Edebîyata Klasîk ku yek ji qonaxên edebîyatê ye, di edebîyata rojhelata navîn de xwedî taybetmendîyên xas e. Di vê serdemê de rengekê nû keftîye edebîyatê, bizavên nû, nivîser û şairên mezin derkeftine meydanê. Şairên vê serdemê gelek têgehên bîyanî di şi‘rên xwe de amilandine. Di vê xebatê de armanc dîyarkirina hindek ji van têgehan e.
Taybet ev bizav, li gel belavbûna îslamîyetê eslen di edebîyata erebî de, li gel mêjûya kevn û kultûra berz a îranîyan di edebîyata faris û urduyan de û bi otorîteya bihêz a Osmanî, di edebîyata osmanî de gehiştîye merheleyên bilind. Her li dû vê yekê edebîyata klasîk a kurdî jî ji van edebîyatên navborî kêm nemaye. Her çend zor şairên kurdan şi‘rên balaberz nivîsîbin jî li gel kartêkirina edebîyatên hukumranîyên derdorê pitir ji wan bi erebî, farisî an jî tirkîya osmanî nivîsîne. Sereray hindê pir şairên kurdînûs jî hene. Bo wêne, ji edebîyata Lorî Baba Tahirê Uryan; ji edebîyata kurmancî Elîyê Herîrî, FeqîyêTeyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, ji edebîyata goranî Mela Perîşanê Dînewerî, Mewlana Xalidê Şarezorî, ji edebîyata soranî Yûsif Karizî, Şêx Telebanî, Hecî Qadirê Koyî, ji edebîyata zazakî Mela Ehmedê Xasî, Osman Efendîyê Babij û bi sedan şairên dî yên kurd berhemên xwe di vê serdemê de dane. Her çend şêwaz û muhtewaya(naverok) şi‘rê biguhore jî edebîyata klasîk hebûna xwe di roja me de jî li gel edebîyata modêrn berdewam dike.
Şairên vê qonaxê exleb di çarçoveya eşqa îlahî de bi îmaj û motîvên mecazî helbestên xwe dirêsin. Şairên vê serdemê dema helbestên xwe dinivîsin hunereka bilind a estetîk bi kar tînin hem ji ber muhtewayê hem jî ji ber nezm û kafîye û ahenga helbestê, yek bi yek herf û peyv û hevokên xwe dipîvin û bi kar tînin, wate jê; bîrê pê derzîyê dikolin. Ji ber hindê ji bo hunereka bilind û nezm û qafîyeyê gelek caran serî li têgehên erebî, îranî û tirkîya osmanî û mezmûnan dayîne. Armanca me dîyarkirina hindek ji van têgehan e. Ji ber ku bi sedan têgeh hene û mecal nîn e hemî bêne nivîsîn me wekî hejmareka sembolîk 101 têgeh bijartin bo vê xebatê.
101 têgeh li gel wateya wan:
- Asim: Edalet
- Aşûb: Ronahî
- Awîzan: Hilawîstî, Daleqandî
- Batin: Veşartî
- Baxwoy: Xwuda.
- Besît: Fireh
- Bezar: Qumaşfiroş
- Bisk, Zulf, Gisû: Por, Pirç, Kezî
- Bişkok: Kulîlk
- Bî bar û ber: Bêxeber
- Cawîdan: Nemir, ebedî, heta hetayê.
- Ceres: Zengil
- Çah: Bîr
- Çardexal: Heyva Çardeşevî, Heyva tejî û sax
- Çehre: Rû
- Çi eceb: Mixabin
- Dengê re‘rê: Birûsk
- Der mûrûd: Derheq Derbar
- Dewran: Gerdûn, Dinya
- Dêm: Dur, Mercan, Rû
- Dîde: Çav.
- Ebceda ‘eşqê: Herfên ‘eşqê
- Eblak: Dîn, Dîwane
- Ebnayê zeman: Axir zeman
- Ebrû: Birû, Birî
- Er: Eger
- Ewham: Weswese
- Ezkar: Zikir
- ‘Ecem: Sasanî
- ‘Enerî: Bulbul
- Feramûş: Ji bîr kirin
- Goşîwar: Guhark
- Hemel: Burca beranî
- Heçî: Her kî
- Îstixna: Jovan, Poşman
- Αtîdal: Ne zêde ne kêm, normal
- Kenz: Xezîne
- Kewkeb: Stêr
- Kulab: Pense
- Leb: Lêv
- Lêbxamûş: Bêdeng
- Meges: Mêş
- Mekkar: Hîle, Lêhb
- Melsûrê: Gezkirin
- Mesa‘: Êvar
- Mesrûr: Keyfxweşî, Şad
- Mexmûr: Mest, Serxweş
- Mey: Şerap
- Mihre: Roj, Agir, Vîyan
- Mişkîn: Bêhna ‘enberê
- Muhît: Mekan
- Mujgan: Bijang
- Mulebbes: Libaskirin, bicilkirin
- Munewwer: Ronahî
- Mustemend: Xemgîn
- Muştaqî: Bi zewq
- Mu‘etter: Bêhn
- Mu‘tem: Tarî, Matem
- Nebat: Şekir
- Nihîn: Veşartî
- Nîqab: Perde, Navber.
- Peyk: Mesaj, Peyam
- Pîrahen: Cil, Libas
- Pîşan: Enî
- Poşîn: Pêçîn, peçinîn, nuxumandin.
- Remz: Îşaret, Nîşan
- Rewan: Rih
- Rêhte: Rêtin
- Rişt: Xurt
- Rûd: Kemençe
- Rûm: Bîzans
- Qewî: Gelek
- Salik: Murşîd
- Sehb: Sehabe
- Serax: Zanîn, pirskirin
- Sidqe: Bexşandin
- Subh û Mesa’: Şev û roj
- Sufalîn: Cerik
- Sur: Bedewî, Rû
- Şaha zeqen: Çala erzinkê, çala çeneyê
- Şefaf: Gerden
- Şemşîr: Şûr, Şîr
- Şerar: Çirûsk
- Şewişandin: Tev li hev kirin
- Şutur: Hêştir
- Tehqîq: Lêkolîn
- Terhîn: Zirav
- Terpoş: Ciwanî
- Totî: Kil
- Werde exter: Gula Kesk
- Weşm: Deq
- Xar: Strî
- Xatem: Gustîlk
- Xawer: Rojhelat
- Xef: Bi dizî, veşartinî
- Xed: Rû
- Xeram: Rêveçûn, Meş
- Xerez: Xwestin
- Xurşîd: Roj
- Yekta: Bêhampa
- Zîba: Spehî, Rind.