Yek ji pirsên herî dijwar ên mirovî, pirsa li ser “kî bûn”a mirovî ye. Lê helbet bersivdana vê pirsê, bo mirovê xwe ji gelek hêlan ve ji zîndewerên din vediqetîne, ne hêsan e. Şiyana hizirkirinê, ya bîrê û zimanî, ku ji hemûyan girîngtir e û rê li ber yên din vedike , fêhmkirina mirovî dijwar dike. Ev şiyanên han in, yên mirovî ji nav hemû zîndewerên din wekî zîndewerekî têkel derdixe pêş. Helbet xwedîbûna van şiyanan taybetmendiyekî dide mirovî û mirovê xwedî vê taybetmendiyê, dîsa bi saya vê taybetmendiyê xwe ava dike.Gava mirov berê vê pirsê ji giştîbûna mirovî badide û dide ser wekî kesekî kîbûna mirovî, wê demê bersiv bi “ez”ekî re dest pê dikin. Ango gava pirs ji kesayetîyekî hat kirin, bersiv jî li ser wê kesayetîyê re tên dayîn. Ew “ez”a dibe destpêka pirsên li kîbûna kesayetî hatî kirin, têgeha kesê yekemîn e, ango amaje pê ew kesayetê pirs jê hatîkirin e. Kesayetê pirs jê hatî kirin, bi “ez”ê re balê dikişîne ser ku, dê behsa kîbûna xwe, ango wê kesayetîya di hundirê “ez”ê de bike. Bi vê re em pê têdigijin ku ew kesayet di hundirê xwe de xwedî “ezitî”yekê ye û ew bingeha kîbûna wî kesayetî ye. Bi kurtasî kîbûna kesayetî, ango zanîna kesayetî ya di derbarê wî de, têgeheke “ezitî”yê dihewîne, ango diafirîne. Yanê têgeha ezitîyê ji kîbûn, çibûn û çawabûna kesayetî re bersivek e.
Wekî tê zanîn, jîyana mirovî ne gavek, lê pêvajoyeke beranberî temenê mirovî ye û ezitîya mirovî ya amaje pê kîbûna mirovî ye jî, di vê pêvajoyê re derbaz dibe, ango xweavakirina mirovî bi qasî dirêjahiya jîyana mirovî diajo. Loma jî têgeha ezitîya mirovî di hundirê xwe de hemû jîyana mirovî, ya serkeftinan, têkçûnan, xweşî û nexweşîyan û hwd. dihewîne. Bîlgîn (2016) jî di ferhenga xwe ya bi navê Ferhenga Derûnnasîya Civakî de balê dikişine ser vê xalê û têgeha ezitîyê wiha pênase dike: “Têgeha ezitîyê, ji ber ku balê dibe ser zanînên mirovî yên derheqê xwe de, alîyê ezitîyê yê bîrbirîyê derdibire. Têgeha ezitîyê ya wekî yekitî yan jî berhevîya îmaj, sêwirîn, prototîp, têgihiştin, bîrdozî, armanc û peywirên curbicur pêk tê, pêkhateyeke dînamîk e”1
Lê wekî tê zanîn, mirov di vê pêvajoyê de ne tenê ye, ango di nava civakekê de dijî û parçeyeke pêkhateya civaka tê de ye. Ji ber vê yekê, yanê ji ber ku mirov parçeyeke civaka tê de ye, civaka mirov tê de ye di pêvajoya xweavakirina ezitîyê de bandorê li mirovî dike û dibe parçeyeke ezitiya wî. Mirovê bi nasnaveke takî beşdarî civakekê dibe, bi wê beşdarîyê re kirasê civakê jî li xwe dike, ango nasnava civakê jî li ezitîya xwe zêde dike û dibe xwedîyê nasnava wê civakê jî. Xwedîbûna nasnaveke civakî dike ku takekes, ezitîya xwe ji bilî nasnava takî, bi nasnava civakî jî bide naskirin, wê jî li bersiva kîbûna xwe zêde bike. Lê li vir ya girîng ew e, ka ew civak hêjayî wê tê dîtin yan na. Çimkî gava mirov bersiva kîbûna xwe dide, helbet li gorî xwegiramîyekê bersivê dide, ango di çarçoveya rêzgirîya ezitîyê te bersivê dide. Ji rêzgirîya ezitîyê amaje pê nirxandinên mirovî yên derbarê xwe de ne û ne tenê ew e mirov hay ji çawaniyên xwe hebe, bi wê re nirxandina wan çawanîyan û li gorî nirxê wan qebûlkirin yan jî qebûlnekirina wan e2 û her wiha bingeha bersiva kîbûnê li gorî nirxandina wan çawanîyan tê sazkirin. Ji ber vê yekê, gava takekesî kirasê civakê li xwe kir, li ber digere ku ew kiras rêzgirîya wî ya li hemberî xwe zede bike, yanê nirxê çawanîyên wî bilind bike ku bikaribe bibe xwedî rêzgirîyeke mezin li hemberî ezitîya xwe. Gava nasnava wê civaka tê de rêzgirîya wî ya li hemberî ezitîya wî kêm dike, wekî Tajfel û hevalên wî (1981)3 di bîrdozîya nasnava civakî de jî derxistine holê, mirov yan hewl didin ji nasnava wê civakê birevin, yan jî hingî ji wan tê veşêrin û têkilî ezitiya xwe nekin. Bi vê revê û veşartinê re armanc ew e rêzgiriya ezitiya xwe biparêzin û ji xwebûna xwe gumanan nekin. Lê dîsa wekî Tajfel û hevalên wî (1981) destnîşankirî, gava nirxê nasnava civaka tê de kêm be, rêyeke din ya takekes dide ber xwe jî bi awayekî şid li wê nasnavê xwedî derketin û parastina wê nasnavê ye, yanê hewldaneke bo careke din nirxê wê nasnavê bê bilindkirin û her wiha bi vê re jî dîsa rêzgiriya ezitiya xwe zêdekirin e. Yanê têgeha ezitiyê û nasnava civakî beramberî hev hevdu diyardikin û teşeyê didin hev.4 Takekes kirasê civakê li xwe dike û bi vê lixwekirinê re, civakê di ser rengê xwe re disêwirîne û civak jî bi vê lixwekirina takekesî re, takekesî bi hebûna xwe ya li ser xwebûna takekesî re disêwirîne, ango bi pêçana xwebûna takekesî ya bi hebûna xwe re, rengê xwe li xwebûna takekesî zêde dike.
Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku, ezitîya mirovî bersiva kîbûn û çawaniya kesayetî ye, ku ew jî gelemperî bi nasnavê tê pênasekirin. Mirov bi têkeliya xwe re hebûneke têkel jî ava dike û di pêvajoya wê xweavakirinê de, ger ji xwebûna xwe, ger ji hebûna civaka tê de û bi civakîbûna xwe û ger jî ji serkeftin û şikestinên xwe û civaka xwe, ezitîyekê ava dike û ji ber ku ev ezitî di hundirê xwe de van hemû taybetî û pêvajoyan dihewîne, bi takîbûna xwe re nasnaveke takî û bi civakîbûna xwe re jî nasnaveke civakî têkilî vê ezitîyê dibe û ev nasnav dibin parçeyeke hebûna xwebûna mirovî.
Çavkanî:
1 Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık
2,3,4 Taylor, S. E., Peplau, L. A., Sears, D. O. (2015), Sosyal Psikoloji (A. Dönmez, Çev.). Ankara: İmge Kitabevi. (tê de).