Mirov hebûna xwe bi çi awayî pêk tînin? Çima û ji bo çi mirov dixwaze bibe endamê civakê? Çima ev tişt ji bo jîyana wan ewqas pêwîst e? Trajedîya mirovên modern, cîhê ku hebûna xwe lê pêkbînin gelek teng e û her diçe ji holê radibe. Gava hewcedarîyên xwe yên civakbûnê di jîyana reel de nebînin û dabîn nekin, diçin van kêmasîyên xwe li ser medyaya civakî de dabîn dikin, ev tiştek normal e.
Geşedana teknolojîyê, forma jiyanê û şêweya mezaxtinê yekcar diguhere û guhertîye. Êdî reftarên me yên jîyanê ne wek berê ye. Pêşveçûna teknolojîyê nahêle ti tişt di cihê xwe de bimîne. Ne tenê tiştên teknolojîk, hiş û bîrdozîya mirov û civakê jî tên guhertin; nirxdarazîya wan, sincê wan, nêrîna wan a jîyanê û hwd. tevahî bi rêya teknolojî çêdibe. An erênî an jî neyînî ev tişt berbiçav e, şênber e.
Em dikarin bibêjin mirov, hema hema hebûnek/bûyînek sosyal e. Ji ber vê yekê mirov jîyana xwe piranî bi civakê re derbas dike. Beşdarbûna civakê ji bo mirovan pir girîng e. Ji ber ku civak cîhekê xwe yê pêkanînê dabîn dike û dide pêş, ew bi statuya xwe di nav civakê de cîh digire. Her cîhgirtin li gor statuya wê/wî diguher e. Bi kurtasî gava statuya wan tune be an jî li gor wan û gor civakê ne makbûl be, ne gengaz e cîhek ku ew dixwaze lê bibîne; ew dê her dem xwe li derve bibîne. Dervebûyîn/mayîn jî li ser giyanê mirov dibe xerabbûyîna kesayetê. Mirov ji bo li derve nemînin û li dij civakê xwe bi cîh negirin her tim rê û rêbazên tevlîbûna civakê digere.
Em dikarin bibêjin medyaya civakî ji mirovan re derfetek bêhempa afirandiye. Bi vê rêya teknolojîyê mirov cîhên xwe digirin û jîyanek nû ji xwe re ava dikin. Û dibêjin ‘‘Ez jî di vê lîstikê de heme’’. Jîyana rast, dibe ku ne bi dilê wan be ku tê de bi dilxweşî û dilşadî bijîn, lê medyaya civakî ji wan re jîyanek û kesayetek nû diafirîne. Bi awayî jîyan berve medyaya civakî diçe. Êdî jîyan guherîye, her tişt di medya ya civakî de dimeşe. Yên ku nedixwestin û naxwazin jî, tevlî jîyana nû bûne. Arezû û xwestekên mirovan bi rêya medyaya civakî têr û tije dibe; her ecibandinek her şîroveyek her parvekirinek û hwd. mirov baş dide hîskirin. Çiqas tiştek ‘‘çêkirî’’ be jî kelecana di nav dilê mirov de qewimîye nake tiştek bênirx û bêqîmet. Ji xwe ew jî vî tiştî dixwazin. Lê tê zanin ku dawîya rojê her kes dixwaze bibe dilşad. Ji xwe mebest jî ev e; xwe bi rengên cûdahî pêk bînin. Mirov, têkilîyên bi hevalên nû re, pêdivîyên xwe û danûstandinên xwe yên kesane, bi vî awayî pêk tînin. Her rêyek nû tê wateya jîyanek nû. Her kes dixwaze vî tiştî bijî, ti kes naxwaze jê bêpar bimîne.
Her wekî din mirov carinan bi rûyên xwe bi nivîsên xwe an jî bi tiştên ji destên wan tê û çêdikin dide pêşandin. Pêşandinî (ev dikare bibe her tişt) mirov û kesayeta wê/wî dide ser dikê û bi dîmenê wan re rolek girîng amade dike. Bi kurtasî medyaya civakî; qadên nû, şêweyên jîyanê yên nû diyar dike.