. Mihemed wisa bawer dike êşek di dawî de me hemûyan dike wekhev. Û nihênîya ku dibin geha hebûna mirov bi awayekî felsefîk dinirxîne.(rpl.169)
Bi vî awayî Seryasê Duyem, Seryasê Çepel, Profesorê DilênTarî, Seryasê Kizgiryok, Seryasê Piçûk derdikeve holê. Seryasê Duyem pêşmerge ye, bihêz e, dilhişk e, berevajîyê Seryasê Mezin e. Xareman Xan û Mela Ebas di êrîşeke li ser gund de têkirin de dimirin. Ev ew kes in ku Seryasê Duyem mezin kirine li wî xwedî derketine. Di şewitandina gundên Kurdistanê de gundê Seryasê duyem jî hatîye şewitandin(Ev bûyer tekabulê salên 90î dike). Caşekî, ew xelas kiriye Keyxusrew Axayê Sofîyan, Axayê Sedrê Erhemî ye. Seryasê Duyem digel vî caşî dimîne û mezin dibe, bi wî re diçe şeran. Ev ew caş in ku li hember pêşmergeyan in. Bi wan re şer dikin. Yanî berî ku Seryasê Duyem bibe pêşmerge li alîyê dijmin bû. Bi vî awayî Nedîm, Mihemed, Seryasê Mezin û Seryasê Duyem dibin heval û peymanekê mohr dikin ku ew ê heta hetayê birayê hev bin û ti caran derew li hev nekin, vê peymana xwe deynin bin Dara Hinara Dawî ya Dinyayê.
Ji bo her kesî wateyek din ya vê darê heye: Nedîmê Şehzade jê re dibêje hinara dîtinê, Seryasê Mezin jê re dibêje dara kerasetên ser erdê, Mihemed jê re dibêje dara îlhamê, dara nêzîkîya me ji esmên. Piştî ku Seryasê Mezin di şerekê nav firoşkeran de dimire, Mihemedê Dilşûşe jî bi awayekî asayî jiber xwîna ji singa wî derdikeve, ji bereşqa Lavlavkê dimire. Seryasê Duyem wextê hevaltîya bi wan re dev ji pêşmergetîyê berdabû û ji partîyê derketibû. Piştî ku hevalê wî û birayê wî mir cardin berê xwe da pêşmergetîyê, navberekê têgirtin. Muzefferê Subhdem bi saya Îkramê Kêw cihê Seryasê duyem peyda dike û bi saya nasên Îkram; Teyfûr Paşa û Îdrîsê Hingivîn, Seryasê Duyem û Muzefferê Subhdem ji hev re dest pêşandina kasedan dikin. Seryasê Duyem jê re behsa şerên ku tevlêbûye û behsa hevalên xwe dike. Piştî mirina Mihemed û Seryasê Mezin şûşeya xwe ya hinarê dişikêne û êdî dibe mirovek bêxwedî. Li şer ji ber ku êdî armanceke wî ya jîyanê tune ye û ew tenê bi çeka xwe mijul e cesareteke mezin li Seryasê Duyem peyda dibe.
Mêrxasî û bêhêvîtî birayê hev in. Di bin mêrxasîya Seryasê Yekem de bêhîvîtîya wî sedema bingehîn bû. Seryasê Duyem ji Muzeffer re behsa Seryasê Sêyem dike û ji bo dîtîn û fehmkirina çîroka wî jê re navê Seyîd Celalê Şems dibêje. Muzeffer digihîje ba Seyîd Celal û hemû çîrokê fahm dike. Û ji bo gihîştina Seryasê Sêyem Seyîd Celal berê wî dide bakurê xwe Seyîd Mujdeyê Şems. Ji bo Muzeffer gihîştina Seryasê gelekî muhîm e ji ber ku wextê li zindanê bû tenê tiştek hebû hêvîyên wî nedikuşt ew jî rojekê gihiştina kurê xwe, tamkirina hesta bavîtîyê bû. Seryasê Sêyem di bombebaranekê de birîndar bûye, rûyê wî ji ber şewatê di rewşek xirab de ye. Loma li rêxistinek biyanî li bazarokên şewitî dimîne. Muzeffer xwe digihîne ba wî. Li wir zarokek bi navê Stêrka Reş nas dike û ew dibêje ku heta çend rojên din ew ê Seryasê Sêyem bibin Rojhilat ji bo ku ser wî bi xwe bitin. Seryasê Sêyem nikare biaxive. Lê tenê himbêzkirina wî ji bo Muzeffer xweştirîn hesta dinyayê dibe, ji ber ku gelek tişt qerdarê Seryasan e dixwaze ji bo Seryasa Dawîn bijî. Bi vî awayî peymanekê mohr dike ku ew ê heta hetayê li Seryasê Sêyem xwedî derkeve û ew biçe ku derê ew ê berê xwe bide wir. Vê peymanê didanî bin dara hinarê. Bi vî awayî piştî çûna Seryasê Sêyem Muzeffer jî berê xwe dide Rojhilat û ji Patrayê li keştîyekê siwar dibe ku ser Yûnanîstanê bigihêje wir. Lê di deryayê de winda dibe. Hemû çîrok ji devê Muzeffer wextê di keştîyekê de ye û di nav deryayê de wendayîye tê gotin.