Midsommar piştî Noelê cejna Swêdê ya herî mezin û girîng e û li hemû welatên Skandînavyayê tê pîrozkirin. Cejna nîvê havînê li van welatan hema hema bi heman rengî tê pîroz kirin, lê hin navên cûda jî lê kirine:
-Swêd – Midsommar
-Fînlandîya – Juhannus
-Norwêc – Jonsok yan jî Sankt Hans
-Danîmarka – Sankt Hans
Midsommar, cejnek e bi nîvê havînê an rojvegera havînê re girêdayî ye û her sal di 24ê Hezîranê de pêk tê. Ew jî tê wê wateyê ku li nîvkada bakûr de roya herî dirêj tê dîtin û roj dest pê kinbûnê dikin. Her wiha ji bo welatên ku li nîvkada bakûr de ne destpekirina havînê ye. Li nîvkada başûr de jî roya herî kin tê dîtin û roj dest pê dirêjbûnê dikin. Ji bo welatên li nîvkada başûr de jî zivistan dest pe dike. Kevneşopîya pîrozkirina nîvê havînê vedigere serdemên berê. Tê gotin ku cejna nîvê havînê ji sedsala 16an vir ve tê pîrozkirin. Ji ber ku çavkanîyeke nivîskî tune ye, zêde nayê zanîn ka cejna nîvê havînê berîya sedsala 16an çawa hatiye pîrozkirin yan jî kengê û bi çi armancê hatiye pîrozkirin. Ji sedsala 4an vir ve, cejna nîvê havînê ji bo bîranîna jidayikbûna Yûhennayê imadkar (Johannes Döparen) di 24ê Hezîranê de dihat pîroz kirin û ji sedsala 11an vir ve li Swêdê jî tê pîrozkirin. Li Swêdê, cejna nîvê havîne bi gelemperî di navbera 20-26 Hezîranê de û du rojan tê pîrozkirin: Midsommarafton – êvara nîvê havînê û Midsommardagen – roja nîvê havînê. Gelek caran di dawîya hefteyê de tê pîroz kirin da ku her kes beşdar bibe.
Di van du rojên pîrozbahîya nîvê havînê de, em dikarin çend kevneşopîyên cûr be cûr bibînin. Roja êvara nîvê havînê (midsommarafton), gel bi hev re dest bi amadekarîyên midsommarstång (midsommarstong) dikin. Midsommarstång stûnek e ku bi pel û kulîlkan tê xemilandin. Ev stûn carinan di forma xaça xiristiyanî de ye û carinan jî tenê stûnek dirêj û asayî ye. Yên ku beşdarî vê pîrozbahîyê dibin li dora vê stûnê bi destê hev digrin û direqisin, dema ku direqisin jî bi hev re stranan dibêjin. Berê armanca sereke ya reqsên li dora vê stûnê ew bûye ku keç û xort hevdu nas bikin, bi hev re biaxivin û bi vî awayî bizewicin.
Dîsa li gorî hin kesan ev stûn (midsommarstång) di sedsala 14an an jî 15an de ji Almanyayê hatiye Swêdê û bi yekê gulanê ve giredayî ye. Jê re maypole jî tê gotin û hinek dibêjin ji peyva kevn maja tê ku tê wateya pel. Ji hêla dîrokî ve, ev stûn dibe kû xaça xiristiyanîyê temsîl dike. Kevneşopîyek din jî veşartina heft kulîlkan di bin balîfê de ye û divê kulîlk ji heft celebên cûda bin. Ew kulîlk bi şev tên berhev kirin, ji ber ku tê bawer kirin êvara nîvê havînê hêzek efsûnî di nav giya û kulîlkên re derbas dibe Dibêjin ger hûn heft kulîlkan di bin balgîya xwe de veşêrin, hûn ê xewna mêrê xwe yê paşerojê bibînin. Paşê Serê sibê ji wan kulîlkan tac tên çêkirin. Divê ew tac bê veşartin û di serşoka sersalê de bê bi kar anîn da ku sala bê tendurustî û şîfayê bîne. Di cejna nîvê havînê de Swêdî sill ku cureyek masî ye û kartolên kelandî dixwin. Ji bo şîrîniyê jî tûerd yan jî kêka bi tûerd dixwin, gelek bîra û vexwarinên din yên bi alkol jî têne vexwarin. Em dikarin bêjin kû îro tu watêya olî ya cejna nîvê havînê nemaye lê hin jî bi xwezayê re giredayî ye. Digel ku rîtuelên wan ne wek hev bin jî, ev cejn xidirnebî tîne bîra mirov.