“Dibe ku tu taybetîyeke me, bi qasî feraseta bîra me ya bêhempa me nake mirov.1” David. W. Blight bi vê hevokê dest bi nivîsara xwe ya li ser bîrê dike. Helbet, wekî Blight jî balê dibe ser, ajalên din jî xwedîyê bîrê ne lê tu ajal bi wê bîrê nikarin tevgerên mirov bi bîra xwe dikin, bikin. Çawa ku mirov wekî takekes xwedî nasnavekî be û ji bilî wê nasnavê jî xwedi gelek nasnavên civakî jî be, ji hêla bîrê ve jî him xwedî bîreke takî ye, him jî xwedî bîreke hevpar e. Di bingeha xwe de ya mirovî dike xwedî nasnaveke takî û civakî jî hebûna vê bîrê ye helbet. Çimkî mirov bi hizirînê û bibîr anînê jiyana xwe ava dike û tişt û mijarên mirov li ser hizir dikin û tînin bîra xwe, ango bibîrtînin, mirovan ji hev vediqetînin û her mirovekî dikin kesekî têkel, bênimûne. Wekî me bal kişande ser, mirov him xwedî nasnaveke takî ne him jî xwedî bîreke takî ne û xwedî bîrekê takî bûn, mirovî ji hêla nasnavî ve jî ji yên din vediqetîne û wî dike kesekî têkel.
Helbet xwedîbûna bîreke têkel û her wiha nasnaveke têkel rê li ber civakîbûna mirovî nagire, bereksê wê, rê li ber mirovî xweş dike da ku ew takekes, kesên ji hêla bîr û hizirînê ve nêzî wî/ê ne, ji hev veqetîne û li ser wan bîr û hizirînên nêzî hev civakekê ava bike û bi vê rêyê hesta xwe ya hewcehîya xwemalîbûnê têr bike. Hewcehîya vê hestê ewqasî xurt e, wekî ezmûnên Tajfel (1971) û hevalên wî jî nîşankirî (paradîgmaya koma mînîmal/biçûk2 ) gava mirovên bi tu awayî hevdu nas nakin, bi awayekî ketober li koman hatin parkirin, ew kesên berîya hevparîyê hevdu nas nakin, wekî civakekê tevdigerin û pişta hevdu digirin û li wê navê lê hatî komkirin xwedî derdikevin û wî navî wekî nasnaveke civakî dipejirînin.
Helbet mirov di jîyana xwe ya normal de bi awayekî ketober li kom û civakan belav nabin, ango bi awayekî ketober beşdarîya kom û civakan nakin, bereksê vê, wekî me li jorê jî behsêkir, mirov bi zanebûn û li gorî hizirînên xwe û bîrên xwe beşdarî kom û civakan dibin. Û bi vê beşdarîyê re, ango avabûna kom û civakên ji kesên hizr û bîrên wan nêzî hev in re, ev kom û civak bîreke ji ya takekesî cudatir ava dikin, ango hizr û bîrên wan takekesên hizr û bîrên wan nêzî hev, bi kombûna wan re, li hev par dibin û ew kom û civak li ser wan hizr û bîrên li hev par bûyî, hizr û bîreke “hevpar” ava dikin. Ev avakirin, ji komên herî biçûk heya komên herî mezin bi vî awayî ye. Netewe, ku yek ji wan kom ango civakên herî mezin e, jî xwedî heman pêvajoya avakirina nasnava civakî û bîra hevpar e.
Her neteweyek li ser xîma hizr û bîrên hevpar hatiye avakirin ku, her takê ji wê neteweyê xwedî hizr û bîra hevpar ya wê neteweyê ye. Helbet gava mijar avakirina neteweyê be, ya ji her tiştê girîngtir ziman e ku avabûna neteweyê li ser wê xîmê ye lê ji ber ku mijara me ne ziman e, em ê li ser nesekinin. Neteweya li ser xîmê zimanekî avabûyî, bi wê xîmê jiyîneke hevpar avakirî, çandên taybetî xwe avakirî, bi van avakirinan re, hizr û bîreke hevpar jî avakiriye û ew hizr û bîr e ya her neteweyê nifş bi nifş digihîne hev û dike ku takên roja îroyîn de dijîn, bibin xwedî hizr û bîra hevpar a pêşîyên xwe. Her çiqas derbaskirina vê hizr û bîra hevpar bi awayekî xwezayî û li gorî rêgezên hebûna mirovî, yên berdewamiya hebûna mirovî teqez dikin û piştrast dikin, jî bin û heya niha bi vê rêyê hebûna xwe domandibin jî, Şoreşa Fransayê ya gaveke mezin û her wiha destpêka avakirina netewe-dewletan bû, hin guherîn bi xwe re anîn. Ew hizr û bîrên beriya avabûna netewe-dewletan bi awayekî xwezayî ji nifşekê derbasî nifşa din dibûn, bi avabûna netewe-dewletan re, ji bo berdewamî û xurtiya van netewe-dewletan, ji aliyê dewletan ve hate bikaranîn û her netewe-dewletekê ji bo yekitî û bi vê re jî hebûna dewleta xwe xurt bike, ev hizr û bîrên hevpar wekî hevîrtirşê neteweyê bikaranîn û ji nû ve hizr û bîreke neteweyî afirandin.
