Telegramê di rûpela xwe de li ser naverokên neqanûnî hinek guhertin çêkirin. Piştî damezrîner û CEO Pavel Durov di dawîya meha Tebaxê de hat binçavkirin Telegram ji rojevê neket. Li hember vê yekê jî Telegramê di rûpela xwe de, di beşa pirsên herî zêde têne pirsîn de hinek guherîn li ser daxuyanîya “naverokên neqanûnî” çêkirin.
Guherîneka Çawa Hate Kirin?
Hate ragihandin, Telegramê di rûpela xwe ya “Pirsên Zêde Tên Pirsîn” de guhertin çêkir û helwesta xwe guhert. Telegram, berê ji ber ku ew bi tevahî nepenî û sohbetên taybet ji daxwazan parastî bû hêla bikarhêneran ve dihat tercîhkirin. Niha Telegram li dijî çalakîyên neqanûnî dest bi bergirîyan dike.
Berê di bin serenavê pirsa “naverokên neqanûnî” de bersiva “hemî suhbetên Telegramê û suhbetên koman taybet e di nav beşdaran de” rakir û bire beşa mafê telîfê. Her weha, di bin pirsa “mafên telîfê” de, hate destnîşankirin ku setên emojîyan, kanal û botên li ser Telegramê ji her kesî re vekirî ne.
Girtina damezrînerê Telegramê Pavel Durov li Fransayê di hefteyên dawî de çalakîyên neqanûnî yên di bernameya peyamên popûler de eşkere kir. Durov, ku ji karên neqanûnî yên bikarhêneran re berpirsyar dihat dîtin, ev îdîa qebûl nekirin. Li gorî daxuyanîyên herî dawî, Telegram dê helwesta xwe ya li hember naverok û nepenîtîya neqanûnî biguherîne.
Dikmeya Raporkirinê dê ji Bikarhênerên Telegramê Vekirî be
Durovî di tevahîya pêvajoya binçavkirinê de bêdengîya xwe parast û herî dawî bêdengîya xwe şikand û dîyar kir ku dê guhertinên giring bên kirin. Durov dîyar kir ku ne rast e meriv weke şexsî ji ber naveroka neqanûnî ya platformê were sûcdarkirin, destnîşan kir ku dê kontrolên din jî bên kirin.
Durov îdîa qebûl kir û dîyar kir ku ji ber ku hejmara bikarhêneran gihîştîye 950 milyonî îstîsmar hêsantir bûye û destnîşan kir ku ji bo başkirina vê rewşê dê gav bên avêtin. Pêşîkê, daxuyanîya “hemî suhbetên Telegramê taybet e di nav beşdaran de û li ser vê mijarê em çi tiştî daxwaz nakin” guherand û rêwerz (talîmat) hatine lêzêdekirin ki bo ku moderator ji naverokên neqanûnî bêne agahdarkirin.
Armanc Telegramê ji bo Pêşerojê Çi ye?
Li şûna vê daxuyanîyê, “Hemû sepanên Telegramê dikmeya Raporkirinê heye ku hûn dikarin naveroka neqanûnî nîşan bikin, da ku moderator jê agahdar bibin.” Hate lêzêdekirin. Bi vî rengî, armanc ew e ku naverokên bêhişker, naverokên şermê û naverokên din ên neqanûnî yê di bernameyê de bê astengkirin.