Medresa Sor xwedî dîrokek kevnar e. Dema em berê xwe didin dîroka Medresa Sor em gencîneyên gelek mezin dibînin. Di serî de helbestkarê mezin Şêx Ehmedê Cizîrî tê. Û gelek alim û pêşengên dî jî hene. Belê Medresa Sor kengê û ji aliyê kî ve hatiye çêkirin? Em di serî de hinekê li ser van mijaran bisekinin. Derbarê dîroka avakirina Medresa Sor de lêkolîner û nivîskarê Cizîrî Ebdullah Yaşin dibêje ku “Di sala 1478an de dema Cizîr serbixwe bû, Akkoyunluyan Cizîr vegirtin, însanên berketî kuştin. Vezîr û mezinin wan tûnelan re revîn çûn. Kurdên berketî hemî li çiyayên Cudî, Gabar û Herekol û li gundên wan de sekinî û 30 salan perwerdehîya leşkerî standin. Û rojekê Şerefê 2em kurê Mîr Bedreddîn li mizgeftê de got : Ya Rebbî eger dîsa tu welatê min Cizîrê bidî min ez surha Cizîrê ji ku derê biqetînim ez dê li wê derê ji te re mizgevtekê ava bikim. Kurdan xwe dan hevdu hatin li ser Cizîrê . Sala 1508ê şerek gelek mezin li Cizîrê çêbû ; Cizîrîyan 24 şehîd dan. gelek kuştîyên Akkoyînliyan çêbû; Cizîr hat standin. Şerefê 2. li ser soza xwe sekinî. Wî rabî ji xeynî mizgevtê medreseyek jî avakir. Ev medrese Medresa Sor e. Hem têde perwerde bê dîtin hem jî îbadet bê kirin. Wek fakultekê ye. Gelek însanê berketî li wê derê perwerde dîtine û dayîne.”
Medreseya Sor li Taxa Dax Kapî (Deriyê Torê) ye, di hundirê kela hundir de ye, ji ber wê jî dîwarê rojava li ser beşa jorîn a dîwarê kelehê ku ji kevirên bazalt ên mezin hatiye çêkirin, radibe. Medrese li herêmeke ku gelek avahîyên din ên girîng ên serdeman cuda jî lê hene, hatiye avakirin. Mînak li başûrê avahîyê tê bawer kirin ku piştî Tofana Nûh (R.X.L) hatiye avakirin. Tirba Nûh û tirba dahênerê navdar Îsmaîl Ebu’l Îzz el-Cezerî yê Cizîrî, alimê ku robotê yekem ê alema Îslamê çêkiriye, heye. Li başûr jî Medreseya Mîr Abdal û Tirba Mem û Zîn hene.( 841/1437). Li başûr-rojhilat jî Cizîrê, Mizgefta Mezin heye (550-555/1155-1160).
Di dîroka edebiyata kurdan de Medreseya Sor çi îfade dike? Medresa Sor di hiş û mêjîyên kurdan de çi guherîn pêk aniye? Bi rastî heta ji me hatî di vê xebata xwe de me hewl da van pirsan bibersivînin, da ku em ji do heta îro Medresa Sor çi bar hilgirtiye baş bizanibin. Belê Medreseya Sor di bajarê eşq û evînê Cizîra Botan de hatiye avakirin. Ji avakirina xwe heta îro li hember hemî astengî û pirsgirêka herdem li ser lingê xwe sekinî ye.
Medresa Sor bi sedsalan bûye cihê zanistê. Di medresê de tenê ne dersê dînî dersê fen û bîrkariyê (matematîk) û felsefe û hwd. dihat dayîn. Medrese di programa xwe de perwerdeyek têr û tejî dihewand. Me di xebata xwe de berfirehî behsa programa medresê kir. Me li wir de dît ku xwendekarê medresê ji perwerdeyek zor û zehmet re derbas dibin. Tişta li vê derê bala me kişandî medresê hê wî zemanî jî ango berîya 500 sal berê li ser zimanê kurdî perwerde didan. Îro em di sedsala 21. de dijîn lê hê jî gelek dewletên kurd bi milyonan dijîn ji vî mafê rewa feyde nabînin. Bi rastî dema Osmanîyan de gelek medrese hebûn. Tenê medresê li Kurdistanê zimanê perwerde zimanê kurdî bû. Mîr û zana û alimên kurdan bi awayekî zanebûnî li ser perwerdeya zimanî sekinîne. Di vî warî de gelek berhem dayîne. Heta niha jî ew berhemê wan zanayên mezin tê xwendin û şîrovekirin.
Bi rastî perwerde ji bo gelekî tiştek gelekî girîng e. Lê perwerde bi awayekî azad dê çawa bêkirin? Ev rê jî li statûya siyasî re derbas dibe. Wek mînak Melayê Cizîrî di bin hîmayeya Mîrên Cizîrê de helbestê xwe nivîsandî ye. Û ji vê yekê re dibêjin helbestvanê patronajê. Tişta min ji vir derxîstî pêşketinên ilmî bi pêşketinên siyasî ve girêdayîn e. Dîsa li ser vê mijarê bi van beyîtên Şêx Ehmedê Xanê jî ez dikarim bikim alîkarê xwe :
Rabit ji me cîhanpenahek
Peyda bibitin ji me padîşahek
Şî’rê hûnera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn.
