Xewnexof, diyardeyeka tirsnak e, hema bêje herî carekê tê serê her kesê. Ev rewşa ku bi gelemperî jê re “kabûs” an “xewnexof” (îng: nightmare) tê gotin, di edebiyata zanistî de wekî “felca xewê” tê zanîn.
Felca xewê wekî nekarîna livîna laşî ye di dema hişyarbûne de. Di vê demê de, mirov bi tevahî hişyar e, lê nikare laşê xwe kontrol bike. Gelek caran ev rewşa bêtevgerîyê bi hesta xeniqîna ji aliyê hebûnekê ve, bêhna nefesê an zexta li ser sîngê ve tê hestkirin. Ev serpêhatîya tirsnak dikare bibe sedem ku gelek kes bi felcbûna xewê bi zanebûn xewnan bibînin (xewna zelal) an jî bi navê îngîlîzî lucid dreaming.
Xewnexof çi ye?
Xewnexof rewşek demkî ya felcî ye, mirov di dema xew de an jî di şiyarbûnê de dijî. Dema mirov di xewê de, mêjiyê mirovû dikeve qonaxeka bi navê REM (Tevgera Çavên Bilez). Qonaxa REM ew serdem e ku em xewnan dibînin û mejî di vê heyamê de tevgera masûlkan bi demkî radiwestîne, ango masûlk felc dibin. Ev mekanîzmayeka ewlehîyê ye ku nahêle laş di dema xewnan de bêxwedî hereket bike. Lêbelê, carinan ev felcbûna masûlkeyan dikare wextê mejî şiyar jî berdewam bike û mirov her çend şiyar be jî nikare laşê xwe bilivîne.
Ev felca demkî bi gelemperî dikare ji çend sanîyeyan heta çend xulekan bidome. Di vî demî de, mirov dikare her tiştê li dora xwe fêm bike, lê ji ber ku ew nikare laşê xwe bihejîne mirov dikeve nav tirsekê. Nîşaneyên ku bi gelemperî di dema xewnexofê de bi mirovî re xuya dibin, hilmtengî, hestîyarbûn, hizra hebûna yekê di jûreyê de û heta halusînasyonên mîna bihîstina dengan e jî. Ev hizrên nerast ên ku ji xewnexofê çêdibin dikarin mirovî pir bitirsînin.
Nîşaneyên Xewnexofê Çi ne?
Ew kesên xewnexofan dibinin bi gelemperên nîşaneyên jêrîn di wan de têne dîtin:
Bêtevgerbûna tam an jî qismî: Mirov bi tevahî şiyar e lê nikare laşê xwe bilivîne.
Hestkirina zextê di sîngî de: Bi gelemperî heçku mirov ji hêla kesekê ve bê xeniqandin.
Zehmetiya hilmstandinê: Standina hilmê dijwar dibe li gel tirsa xeniqandinê.
Halusînasyon: Dîtina hebûna tiştan di odeyê de, bihîstina dengan, an hîskirina wekî kesek wî temaşe bike.
Tirsa tund: Mirov di vê serpêhatiya tirsnak de dikeve hesteka tund a tirsê.
Sedemên Zanistî yên Xewnexofan
Lêkolînên li ser sedemên zanistî yên xewnxofan nîşan didin ku ev rewş rasterast bi çerxa xewê ve girêdayî ye. Xew li du qonaxên sereke tê dabeşkirin: NREM (Tevgera Çavên Bilez) û REM (Tevgera Çavên Bilez). Xewnexof bi gelemperî di qonaxa REM’ê de çêdibin. Qonaxa REM’ê ew qonax e ku em tê de xewnan dibînin, masûlke dikevin felca demkî. Lêbelê, dema mêjî dest bi şiyarbûnê dike, ev rewşa felcî dibe ku bi demkî bidome. Ev dibe sedema çêbûna felcî xewê.
Hin Sedemên Çêbûna Felca Xewê:
Xewa nebirêkûpêk: Adetên xewê yên ne têr an nerêkûpêk dikare bibe sedema felca xewê. Ew bi gelemperî tê sere kesên bêxew dimînin.
Stres û fikar: Felca xewê exlebe tê sere kesên zêde fikarên wan heyîn.
Şiklê xelet yê Xewê: Bi taybetî kesên ku li ser pişta xwe radizên, bêtir xewnexofan dibinin.
