Milyarderê teknolojîyê Elon Musk doza ku li dijî wî der barê pereyê krîptoyê Dogecoinê de hatibû vekirin qezenç kir. Di daxuyanîya roja pêncşemê ya Dadgeha Federal a Manhattanê de hate ragihandin ku serlêdana Musk a ji bo betalkirina dozê bi erênî hatîye encamdan.
Sedema Dozvekirinê Çi bû?
Di doza ku ji hêla veberhêneran ve li dijî Tesla û CEO yê SpaceX Musk di sala 2022an de hatî vekirin de, hatibû îdîakirin ku vî mîlyarderî pereyê krîptoyê manîpule kirîye. Dozgeran îdîa kiribûn ku postên Muskî Twitter, postên onlayn û beşdarbûna bernameya li NBC Saturday Night Live di sala 2021an de beşek ji vê manîpulasyonê ne.
Her weha veberhêneran îdîa kirin ku piştî ku Musk Twitter kirî, wî di Nîsana 2023an de logoya platformê bi logoya kûçikê Dogecoinê guhert û bû sedema ji sedî 30 zêdekirina bihayê diravê krîptoyê û dûv re Dodgecoin bi 124 mîlyon dolaran firot.
Musk di nivîsên xwe yên li ser Twitterê de Dogecoin wekî “pereyê pêşerojê” da nasîn û got bi vê krîptoyê mirov dikare Teslayê bikire an jî bi şirketa xwe SpaceX’ê re here ser Heyvê.
Biryara Dadgerî û Spartina Wî?
Dadger Alvin Hellerstein dîyar kir ku postên Musk “rastîyê nîşan nadin û zêde ne” û dîyar kir ku çi karpêkhênerekê maqûl nikare li ser van tweetan veberhênanekê bike û dûv re dozeka sextekarîyê veke.
Hellerstein dîyar kir ku sûcdarkirina bazirganîya navxweyî ya li dijî Musk “zehmet e ku were fêmkirin.” Dadgerî da zanîn ku dosyaya 258 milyar dolarî hatîye betalkirin û biryar nayê îtirazkirin.
Parêzerên veberhêneran daxuyanî nedan, parêzerê Musk Alex Spiro got, “Ev ji bo Dogecoinê rojeka pir baş e.”