Medreseya Sor alimên bi alimên mezinkirî ve xizmetek gelek mezin ji bo edebiyata kurdî kiriye. Helbestên Melayê Cizîrî heta niha jî tên xwendin û şîrovekirin. Bi gelek zimanan tê wergerandin. Bi vî awayî çand, ziman û edebiyata kurdî li hemî cîhanê belav dibe. Îro wek berê perwerda medresê tunebe jî baş-nebaş perwerdeyek didome. Lê dinya fireh û xweş bûye. Îro li her mala kurdekî de kêm-zêde înternet heye, televîzyon hene; pirtûk, malperên înternetê, nivîskarên kurd gelek hene. Tişta dikeve li ser milê me divê her malek ya kurdan bibe medreseyek. Her kes ziman û folklora xwe xwedî derkeve, hîn bibe û zarokên xwe bide hînkirin.
Di dîroka edebiyata kurdî de Medreseya Sor birastî rolek gelek mezin lîstiye.Wek me xebata xwe de jî beriya niha diyarkir ku Medresa Sor bi Melayê Cizîrî ve bûye yekwucûd. Mela li atmosfer û mîmariya Medresa Sor de bû evîndarê Xwedê û ji dilê wî helbestên bêhempa yê bi zimanê kurmancî herikî . Helbestên Melayê Cizîrî ji bo edebiyata kurdî gelekî biqedire. Piştî Mela gelek zanayê Mela şopandî derket. Lê asta helbestê Mela heta niha jî ji aliyê tu kesê ve nehatiye nivîsandin. Mela di helbestên xwe de hûnera mulemma jî bikaraniye. Wî bi kurdî, tirkî , erebî û farisî ango bi çar zimanan mulemma şixulandiye. Ev jî di edebiyata cîhanê de zêde nehatiye dîtin. Em dikarin bêjin ku Melayê Cizirî fîlozofekî jêhatî bû . Asta helbestvanê mezin yê tirk, ereb û farisa de bû. Belê koka vê çinara mezin ji Medresa Sor derket û li cîhanê belav bû. Ev xebat têde gelek xebat li ser wî û medresê hatiye kirin û hê jî yê bêkirin.
Dîsa dîwana Mela di dîroka edebiyata kurdî de wek yekem dîwana muretteb cih girtiye. Piştî wê Şêx Ehmedê Xanî jî li Medreseya Sor de me got ders daye. Ehmedê Xanî jî berîya bûyera Fransayê tovên fikrên netewperwerîyê li cîhanê direşîne. Ev rastî jî di dîroka edebîyata kurdî de gelekî biwate ye.
Me di vê xebata xwe de behsê kirîbû ku zimanê Medreseya Sor kurdî bû. Ev jî di dîroka edebiyata kurdî de peşketinên mezin avakiriye. Wek mînak zimanê kurdî winda nebûye. Û hatiye îspatkirin zimanê kurdî zimanê edebiyatê ye. Bi vî awayî gelek berhemên kurdî hatine dayîn. Pirtûkxaneya kurdî zengîn bûye. Wek mînak Ehmedê Xanê; Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan û Eqîda Îmanê bi zimanê kurdî nivîsandiye.
Di dîroka edebîyata kurdî de Medreseya Sor bi perwerdeya xwe li ser gelê Cizîrê otorîteyek avakirî ye. Ango gel bi gelek pirsgirêkên xwe yên civakî dibirin medreseyê çareser dikirin. Medresa Sor ji bo gelê kurd motîvasyonek mezin bû. Îro dema mirov diçe serdana wê hewayek xweş di dilê mirov re derbas dibe. Û piştî naskirina medreseyê girêdana mirov ya Mela û ya medreseyê zêdetir dibe. Gelek nivîskarê modern yê serdema me dema dest bi nivîsandina berhemeke bike piranî dîwana Mela dinêrin. Bi kurt û kurmancî Medreseya Sor di perwerdeya kurdan de cihekê wê yê bêhempa heye.
Çavkanî :
1-)Ğandur, M. Y (2008). Cizre Ortaçağ Tarihi. Wer.(F. Bedirhanoğlu). Enqere: Weş. Beşir Ant
2-)Adak, A.(2013). Despêka Edebiyata Kurdî. Stenbol : Weş. Nûbihar
3-)Yaşın, A.(2007). Tarih, Kültür Ve Cizre. Stenbol : Weş. Kent Işıkları
4-) Ebdullah Yaşîn, Hevdîtina Kesane, 17 Nîsan 2022
5-) Bîrgûl Açikyildiz Şengûl, Cizre Kırmızı Medrese : Mimari, İktidar Ve Tarih