13ê Sibatê Roja Cîhanî ya Radyoyê ye. Ev roja taybet yekem car ji aliyê UNESCOyê ve di sala 2011an de hate ragehandin. Her paşê, ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, bi pêşnûmeya ku Komîsyona Ragihandin û Ragihandinê di 36. Konferansa xwe ya Giştî de qebûl kir, 13ê Sibatê Roja Cîhanî ya Radyoyê hate ragehandin.
Di cîhanê de amûra ragihandinê ya herî zêde gihayî girseya mezin radyo ye. Her çend dîroka radyoyê wekî medyayê sed sal derbas bûbe jî, dîsa jî ew amûra ragihandinê ya ku pêbaweriya civakî hê jî li ser heye.
Roja Cîhanî ya Radyoya Bi Çi Hewildana Hate Damezirandin
Roja Cîhanî ya Radyoyê, li ser pêşniyara Akademiya Radyoya Spanî, ji hêla komeleyên weşanê yên radyoyê, radyoyên giştî, bazirganî, civakî û navneteweyî, sazî, ajansên Neteweyên Yekbûyî, bername û fonan, rêxistinên nehikûmî, zanîngeh, weqfên geşepêdanê û ajans û her weha komîsyonên neteweyî yên UNESCO û endamên UNESCOyê, piştî pêvajoyek şêwirdarî ya berfireh ku hemî aliyên peywendîdar, wek şandeyên daîmî yên ku nûnertiya dewletan dikin, hate damezrandin.
Mijara 2024an a Roja Cîhanî ya Radyoyê, ronahiyek berfireh li ser rabirdûya awarte ya radyoyê, têkildarî îroyîna wê û soza pêşerojek dînamîk ronî dike.
Radyo bi teknolojiyên nû ve adapte dibe
Radyo hem bi perwerde, ragihandin û naveroka xwe gelek xizmetên weşanê pêşkêş dike, hem jî bi li gel teknolojiyên nû li gorî şêwazên jiyanê hebûna xwe didomîne.
Rola Radyoya Ji Berê Heta Îro Çawa ye?
Radyo ku di dawiya sedsala 19an de piştî îcadkirina telefon û telegrafê hat îcadkirin, derfeta wergirtina nûçeyan da bi milyonan mirovan.
Her çend bi derketin û belavbûna radyoya înternetê, podcast, smartfon û teknolojiyên nû re li gorî şêwaz û tevgerên mirovan adapte bibin jî radyo di asta gerdûnî de hê jî tê bikaranîn.
Radyo, ku jixwe wekî yek ji amûrên ragihandinê yên herî bihêz tê hesibandin ji ber ku ew amûrek ragihandinê ya erzan e û bi hêsanî tê gihîştinê, di heman demê de rehetiyê peyda dike ku bi awayê herî aborî dikare bigihîje temaşevanên herî berfireh.
Radyo berê amûrek medyayê bû ku mirovan bi hev re guhdarî dikir, lê îro bi pêşkeftinên teknolojîk re, ew bûye pir-platformek ku her kes dikare li her deverê xwe bigihînê.
Radyo Pirek e di Navbeyna Kevneşopî û Modernîteyê de
Radyo wekî pirekê, weşana kevneşopî û teknolojiyên nû digihîne hev, îro struktur û formên cihêreng dihewîne. Platformên multîmedya û bernameyên podcastê niha di têgihiştina modern a radyoyê de cih digirin.
Teknolojî çend pêş ve biçe jî bila biçe, radyo navgînek bêguhêrbar e, nemaze dema ku karesatên xwezayî an jî ji hêla mirovî ve çêdibin. Ji ber vê yekê rojnamevanên di radyoyê de di her şert û mercî de hewil didin agehyên rast û zelal bidin.
Ji bo pîrozbahiyê dosyayên deng ji UNESCOyê
Bi boneya Roja Cîhanî ya Radyoyê ya 2024an, UNESCO 20 dosyayên dengî diweşîne ku her yek deqeyek e. Dosyayên dengî tevahiya pêvajoya radyoyê, ji paşxaneya wê ya dîrokî heya xebata wê ya niha vedihewîne. Di pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Radyoyê de, ev dosya dikarin bêpere di bername, bûyer û medyaya civakî de bêyî sînordarkirina mafên çapkirinê werin weşandin, parvekirin û bikaranîn.
Yekem Radyoya Kurdî
Li gor Amîr Hesenpûe yekem radyoya kurdî li Sovyêtê di navbeyan salên 1923-1929an de li hatîye damezirandin.
Weke din di tarîxa kurdan a radyoyê de sê radyoyeyên giring cih digirin; Radyoya Yêrîvanê, Radyoya Bexdayê û Radyoya Qehîreyê. Ji van radyoyan em ê berê xwe bidin Radyoya Yêrîvanê.
Radyoya Yêrîvanê
Radyoya kurdan a ewil Radyoya Yêrîvanê ye. Ev radyoya ya Yêrîvanê bû û di sala 1955an de di bin banê vê radyoyê de beşa kurdî vedibe. Radyoya Yêrîvanê beşa Kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Xelîl Muradov şayanî pesindanê ye, ji ber ku ew 24 salan (ji 1957an heta 1981ê) serokatiya radyoyê kiriye û hemû stiran, awaz, miqam û pîyêsên kurdî di dema wî da û bi serokatiya wî hatine qeydkirin. Eznîva Reşîd, ku jina Xelîl Muradov e, piştî bêjer ango spîkeriya 24 salan (ji sala 1955an da, anku ji destpêkê)di sala 1982an de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikişîne. Ango, Eznîva Reşîd yekem bêjera kurdan e li cihanê.
Kî Di Radyoya Êrîwanê de Distrîn?
Di dema Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Kerabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko hwd…
Niha Rewşa Radyoya Yêrîvanê Çawa ye?
Radyoya Yêrîvanê beşa Kurdî niha di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal Kerem û Leyla Kerem, Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîlê dimeşe. Weşana Radyoyê li gorî saeta herêmî ya Tirkiyeyê di navbera 18:45 – 19:15’an de tê kirin. Keremê Seyad radigihîne ku heta salên 90’î ji radyoyê saetek û nîv weşan dihate kirin lê ji ber sedemên aborî ev pêşî bûye saetek niha daketiye nîv saetî. Seyad dibêje ku ne bi tenê dema weşana Kurdî, her wiha weşana zimanên din û zimanê ermenî bi xwe jî kêm bûne.
Gelo Di Radyoya Yêrîvanê de bi Tenê Kurdî Heye?
Radyoya Neteweyî ya Ermenîstanê de zimanê Kurdî û Tirkî jî di nav de, bi 12 zimanan weşan tê kirin. Li gorî pîvan û zagonên dema Yekîtiya Sovyetê û piştî hilweşînê, niha jî li gorî zagonên Ermenistanê mafê her neteweyî heye ku bi zimanê xwe bibe xwedî radyo.