Narkolepsî: Narkolepsî, ku di nav nexweşiyên xewê de ye, bi êrîşên xewê yên ji nişka ve û bêkontrol tê tê dîtin û dibe sedema felcb xewê.
Jet lag û guhertinên di şêwazên xewê de: Kesên ku pir caran rêwîtiyê dikin û di bin bandora cudahiyên demjimêran de ne, îhtîmal heye zêdetir xewnexofan bibinin.
Xewnexof û Baweriyên Gel
Di çandên cihê de xewnxof bi hebûnên serxwezayî û ruhên xerab ve hatine girêdan. Dema “xewnxof” tê gotin, heyîneka xerab ku bi şev dadikeve ser mirovan tê bîra mirovî. Ev hebûn li ser sînga mirov rûdine, nahêle mirov hilmê Bistîne û kêliyên tirsê dide wî. Bi sedsalan, di gelek civakan de, ev diyarde bi ruhên xerab, cin û şeytanî ve tê girêdan. Bi taybetî hestên nerast ên ku têne jiyîn û têgihîştina ku di jûreyê de hebûnek heye, dibe ku eslê van baweriyên weha rave bike.
Li Yewnanistana kevnar, serpêhatiyên felca xewê bi ruhên xerab re dihat pêwendîdarkirin ku bi şev serdana wan dikin. Her wesa, di mîtolojiyên Ewropî de, yekî xirab ku jê re “mare” tê gotin, dibe sebeb ku mirov xewnexofan bibîne. Çîrokên mîtolojîk ên bi vî rengî nîşan didin ku xewnexof xwedî dîrokeka kûr e û di gelek civakên cîhanê de bi navên cihê tê zanîn.
Mirov Çawa Dikare li Hember Xewnxofan Bisekine?
Her çend xewnexof serpêhatiyeka pir tirsnak be jî, bi hin rêbazan dibe ku pêşî li vê rewşê were girtin. Pêngavên jêrîn dikarin ji bo kêmkirina felcbûna xewê û çêtirkirina kalîteya jiyanê bibin alîkar:
Xewnên birêkûpêk: Her roj razan û şiyarbûna di heman demê de xewa mirovî xurt dike û îhtîmala dîtina xewnexofan kêm dike.
Stresê Kêm bikin: Teknîkên mîna yoga, meditasyon û temrînên hilmê yên kûr dikarin bi kêmkirina asta stresê re bibin alîkar ku pêşî li felca xewê bigirin.
Li ser kêlekê birazin: Lêkolîn nîşan didin ku xew li ser pişta we xetera dîtina xewnexofan zêde dike. Hûn dikarin vê xetereyê bi razana li ser kêlekê kêm bikin.
Têr birazin: Rojê herî kêm 7-8 saetan xew, hem ji bo tenduristiya laşî û hem jî ji bo tenduristiya derûnî giring e û xetera xewnên xewnexofê kêm dike.
Ji bo xewê cihêkê rihet çêbikin: Xewna li hawîrdorek bêdeng, tarî û rehet, xeweka rihet çêdike. Cihekê xewê yê bêdeng û tarî dikare xewnexofan kêm bike.
Bandorên Psîkolojîk ên Xewnexofan
Xewnexof dikare bandorên derûnî yên demdirêj li ser hin kesan bihêle. Kesên pir caran xewnexofan dibînin, dibe ku tirsa xewê li dor wan çêbibe an jî dijwar bi xew biçin. Ev rewşa ku bi berdewam dikare bandoreka nerênî li ser mejî û jiyana rojane ya mirovî çêbike. Ji ber vê yekê, dibe ku ji bo kesên pir caran xewnên xewnexofê dibînin sûdmend be ku bi pisporê xewê re bişêwirin. Tedawiyên xewê û teknîkên rihetbûnê dikarin di kêmkirina felca xewê de bibandor bin.
Di encamê de, her çend xewnexof bi gelemperî bi heyînên serxwezayî re têkildar be jî, ew nexweşiyeka xewê ye ku dikare bi zanistî were ravekirin. Bidestxistina adetên xewê yên birêkûpêk, kêmkirina stresê û afirandina cihê xewê yê rehet dikare vê rewşê kêm bike. Ger hûn pir caran xewnexofanan bibînin, hay ji nizama xewa xwe hebin û ger hewce bike bi pisporekê re bişêwirin.