Bêguman kurdî, yek ji zimanên ku li ser cîhanê herî zêde karîger e. Kurdî bi mêjûya xwe ya dûr û dirêj xudanê gencîneyeka gewre ye. Wek tête zanîn di bin banê xwe de 4 dîyalektên sereke (lorî/kelhûr, goranî/zazakî, kurmancî, soranî) dihewîne. Di bin banê van dîyalektan de bi dehan devok hene.
Devoka behdînî, botanî, mehmûdî, serhedî, silivî, dikevin bin banê dîyalekta kurmancîyê. Di navbeyna van devokan de sereray têgehiştineka mezin, hindek cudawazîyên peyvan hene. Ev devokên kurmancî yên hatîne rêzkirin, bahdînî ne tê de hemî jî li Bakur in. Bahdînî tinê li Başûr e. Di vê devoka berbas de li gel avabûna herêma xweser a kurdan, di warê nivîskî de pêşkeftinên berbiçav peyda bûne. Li Bakur bi encama zextên zimên piştî salên dûr û dirêj bi hewildana hindek pêşrew û ronakbîran şîyaye bigehe qonaxekê. Li dû vê yekê bi rengekê tebiî ferq û cudahîyên piçûk di navbera Bakur û Başûr de rû dane. Amaje pê xurtkirina têkilî û famkirina zêde ye di navbeyna van her du parçeyan de. Her weha ev peyv û qalibên li jêr hatîne nivîsîn, exleb peyvên akademîk in ku di warê nivîskî de tên bikaranîn. Taybet, da bakurî bişên nivîsên lêkolînî yên badînî bixwînin ev xebat hatîye amadekirin. Ji ber ku bi sedan peyvên cudawaz di navbeyna kurdîya Bakur û Başûr de hene û mecal nîn e hemû bêne nivîsîn, me wek hejmareke sembolîk 101 peyv bijartin bo vê xebatê.
Ferhengokeka Akademîk a Bakur û Başûr;
- Amaje: Nîşandan, Armanc
- Arîşe: Pirsgirêk, Alozî
- Ayende: Pêşeroj
- Ayîn: Ol
- Barûdox: Rewş
- Beranber: Hember
- Berbas: Mijara axaftinê
- Berev: Ber bi…
- Berok: Cephe, Alî
- Bi her rengê heyî: Halê niha heyî
- Bi sanahî: Bi hêsanî
- Biwar: Mijar, Rewş
- Bizivandin: Dan hereketê
- Boçûn: Helwest
- Bone: ji ber, li ser, minasebet
- Bo wêne: Bo nimûne, Mînak
- Curawcur: Cur bi cur
- Çavxişandin: Çavlêgerîn
- Dabînkirin: Pişrastkirin, Hêminkirin
- Dakokî: Gilî, Gazinde
- Delîv: Derfet
- Derbirîn: Ragehandin, Vegotin, Îfadekirin
- Destkeftî: Kar, Qezenc, Feyde
- Dewr û ber: Derdor
- Di bineret da: Di eslê xwe de
- Duberekî: Du alîyên li dijber, Xilaf
- Dupat: Dubare
- Dûmahî: Dawî
- Eger: Sedem
- Eger hat: Eger çêbû
- Giriftar: Pirsgirêk
- Gorepan: Meydan
- Handan:Teşwîqkirin, Azirandin
- Helsengdan: Nirxandin
- Helxeletandin: Xirandin, Xefilandin
- Henase: Bêhn, hilm, nefes
- Hewal: Nûçe, Xeber
- Hêşta: Hêj
- Hizb: Partî
- Hosa: Weha
- Hûrbînane: Hûrgilî
- Jinavçûn: Têkçûn
- Jî: Emr, sal
- Jêder: Çavkanî, Serekanî
- Jêkvavartina: Ji hev cuda kirin
- Karîger: Çalak
- Kartêkirin: Bandor
- Kat: Dem
- Kêşe: Pirsgirêk, Dubendî
- Kirêkar: Karker
- Kiştûkal: Cotkarî, Çandinî
- Kor: Komele
- Lamerkezî: Nemerkezî
- Lay/layen: Alî,
- Layengir: Alîgir
- Li gorey: Li gor
- Liq: Şax, Şûbe
- Mawe: Dem
- Mayîtêkkirin: Destkarî, Mudaxele
- Mifa: Feyde, Berjewendî
- Milmilane: hevrikî, pêşbazî, reqabet
- Mêjû: Dîrok
- Navband: Navdar
- Nivîser: Nivîskar
- Payeberz: Payebilind
- Peyda bû: Derket holê
- Peyrew: Şopîner
- Pêşrew: Rêber, Pêşkêş
- Pişk: Beş
- Pişkdarî: Beşdarî
- Pît: Tîp
- Poşîn: Pêçan, veşartin
- Qutabxane: Dibistan
- Rapîçikîn: Kombûn, Civîn
- Rastewxo: Rasterast
- Reng e: Îhtimal e, Xuya ye, Belkî
- Rewşt: Rewş
- Rêkeftin: Peyman
- Rûber: Hember
- Rûdan: Bûyer
- Sebaret: Derbar
- Serdabirin: Xapandin
- Serederî: Têkilî, Miamele
- Serencam: Encam
- Serincrakêş: Balkêş
- Serkirde: Serok
- Seyr: Ecêb, Sosret
- Siza: Ciza
- Şengistin: Bingeh, Esas
- Şîyan: Karîn
- Ta: Heta
- Tagir: Alîgir, Piştgir
- Tûjandin: Lêgerîn
- Vîyan: Xwestin
- Wêrê: Wê derê
- Xwerist: Xweza
- Yaddaşt: Bîranîn,
- Yarî: Lîstik
- Yarîzan: Lîstikvan
- Zanyarî:Agahdarî,Haydarî
- Zor:Gelek, Pir, Zehf, Zaf