Wekî Alan J. Lambert û hevalên wî balê dibin ser têgeha Campbellî ya yekitiyê (entitativity) û dibêjin: “Di komên xwedî taybetîyeke xurt ya yekitîyê de, hesta endamên komê ya hevgirêdana bi hevdu re û wekî civakekê ‘hîskirin’ ji komên yekitiya wan xurt nîn e, bilindtir e.3” Helbet yek ji sedemên berê xwe dana netewe-dewletan ya hizr û bîra neteweyî, xurtkirina vê hesta yekitîyêye.
Netewe-dewletan, ji bo bîra xîma avabûna xwe zindî bigirin û bi vê re hebûna neteweya xwe xurttir bikin, ji wan bîrên hevpar ên neteweya xwe, yên xwedî wateyên wekî azadîya welat, têkbirina dijminên xwe, avakirina dewleta xwe û hwd. hilbijartine û ev demên di bîra civakê de xwedî wateyeke xurt in, wekî sersal pîroz kirine. Helbet pîrozkirina van rojan ya bi awayekî sersalî, bîra hevpar zindî dihêle û wekî Alan J. Lambert radigihîne: “sersal yek ji wan “manîpîlasyonên xwezayî” yên zanîna bîra hevpar zêde dike ye.4” Di vê çarçoveyê de David W. Blight jî balê dikişîne ser berbelavîya hişmendîya sersalê û dibêje: “Ya bi du sed salîya avabûna DYA’ê (1975-1976) destpêkirî, lê bi taybetî di 1980yan û 1990an du sed saliya Şoreşa Fransayê, sed salîya Bîrhateya Azadîyê, bîranînên Şerê Cîhanê yê Duyem û pê re penç sed salîya kifşa Columbusî, bi çalakîyên kokdar re, bîranînên rêûresmên sivîl di dinyayê de belkî jî ji her demekê zêdetîr girîngî dîtin.5”
Wekî her neteweyekê, neteweya kurd jî xwedî hizr û bîrên hevpar e û her çiqas di serdema avabûna netewe-dewletan de netewe-dewletek ava nekiribe û di navbera çar dewletan de hatibe “parvekirin” jî, ji bîra xwe ya “hevpar” dûr neketiye û wekî neteweyên xwedî dewlet, ji bo yekitiyeke xurt ava bike, hewl daye hizr û bîra xwe zindî bihêle û wekî netewe-dewletên bi rojên taybet balê dikişînin ser bîra xwe ya hevpar û yekitîya xwe, bal kişandiye ser rojên taybetî xwe û hewl daye di nava wê “parvebûn”ê de bi saya bîra xwe ya “hevpar” li ser xwe bimîne. Her wiha Memduh Selîm Beg jî di hejmara 16an ya kovara Jînê de balê dikşîne ser pîrozkirina rojên neteweyî û dibêje “rojavayî xwedî cejnên neteweyî ne û divê kurd jî xwedî cejnên neteweyî bin.6” Yek ji wan rojên herî girîng a bîra kurdan ya hevpar jî helbet Newroz e, ku helbestvanê mezin Pîremêrd bi helbesta xwe ya bi navê Newrozê7 de dibê:
“Em rojî salî taze ye, Newroz e, hatewe
Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe”
Newroz her çiqas di nava gelek welatan de bête pîrozkirin jî, tenê di nava kurdan de ji wateya destpêka biharê cudatir e û wateyeke neteweyî lê hatiye barkirin. kurdên ku Newrozê wekî roja azadîyê pîroz dikin, di vê xalê de ji neteweyên din, yên Newrozê wekî destpêka biharê dibînin vediqetin û bi ruhekî neteweyî vê rojî pîroz dikin. Newroza bi wateya xwe roja nû ye, ji bo kurdan roja nû ya azad e/azadîyê ye. Kurd di wê bawerîyê de ne ku, zordestîya Dehaqê zordest ji alîyê Kawayê Hesinkar ve hatiye têk birin û ew roj wekî şahîya xilasîya zordestîyê, roja azadîyê hatiye pîrozkirin û tête pîrozkirin jî. Di vê xalê de, em tên li ser kartêkerîya bîra hevpar û wekî bîreke hevpar bandora Newrozê. Wekî me jorê behs kir, çawa ku bîra hevpar di avakirina neteweyan de xwedî roleke mezin e, bîranîna vê bîra hevpar jî, wekî Alan J. Lambert jî bal kişandî ser, di zindî hiştin û xurtkirina neteweyan de xwedî roleke mezin e. Di vê çarçoveyê de Newroz jî, him wekî bîreke hevpar di xîma neteweya kurd de cih digire, him jî wekî bîranîna vê bîra hevpar hestên neteweyî yên neteweperwerî û yekitîya kurdan xurt dike û vê neteweya di navbera dewletên din de hatî “parvekirin” bi “hevparîya” bîra neteweyî re zindî dihêle. Gava mirov vê rola Newrozê bi rojên neteweyî, yên Memduh Selîm Begê jî bal kişandî ser, re berawird bike, bi hêsanî dikare bibêje Newroz yek ji kanîyên xurt ê bîra hevpar ya kurdan e û bi vê hevparîyê roleke mezin di zindîmana neteweya kurd de lîstiye.
Çavkanî:
1,3,4,5 Boyer, P.& Wertsch J. V. (2021). Zihinde ve Kültürde Bellek. (2. Basım). (Dalar, Y. A.,Çev.). İstanbul: Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları
2Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık
6,7 Vali S. & Subaşı K. (2023). Mîtos û Edebiyat: Mîtosên Kurdo-Îranî Di Edebiyata Kurdî de. Stenbol. Weşanxaneya Nûbiharê.