Hînbûn û pêşketina zimanî pêvajoyeke ku berîya jidayîkbûnê dest pê dike û di tevahîya jîyana me de berdewam dike. Zarok hêj di zikê dayîka xwe de dest bi bihîstina dengan dikin, rîtmên zimanê dayîka xwe, stranan, çîrokan hwd. Li gorî zimanzanê navdar Noam Chomsky zarok bi şiyana(qabilîyeta) hînbûna zimanî tên dinyayê. Lê ya ku zarok di wê temenî de pê dihese û nas dike ne wateya peyvan e, tiştên wek întonasyon(intonation) û rîtm in. Bêyî ku malbat yekzimanî an pirzimanî be girîng e ku ji destpêkê ve piştgirîya fêrbûna ziman a zarokan bê kirin. Ji ber ku ziman û bi vê ve giredayî danûstandin di jiyana zarokan de amûra yekem û herî girîng e.
Perwerdeya bi zimanê dayîkê yan jî mafê hînbûna zimanê dayîkê li welatekî mîna Tirkîyeyê tenê wekî mijarek sîyasî tê nîqaşkirin. Lê divê em bi perspektîfa psîkososyolojîk û pedagojîk jî li vê mijarê binêrin û nîqaş bikin. Bi taybetî jî ji bo kurdan wekî mijareke gelek giring dibînim. Ez jî yek ji wan zarokên kurd im ku nikarîbûm bi zimanê dayîkê mezin bibim. Ji ber vê sedemê dizanim ev yek çiqasî bandorê li ser jîyan, hest, fikir, nasname û kesayeta zarokan dike. Piştî ez hatim Swêdê min pê hesîya ku xwendekarên min yên kurd yên li Swêdê di warê hînbûna zimanê dayikê û zimanekî duyem de gelek zehmetîyan dikişînin, wê demê ez hîn zêdetir pêbawer bûm ku zimanê dayîkê di jîyana zarokan de xwedî girîngîyeke mezin e. Min dît ku zarok xwe kêm hîs dikin. Di vegotina hestên xwe de zehmetîyan dikişînin. Dîsa di pêvajoya hînbûna zimanê duyemîn de, dema zarok bi peyveke ku di zimanê dayîkê de nizanin re rû bi rû dimînin, têgihîştina zimanê duyem qels dibe. Pirsgireka herî mezin jî ew e ku zarok bi zimanekî dihizirin û bi zimanekî din dinivîsin, ji ber vê sedemê zarok tu carî bi peyama di nivîsên xwe de zelal nabin. Dîsa ev yek dihêle ku zarok xwe wendayî hîs bikin û piştî demekê jî ji koka xwe qut dibin.
Swêd yek ji wan welatan e ku perwerdeya zimanê dayîkê dide, bi gotinek din tevî ku hûn li Swêdê ji dayîk nebin jî, eger li malê ji bilî swêdî zimanekî din bê axaftin, mafê we heye ku hûn li dibistanê li ser zimanê dayîkê dersan bigrin. Lê wekî li hemû welatên din ji ber ku swêdî zimanê fêrmî ye divê hûn di destpekê de xwe hînî swêdî bikin. Zarok di pola pêşdibistanê de dersên îngilîzî digirin û dema dest bi pola 7an dikin jî ji bilî îngilîzî perwerdeya zimanek din digirin, wek mînak elmanî, frensî, spanyolî. Ev ziman di nav xwendekaran de hin zimanên herî populer in.
Swêdî di wê bawerîyê de ne ku zimanê dayîkêji bo pêşketina zarokan û awakirina kesayetîyê pir girîng e. Wek mînak swêdî wekî gelên din yên ewropî dema bi hevdû re deng dikin îngilîzî bi kar nayînin û gelek caran hewl didin bi zarokên xwe re têne bi swêdî deng bikin. Li gorî swêdîyan ji ber ku zarok bikaribin fêrî zimanek nû bibin û ji vê yekê girîngtir di keseyeta xwe de xwe tam û xurttir hîs bikin divê pêşîyê zimanê dayikê hîn bibin.
Ziman hilgirê mîrasa çandî ye, nêrîna mirovan a li ser jiyan û nirxan nîşan dide.Ziman aîdiyetê nîşan dide. Lêkolînên li ser ziman jî nîşan didin ku zimanê dayîkê ji bo zarok bikaribin hînî zimanekî nû bibin, kesayetîyek xurt û jixwe bawer avabikin û di şiyana vegotina hest û ramanan da roleke mezin dilîze. Ji ber vê yekê em nikarin ziman tenê weke amûreke ragihandinê yan jî weke mijareke siyasî bibînin. Min bi vê gotarê xwest bala we bikişînim ser girîngiya têkilîya zimanê dayîkê û kesayetîya zarokan. Zarok dikarin di heman demê de çend zimanan hîn bibin. Lê zimanê dayîkê ji van hemû zimanan girîngtir e û bo kesayetîyeke xurt bingeh e. Bi gotinek zelaltir zimanê dayîkê yê zarokan çiqasî xurtir bibe zarok ewqas hem di jîyanê de hem jî li dibistanê dê pêş bikevin.