Li Keleha Ayanîsê ya Wanê, di encama kolandinan de serparêzekê bronz û sê mertalên bronz hatine dîtin ku ji bo Xwedawendê sereke yê Ûrartûyan hatibûn dîyarîkirin.
Keleha Ayanîsê li rojhelatê berava Behra Wanê, 38 kîlometreyan ji paytexta Tûşpayê dûr li gundê Ayanîsê li serê girekê zinaran e. Keleha Ayanîsê yek ji kelehên herî dawî yên Kralîya Ûrartûyan e ku ji sala 1989an heta niha kolandinên erdkolohîyê li ser berdewam in. Kralîya Ûrartûyan di Dewa Hêsinî de ji sedsala 9em berî zayînê heta sedsala 6em hukimdarîya xwe kir û li gor erdnîgarîya îro ji Ermenistanê heta Êranê û heta Bakurê Kurdistanê gundê Ayanîsê hukimdarî kirîye.
Hinek Vedîtin û Lêkolînên Berîn Niha
Di van salên dawîyê tîmên erdkologan hewil didin hinek bermayên pêwendîdarê Perestgeha Haldî perda bikin. Par çar jûrên (ode) pêwendîdarî perestgehê û qerqodeyekê (îskelet) însanekê hate dîtin.
Serokê kolandinê Prof. Dr. Mehmet Işikli di daxuyanîya xwe ya 2023an de gotibû, “Em dizanin li vê derê çar mekanên mezin hene. Ne hêsan e mirov bizane ka kêr çi dihatin. Di mekana yekem de gelek tiştên giring derketin meydanê. Par li van cihan lewheyeka plakaya bronz û erebeyeka biteker a yekane hatibû dîtin. Îsal jî vedîtineka bikelecantir hate dîtin. Bawerîya êrîşekê an jî erdhejekê serdest bû li ser kelehê. Hetan niha çi bermahîyên mirovan nehatibûn dîtin di kelehê de. Mînaka yekem a vî tîştî me qerqodeyekê mirovan dît ku bi awayekê baş hatibû parastin. Qerqodeyê ciwanekê.”
Keleha Ayanîsê Kengî Hatîye Avakirin?
Keleha Ayanîs yek ji perestgehên herî asê û saxlem e ku perestgeha Haldî li wê derê ye. Ev keleh ji alîyê Kralê Ûrartûyê yê herî dawî yê bihêz ve Rûsayê Duyem ve di sedsala 7em berî zayînê de hatîye avakirin. Li gor delîlên nivîskî emrê vê kelehê nêzîkî 20-25 salan e ku piştî avakirinê 20 an jî 25 salan erdhejeka mezin çêbûye û di encama vê yekê de agirî girtîye kelehê û keleh herifîye. Ev keleh di encama kerpîçên nuwaze bi awayekê saxlem gehişte roja me.
Ev keleha li serê girekê hatî avakirin bi sûran hatîye dorpêçkirin û qadeka nêzîkî pîvanên 150×400 metreyan digire. Li ser nivîstekekê nivîsye ku ev keleh ji alîyê Rûsayê Duyem ê kurê Argîştî ve hatîye avakirin û navê wê jî “Bajarê Rûsa yê li Pêş Çîyayê Sîpanê” ku ev nivîstek li hêla rojhelata kelehê ketibû erdê.
Di encama kolandinên sala 2024an de, di encama kolandinan de serparêzekê bronz û sê mertalên bronz hatine dîtin ku ji bo Xwedawendê sereke yê Ûrartûyan hatibûn dîyarîkirin. Ev yek nîşaneya dewlemendîya xebatkarîya Ûrartûyan a bihêz e.